Xelkê Mêrdînê 1’ê Îlonê bi gotina ‘Em ê bi ser bikevin’ meşiyan

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi beşdarbûna girseyeke qelebalix ji bo 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê meşek hate lidarxistin. Turk axivî û wiha got; “Em ê destûra dijminahiyê nedin. Lê em dikarin mirovan li dora nirxên demokrasiya hevpar bigihînin hev."

Ji bo 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê xelkê Mêrdînê li navçeya Qoserê li hev civiyan û bi dirûşme û tilîliyan meşiyan.

Xelkê Mêrdînê ji bo 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê li Qoserê li hev civiyan. Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Ebrû Gunay, Mehmet Ruştu Tiryakî, Necdet Îpekyuz, Saziyên Civaka Sivîl, hevşaredarên navçeyê, rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyê, Înîsyatîfa Dayikên Aşitiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û gel beşdarî meşê bûn. Meş li pêşiya Mala Mamosteyan a li navçeyê dest pê kir. Jinan bi kincên xwe yên neteweyî û erbaneyan reng dan meşê.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Hevserokatî xeta me ya sor e”, “Jin, jiyan, azadî”, “Mêrdîn ya me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” hatin berzkirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan hatin Qada Azadiyê û ji aliyê şandeya ku Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Ahmet Turk jî di nav de hate pêşwazî kirin.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de Hevşaredar Ahmet Turk axivî û wiha got; “Baweriya me bi gelê me û berxwedanê heye. Em ê bi hêz û baweriya xwe vê siyaseta qîrêj bi erdê re bikin yek. Îro roja aşitî ya cîhanê ye lê mixabin têgihên faşîst û nîjadperest bi polîtîkayên ku gelan tîne beramberî hev ava dikin. Îro weke gel em êşa vêya dikêşin. Desthilatdarî dixwaze bi derewan îradeya gel desteser bike. Me desteserkirin fam kir lê ya me diêşîne îftirane (boxtan) e. Eger me bejna xwe li beramberî van gefan bitewanda niha em ê li cihek cûda bûna. Îro em têkoşîna azadî, edalet û wekheviyê didin. Têkoşîna me ne li dijî tu kesê ye. Em li vî welatî biratiya gelan dixwazin. Em li vî welatî pêşerojekî ku gel li dora nirxên hevpar werin gel hev dixwazin.Di navbera gelê Kurd û Tirk de dijminahiyek tuneye. Em ê destûra vê dijminahiyê nedin. Lê divê em mirovên xwe li dora nirxên demokrasiyê yên hevpar bigihînin hev.”

Piştre daxuyaniya hevpar ya Saziyên Civaka Sivîl ji aliyê Berdevkê Demê ya KESK’ê ji aliyê Ozgur Bîlek ve hate xwendin. Piştî daxuyaniyê Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mehmet Ruştu Tîryakî têkildarî pêvajoya piştî qeyûm a li Mêrdinê axivî. Piştî axaftinan mîtîng bi dawî bû.