Xizmên girtiyan: Em ê heta dawiyê têbikoşin

Xizmên girtiyan ên ku Nobeta Edaletê didomînin gotin, "Hûn nikarin bi zextan îradeya girtiyan bişkînin. Em ê heta dawiyê têbikoşin."

Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyaye lê nayên berdan dabûn destpêkirin, di roja 268’emîn de li ber Edliyeya Amedê dewam dike.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulistan Atasoy, (DBP), (MED-DER), (MEBYA-DER) û endam û rêveberên (TUAY-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan.

‘HÛN NIKARIN ÎRADEYA GIRTIYAN BIŞKÎNIN’

Ji xizmên girtiyan Reşad Ada anî ziman ku lêgerîna wan a li edeletê 9 meh in didome û wiha pirsî "Çima kes dengê me nabihîze."

Ada diyar kir ku nikarin bi zextan îradeya girtiyan bişkînin û wiha got: “Bila zarokên me bên berdan û bên dermankirin. Êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Partiyên siyasî li ku derê ne, me serî li hemûyan da. Kes piştgirî neda, dengê me nebihîstin. Bila girtiyên nexweş ên giran bên berdan. Em ê her roj daxwaza edeletê bikin. Em ê van tişta qebûl nekin. Heta ku girtî azad bin wê têkoşîna me bidome."

Piştre ji xizmên girtiyan Încî Guler jî wiha axivî: "Li girtîgehan her roj zilm giran dibe. Fatûrêyê girtiyan jî malbat didin. Bi wan kiryaran hewl didin girtiyan terbiye bikin. Em wê zilmê qebûl nakin. Edaleta Wezîra Edaletê ev e? Divê kanûn û hiqûq ji bo her kesî wekhev be. Ji ber ku em Kurd in ev tişt tên serê me. Em ê li dijî vê yekê heta dawiyê têbikoşin."

Guler bang li hemû dayîkan kir û got: “Ji bo ku qanûn ji her kesê re wekhev bê pêkanîn, werin em bi hev re têbikoşin."

Çalakî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.