Xelkê Silêmaniyê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li Silêmaniyê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava protesto kirin.
Li Silêmaniyê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava protesto kirin.
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Başûrê Kurdistanê bi meş, civîn, mîtîng û aktivîteyên cihê tên protestokirin.
Gel îro jî li Silêmaniyê daketin qadan û hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan dan.
Bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz li pêşiya Parka Baxê Giştî mîtîngek hate kirin. Bi hezaran kes tevlî mîtîngê bû.