Xezeba Zeytûnê: Li Efrînê herî kêm 25 çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiya îro ya li Efrînê li dijî çeteyên Cebha El-Şamiye li xwe girt. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyê de bi kêmanî 25 çete hatine kuştin.

Îro li navendeke çeteyên Eniya Şamê ya li nêzî meydana Kawa ya Efrînê wesayîtek bombebarkirî li nav çeteyên Cebha El-Şamiyê de hate teqandin. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakî li xwe girt.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê têkildarî teqînê daxuyaniyek nivîskî weşand û çalakî li xwe girt. Hate ragihandin ku di çalakiyê de bi kêmanî 25 çete hatine kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

“Ji ber sûcên dagirkeriya Tirkiyeyê , çete û dûvikên wê yên li dijî gelê me û xaka Efrînê ya paqij berxwedana şervanên me mezintir dibe. Şervanên me ji bo şehîdan û gelê Efrînê rake rê û rêbazên lehengtir diafirînin û çeteyan dixin dojeha kuştinê û li ser sûcên ku kirine hesab ji wan dixwaze.

Di daxuyaniya berê de me hişyarî da ku hesabê dagirkirina Efrînê bilind e, şervanên me kesên ku destê wan di rijandina xwînê û dagirkirina mal, dikan û zeviyên gelê de hebû dike hedef, em li ser soza xwe ne, wê Efrînê tenê ji çeteyan re bibe dojeh. Çalakiyên me heya niha yên destpêkê ne. Di demên pêş de wê girantir bibe.

Li ser vê yekê şervanên me gelê me pîroz dikin ku çalakiya teqandina navenda çeteyên Cebhe El-Şemiye bi serkeftî derbas bû. Şervanên me erebeya bombebarkirî li pêşiya navendê dema ku dewreyeke leşkerî ya çeteyan dimeşiya, teqand. Di teqînê de herî kêm 25 çete hatin kuştin, dibe ku ev hejmar ber bi zêdebûnê ve biçe.

Çalakiya Efrînê ji bo tola şehîdên me ne yên ku di encama êrîşên hawayî û tank û topên Tirkiyeyê de şehîd bûne, her wiha tolhildana wêrankirina gund û navçeyên bi ewle ye. Zarok û jinên ku bedena wan di encama êrîşên balafirên dewleta Tirk a terorîst de parçe bûne, nayên jibîrkirin. Ev çalakî di heman demê de wekî bersiva qirêjkirina xaka me ya pîroz ji aliyê çeteyan ve ye. Zû an dereng Efrîn wê li niştecihên wê yên resen vegere.

Careke din em bangawaziya xwe ya ji çeteyan û niştecihên xwe li Efrînê bi cih kirin dubare dikin, ji Efrînê derkevin an jî wê aqûbeta ji ya kuştiyên îro ne dûr be. Her wiha em bang li şêniyên Efrînê yên resen dikin ku nêzî navendên dagirker û çeteyan nebin ji bo zerar negihêje wan.

Em li ser soza xwe ne, em ê çalakiyên berxwedanê bilind bikin, dijmin tenê zimanê kuştin û tolhildanê fêm dike. Bila bizanibin ku her libeke zeytûnên Efrînê wê bibe gule, her kevireke li ber xwe dide û wê bibe mayîn bi bedena wan a lawaz ve biteqe."