Xelkê Mexmûrê Viyan Caf bi bîr anî

Fermandara YJA Starê Viyan Caf di salvegera şehadeta xwe de li kampa penaberan a Mexmûrê bi civînekê hate bîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) fermandara YJA-Star’ê Şehîd Viyan Caf hate bi bîr anîn. Merasîma bîranînê bi tevlîbûna gelek şêniyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê gelê amade Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Xantûr Kara axivî.

Kara di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Viyan Caf de, tevahî şehîdên Kurdstanê bi rêzdarî bibîr anî û got: “Ji dîrokê ta roja îro, hertim xeta berxwedanî û têkoşînê serketiye. Her wiha hertim xeta xiyanetê jî bin ketiye. Dema ku mirov temaşe dike, mirov dibîne ku kesayetên mîna Şehîd Viyan û Mehmet Tûnç, li ser bingehê paradîgma Rêber Apo xwe naskirine û bûne pêşengên me. Gelê Mexmûrê, gelê Botanê ye û hertim li şehîdên xwe xwedî derketine. Di salvegera şahadeta Şehîd Viyan de, em bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe di kesayeta wê de ditewînin. Her roja ku diçe, em hîn zêdetir nêzî serkeftinê dibin û emê bi saya van şehîdan, serbikevin. Şehîd Viyan bi çalakiya xwe ya fedayî, bersivek mezin da dijmin û da nîşandan ku gelê azadîxwaz hertim ji bo Serok Apo amadeye canê xwe bide. Şehîd Viyan da diyarkirin ku bê serok jiyan nabe. Ji bo wê em jî dibêjin, bê serok jiyan nabe. Em komploya 15’ê Sibatê bi tûndî şermezar dikin û em dibêjin ku wê sala 22’an bibe azadiya Rêber Apo ya bi fîzîkî. Em soz didin Serokatî û şehîdan, emê li ser rêya we bimeşin û emê xeyalên we bigihijînin serkeftinê.”

Marasîma bîranînê bi diruşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.

Hêjayê gotinê ye ku Fermandara YJA STAR’ê Şehîd Viyan Soran di 2’ê Sibata 2006’an de li Heftenînê li dijî komploya navdewletî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldanên tasfiyekirina PKK’ê a di hundir de çalakiyek lidarxist û şehîd bû.