Xelkê Mexmûrê pêngav silav kir û banga yekîtiyê li Kurdan kir

Xelkê Mexmûrê piştevanî û dilsoziya xwe ya bi pêngava KCK'ê re nîşan da û bang li Kurdan hemûyan kir ku xwedî li pêngava KCK’ê ya 'Dem dema azadiyê ye' derkevin. Mexmûriyan ji bo yekîtiyê bang kirin.

Xelkê Mexmûrê pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşizm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ silav kir û banga yekîtiyê li gelê Kurd û Kurdistanê kirin.

'HEW BÊDENG BIMÎNIN; DEM DEMA AZADÎ Û SERKETINÊ YE'

Dayika bi navê Besîme Ergan a banga KCK’ê û berxwedêrên Cenga Heftanînê silav kir, bang li hemû gelê welatparêz kir ku rabin ser xwe û serî hildin got: "Tişta ku dikarin bikin, bila bikin û hew bêdeng bibin. Dem dema azadî û serketinê ye. Daxwaza avakirina kongreya neteweyî dikin. Em dixwazin Serokê me jî weke serokê welatên din azad bibe. Dem dema azadiya Serok Apo ye."

'YEKÎTÎ DIKARE DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNE'

Doktor Salih Tunç jî destnîşan kir ku pêngava KCK’ê pêngaveke di cih de ye wiha pêde çû: "Her ku diçe zextên dewleta Tirk a li ser Rêbertiya me zêde dibe. Divê li hember vê her çar parçeyên Kurdistanê bibe yek."

Tunç bal kişand ser yekîtiyê ya di vê demê de û got: "Pêwîstî bi yekîtiya Kurd heye. Tenê dawîbûna tecrîd û zextên li ser Rêber Apo bi yekîtiyê dibe. Em bang li her kesî dikin ku demildest xwedî li pêngavê derkevin û yekîtiyê saz bikin. Eger ku yekîtiya Kurd çêbibe, wê dawî li tecrîd li ser Rêbertî û zextên li ser gelê Kurd û Kurdistanê bê anîn. Divê her çar parçeyên Kurdistanê hê zêdetir xwedî li pêngavê derbikeve ku pêngav bi ser bikeve."

'DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE'

Dayika Fedîle Pîran jî pêngava KCK’ê silav kir û got: "Dema dema pêngavê ye. Dem dema azadiya Rêber Apo ye. Em ji wargeha Şehîd Rustem Cûdî bang dikin ku divê her kes rabe ser piya. Dema azadiya Rêbertiya me ye. Em faşîzmê hilweşînin."

Pîran diyar kir ku ji her demê bêhtir di vê demê de pêdivî bi yekîtiyê heye û wiha domand: "Dem dema yekîtiya Kurdan e. Bes e ji sernizmiyê re. Em Kurd nebin yek em ê têk biçin."

'BAŞÛR DI BIN DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ DE YE'

Dayika Pîran bal kişand ser helwesta PDK’ê û got: "Eger ku PKK îro têk biçe wê PDK jî têk biçe. Niha Başûrê Kurdistanê ya azad bûye, destê dijmina ketiye nav û êrîşên dagirkeriyê dike û xistiye di bin dagirkeriyê de. Banga me ji bo gelê Başûr ew e ku xwedî li welat derkevin. PDK jî destê xwe bide Kurdan. Yekîtiyek bê avakirin."

'EM TECRÎDA LI SER SEROK APO QEBÛL NAKIN'

Welatiyê din ê Mexmûrî esnaf Sadiq Tarhan anî ziman ku ew pêngavê di cih de dibînin û got: "Ev demek dirêj e ti agahî ji Serok Apo nayê girtin. Serok Apo di bin tecrîdê de ye. Em vê qebûl nakin. Dem dema serhildanê, dema berxwedanê ye. Em bang li hemû gelê Kurd, gelê welatparêz dikin ku rabin ser xwe. Îro rojek girîng e, em deng bidin dengê KCK’ê, em bi hev re vê pêngavê bigihînin serketinê. Tecrîd li ser Serok Apo tê ferzkirin, gelê Kurd vê qebûl nake. Bila her kes bi wijdan û bifikre ku Serokatiya me di çi rewşê de ye û li gorî wê tev bigere  û rabe ser xwe."

'SEROK APO ZÊDETIRÎ 20 SAL IN DI TECRÎDÊ DE YE'

Dayika Medîne Kara silavên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayan re şand û diyar kir ku divê bi vê pêngavê gavên mezin bên avêtin.

Dayika Kara wiha domand: "Bang li gelê Kurd ên welatparêz û kesên dilşewat dikim ku divê xwedî lê derkevin, xwedî li zarokên xwe derkevin.

Serok Apo zêdetirî 20 sal in di nava tecrîdê de ye. Serok Apo ne ji bo xwe ewqas êş û zehmetiyê dikişîne."

Kara got, "Bang li dayikên şehîdan, dayikên şervanan dikim; bila netirsin xwedî li zarokên xwe derkevin. Bila netirsin ku deng bikin wê bên girtin. Girtin ji bo me Kurdan ne şerm e.

Ji bo wê bang li kesên ji bo pereyan tevdigere dikim bi taybetî cerdevanên ku li Heftanîn şerê xuşk û birayên xwe dikin. KCK’ê bi vê pêngavê şansekî din daye wan, ji bo wê divê li xwe bizivirin."