Xelkên Binarê Qendîlê: Dem dema hevgirtinê ye

Şêniyên Binarê Qendîlê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan.

Şêniyên  Binarê Qendîlê li hember êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş û xwepêşandanek pêk anîn. Di xwepêşandanê de bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava, Bijî yekitiya Kurdan, Şehîd Namirin’ hate avetin. Di xwepêşandanê de şêniyên Binarê Qendîlê helwest û hêrsa xwe ya li hember vê dagirkeriyê bi van gotinan diyar kirin.

Ji şêniyên herêmê Hemîd Hesen got; “Pêwîste tevahî gelê Kurd xwedî helwest be, ev dagirkeriya ku li ser Rojava pêk tê ne tenê li ser Rojava ye îro ew dere wê sibe Qendîl be û Başûr tevahî be. Li ser tevahî Kurdan metirsî heye, ji bo wê jî pêwîste tevahî Kurd li hember ev dagirkeriyê xwedî helwest be. Şervanên ku li Rojava yê Kurdistanê li hember dagirkeriyê şer dikin çavên wan maçî dikin û rêzdariya xwe didin diyar kirin. Ew şervan parastina tevahî Kurdan dikin, îro ger ku em li Qendîlê bi rehet dijî ev yek di saya wan şervanan de ye. Bangawaziya min ji tevahî Kurdan re heye, îro ne dem dema partî û saziyane, dem dema hev girtin û yekitiyê ye.”

Her wiha ciwanê bi navê Bextiyar Bapîr jî bi van gotinan helwestê xwe da diyar kirin; “Em weke xelkên binarê Qendîlê em bi her awayî piştevaniya gelê xwe yê Rojava yê Kurdistanê dikin. Em bi her awayî bi ew xwişk û birayên xwe re ne. Em baş dizanin ku Erdoxan dijî tevahî Kurdane, naxwaze bi ti awayî destkeftiyên gelê Kurd hebe. Tehemûla wî ji bo pêşketina Kurdan nîne. Em amadene ku canê xwe jî ji bo Rojavayê Kurdistanê bikin. Li hember çavê tevahî cîhanê û hêzên desthilatdarî jin, zarok û mirovên medenî tê qetil kirin lê ji ber Kurdin ji bo wê bêdengî heye. Lê belê em vê yekê baş dizanin ku wê Rojava û gelê Kurd ser bikeve. Wê Erdoxan bi rûreşiyekê vegere welatê xwe."

Ji ciwanên Binarê Qendîlê Rawa jî got; “Ev qirkirina ku li hember gelê Kurd tê kirin ne cara yekeme. Di serhildanên Seyît Riza de û di Qazî Muhemmed de jî armanç qirkirina Kurdan bû. Lê em di wê baweriyê de ne ku wê ev car neşibe tu serhildanan. Ji bo wê jî bangawaziya min tevahî Kurdan dikim ji derveyê me tu dostê me nîne. Tevahî siyasetê ku li hember Kurdan tê kirin gelek bê exlaq û bê qanûniye. Ev şer wê çarenûsa gelê Kurd bide diyar kirin, pêwîste her kes vê rastiyê baş bibîne û li hember vê yekê nava berxwedaniyê de be.”

Meş bi xwendina helbesta li ser Rojava ya ku ji hêla welatiyê bi navê Maruf ve hatiye nivîsandin dawî bu.