Xelkê Silêmanî ji bo Rojava daket qadan

Xelkê Silêmanî ji bo protestokirina êrîş û qirkirina dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her şev dadikevin qadan.

Piştî ku di saetên êvarê de hate ragihandin ku li Serêkaniyê artêşa Tirk a dagirker çekên qedexekirî li dijî xelkê sivîl û şervanên QSD’ê yên di hindirê Serêkaniyê de li berxwe didin bikartîne, li Silêmanî banga lezgîn li gel hat kirin da ku dakevin qadan û van komkujiyan şermezar bikin.

Li ser vê banê bi sedan welati li Silêmanî daketin qadan û bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Erdoganê dagirker’, ‘Gelê Kurd warê xwe naberde’ qêriyan û di nava kolanên Silêmaniyê meşiyan.