Xelkê Mexmûrê cenazeyê her du şehîdên xwe veşart

Xelkê Mexmûrê diyar kir ku wê êrişên dewleta Tirk nikaribe berxwedana wargehê bişkîne û bi merasîmeke girseyî cenazeyê her du şehîdên xwe yên Hêzên Parastina Cewherî veşart.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev di saet 22:00’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî a Mexmûrê şehîd bûne û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn.

Şêniyên wargehê ji duh bi şev ve li ser piyan in. Îro gelê Mexmûrê ji bo şehîdên xwe rabûn ser xwe û meşek girseyî lidarxistin. Meş di saet 11:00’an de li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dest pê kir. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn û bi tundî êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin qêrîn. Girseya gel heya ber deriyê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li nav wargehê meşiyan. Li wir Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak Axivî.

Bûdak destpêkê êrişê bi tundî şermezar kir û got; “Duh bi şev êrişek hovane li ser wargeha me çêbû, lê Mexmûr weke her carê dîsa sekna xwe raber kir. Heya siharê kes raneza û bi vê sekna xwe dijminê hov têk bir. Dijmin li hemberî sekna gelê Mexmûrê têk çûye, her kes û cîhan jî vê dît û dibîne. Lewre Tirkiye bi hemû hêza xwe êriş dike.

Dewleta faşîst a dagirker xwest di sedsala 21’an de Kurdan têk bibe, lê hesabê wan hev negirt û têk çûn. Hesabê dewleta Tirk ji aliyê gelê Mexmûrê ve hate têkbirin. Mexmûr bîreke zindî ye, ji bo dewleta Tirk bikare vê seknê pûç bike, bi her awayî êriş dike. Dixwaze keda 27 salan pûç bike, lê îro helwesta gelê Mexmûrê nîşandayî, bû sedema pûçkirina êrişên Tirkan.”

Piştî Filîz Bûdak berpirsê Hizba Komûnîst ya navçeya Mexmûr ya ser bi Musilê Hevrê Rêbwar jî axivî. Rêbwar jî êrişa ser Mexmûrê bi tundî şermezar kir û got; “Em ji gelê Mexmûrê re sersaxiyê dixwazin, berxwedana Kurdan we dike ku êriş çêbibin, ev êriş yek ji siyaseta wan e” 

Piştî axaftinan girseya gel berê xwe da be derê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê.

Li vir ji bo her 2 şehîdan merasîmek hate lidarxistin. Şêniyên wargehê bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re qêriyan. Li vir Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Yûsif Kara axivî. Kara destpêkê soza dewamkirina têkoşîna şehîdan da û got; “Em ê ji bo ku zilm û faşîzm biqede, heya dawî têbikoşin û li ber xwe bidin. Em ê vê berxwedanê tacîdar bikin.”

Piştre cenazeyên her 2 şehîdan ji aliyê jinên wargehê ve hate hildan û ber bi goristanê ve birin. Her 2 şehîdên Hêzên Parastina Cewherî bi dirûşmeyan veşartin.