Xizmên girtiyan ji bo Nobeta Edaletê bang kirin

Di nobetên edaletê yên li Amed û Wanê de hate xwestin ku divê girtiyên nexweş û girtiyên divên bên berdan, werin berdan.

AMED

Nobeta Edaletê ya li Baroya Amedê didome. Malbat dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên ku divê bên berdan, werin berdan.

Xizma girtiyan Reşahat Ada di nobetê de axivî û got “Zarokên me nexweş dikevin û nayên tedawîkirin. Dibin nexweşxaneyê piştre jî 15 rojan dixin karantînayê. Ev jî êşkenceyeke din e. Divê zarokên me werin berdan û tedawîkirin.”

Hazal Yildirim jî diyar kir heta zarokên wan ên girtî bên berdan wê çalakiyê bidomînin û gotin “Yekane daxwaza me aştî û wekhevî ye.”

Herdem Merwanî ya ku ew ji xizma girtiyan e got “Divê zindan ji rojeva welat neyê derxistin. Divê zindan her dem rojeva pêşîn be.”

WAN

"Nobeta Edaletê" ya ji bo berdana girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatiye şewitandin  ji aliyê malbên girtiyan ve hatiye li Wanê jî di roja 41'emîn de berdewam dike. Îro Reveberiya DBP'ê ya Tûşbayê çû serdana çalakiyê û Hevserokê DBP'ê yê Rêya Armûşê Delîl Aksoy ê di çalakiyê de axivî xwest ku demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.  

Delîl bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Rojeva me ya sereke tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan e. Divê rêzdar Ocalan demildest bikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, girtî bên berdan û girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin."

Piştre yek ji xizma girtiyan Dilşah Alkan axivî û got ku hevjînê wê Îbrahîm Alkan kal e û nexweş e. Dilşah di berdewamiyê de xwest ku hemû girtî bên berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ji 40 rojan zêdetir e ku em çalakiya xwe didomînin û em ê berdewam jî bikin. Heta ku girtî bên berdan wê çalakiya me bidome."