Xelkê Silêmaniyeyê li dijî komploya navneteweyî dimeşe
Şêniyên Silêmaniyeyê daketin qadan û li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dest bi meşê kir. Di meşê de ku hîn dewam dike, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin.
Şêniyên Silêmaniyeyê daketin qadan û li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dest bi meşê kir. Di meşê de ku hîn dewam dike, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin.
Çalakiya li Silêmaniyeyê ji Şeqamî Salim dest pê kir û girseya gel ber bi Parka Azadî ve dimeşe.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Serok Apo re" tên qîrîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine hildan.
Girseya gel li pişt pankarta bi nivîsa "Em komploya 15'ê Sibatê-Roja Reş şermezar dikin" dimeşin.
Girseyeke qelebalix ji derdora Silêmaniyeyê jî tevlî çalakiyê bûne.
Meş dewam dike.