Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi balafirên şer doh bi şev êrişî Mexmûr, Şengal û Dêrikê kir û li Mexmûrê 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bû, xelkê Mexmûrê dakete qadan.
Şêniyên wargehê berê xwe da Saziya Malbatên Şehîdan û saet di 11:00 de dest bi meşeke girseyî kir.
Girseya gel heta ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî meşiya û bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.
Piştre şêniyên wargehê heta ber Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê meşiyan.
Li vê derê ji bo her 2 endamên Hêzên Parastina Cehwherî ya Mexmûrê merasîmek hate lidarxistin. Şêniyên Mexmûrê cenazeyên herdu şehîdan dibin goristanê û wê bi merasîmekê veşêrin.