'Xeyalê her gerîlayekî/ê ye dîtina Rêbertî'

Gerîla Elîf Ronahî bîranînên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vegot.

Em, dîsa ji bo bernameyeke nû, di şiverêyên çiyayî yên şop li pey xwe dihêlin de dimeşin. Em ê di vê bernameya xwe de Elîf Ronahî ya yek ji kesayetiya ku salên 1994-1995 bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re maye bikin mêvanê bernameya xwe. Ronahî, wê ji me re qala bîranînê xwe yên bi Ocalan re bike.

Ronahî, ku xwediyê rewanbêjiyeke dilnizm e, piştî me pêşwazî dike, em derbasî bernama xwe dibin û di bernameyê de qala bîranên xwe yên bi Ocalan re dike:

'XEYALEK BÛ DÎTINA RÊBERTÎ'

‘Xeyala her gerîlayekî/ê ye dîtina Rêbertiyê. Lê belê pêkhatina vê xeyalê, wê ji bo me weke şopeke cêwaz bimîne.

Bi silavdayîneke Rêbertiyê jî mirov xwezayî bi aram dibû. Dema min destpê dîtî, min ew hemêz kir û nexwest berdim. Rêbertî, bi xwezayîbûna xwe ve yê/a pêşberî xwe jî bi aram dikir. Her cara min lê dinêriya, min bawer nedikir ku xeyala min pêk hatiye. Lê belê ez li wê derê li ba wî bû..’

Dema min Rohanî guhdar dikir, ez difikirîm ka mirovek çawa dibe bêyî ku kesekî bibîne di asta ku xwe ji bo wî feda bike pê ve tê girêdan. Bi sedan, bi hezaran ciwanên ku Ocalan nedîtî bi xeyala wî derketine rê, tevlî têkoşînê bûne. Niha jî gelek têkoşerên ku ew nedîtî li çiyê têdikoşe, şer dikin û ji bo vê xeyalê diçin ser mirinê û têk dibin.

'GOTINA JI MIN RE GOTÎ...'

‘Beriya ez bêm welêt, bi Rêbertiyê re diyalogeke me çêbû. Her cara ku gotinên wî tên bîra min, ez dixwazim bêtir di wan de kûr bibim. Ji min re gotibû ku ‘Heke tu bikevî zorê tu yê çi bikî?’ Min jî gotibû ku tiştên me ji Rêbertiyê girtî bes in û em dikarin vê pêk bînin.

Rêbertiyê dîsa dubare ji min pirsî;

‘Baş e heke tu dîsa pir bikevî zorê û çareseriyê nebînî tu yê çi bikî?’

 Min jî bersiva ku ‘Ez ê bi hevalan bişêwirim’ dabû. Rêbetiyê jî piştî wê got, divê hûn jin bikaribin bi serê xwe çareseriyê bibînin, bibin çareserî. Divê hûn bi xwe bibin vîna çareseriyê. Ez bawer dikim ku bêyî hûn desteka kesî bigirin hûn dikarin vê bi ser bixin.

Belê, piştî van nirxandinên Rêbetiyê weke jinekê, min baştir fêm kir ku ji her hêlê ve esasgirtina jinê çiqas  watedar e. Di rastiya xwe de xwesertî ne ev e ma?; Vîndarbûn ew e ku mirov bikaribe vîndarbûna jinê deyne holê.’

Dema Elîf Ronahî bîranên xwe yên bi Ocalan re vedigot, ew bîranên ku jiyayî, ji çavên wê, ji bişrînên wê diyar dibû. Her ku bîranînê wê demê yek bi yek dihat ziman, bedewtir dibû û bi parvekirinan bi hêz dibûn bîranîn û yên di bîranên de dijiyan..

‘Xatirxwestina me...’

‘Êdî roja ku em ê vegeriyana çiyê hatibû. Dilê me, li aliyekî tijî şahî û kêfxweşiya ku em ê bihatana çiyê, li aliyekî jî tijî xemgînî dibû ku em ê ji Rêbetiyê veqetiyana. Êdî ew kêlî hatibû. Me yek bi yek Rêbertî hemêz kir û li seyareyan siwar bûn. Paşê dema ku hemû hevalên jin ên di seyarê de hestiyar bûn, her kes bi hev re dest bi girinê kirin.  Hevalê seyare diajot sekinî û dema got em vedigerin, me hemûyan bi hev re got ka ‘çima?’

Hevalê ajotkar got, ‘Rêbertiyê got ku kî/ê bigirî, paşde bizivirînin û ez ê jî vegerim’ û sekinî. Bi wê gotinê re hemû hevalan dev ji girînê berda, hêsirên xwe paqij kirin, çavên xwe ziwa kirin û gotin em dixwazin biçin çiyê û em ê negirîn..

Piştre me dîsa destê xwe ji Rêbetiyê re hejand, xatir xwest û ber bi çiyê ve ketin rê. Ew cara dawî bû ku min Rêbertî didît. Ez, bi hêviya ku careke din bibînim, lez da têkoşînê. Ji îro û pêde jî wê xeyala me her ev be.’

Elîf Ronahî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî. Piştî me xatirê xwe ji mêvanê xwe yê bernamê xwest, em ekîba xwe ya ketin şive riyên çiyê û ber bi navsereke din a çiyê ve ketin rê ku bibin mêvanê bîranîneke din a gerîla.