Xelkê Binarê Qendîlê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî meşiyan

Welatiyên Binarê Qendîlê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser qadên gerîla meşiyan. Di çalakiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku bibin xwedî helwest.

Welatiyên Binarê Qendîlê bi meşekê bikaranîna çekên kîmyawî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

‘TÊK ÇÛYE, JI BO WÊ ÇEKÊN KÎMYAWÎ BIKAR TÎNE’

Ji Komîteya Amadekar Berêz Xidir axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker li hemberî hêz, îrade û berxwedana gerîla şikestiye, lewma ji bo veşartina şikestina xwe serî li bikaranîna çekên kîmyawî daye. Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê cîhanê berevajiya hemû yasayên navneteweyî û yasayên şer çekên qedexekirî û kîmyawî bi kar tîne û ewane jî li hember bêdeng in.”

Di çalakiyê de bang li har çar parçeyên Kurdistanê û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku erka xwe yên exlaqî û yasayî pêk bînin û pêşî li van kiryarên li dijî mirovahiyê bigirin.