Xelkê Şengalê li dijî darvekirina 4 ciwanên Êzidî dimeşin

Xelkê Şengalê li bajarokê Til Izêr li dijî biryara darvekirina 4 ciwanên Êzidî dimeşin.

Welatiyên Şengalê di saet 16:00’an de li bajarokê Til Izêr li dijî biryara darvekirina 4 ciwanên Êzidî dimeşin.

Meş ji aliyê tevgera ciwanên Şengalê ve tê organîzekirin. Endamên tevgera ciwan û jinên ciwan ên Êzidî jî di nav de welatî di van kêliyan de bi dirûşma ‘Na ji darvekirinê re’  ji navenda bajarok dest bi meşê dikin û hta ber derê avahiya polîsan a li navnda bajar bimeşin û li vir daxuyaniyek bê dayîn.

Meş bi dirûşman dewam e.

Hêjayî bibêrxistinê ku di 26’ê Îlona 2020’an de 2 ciwanên ji eşîra Şemir, li ser rêya navbera Til Izêr û Şengalê hatinbûn kuştin. Piştî bûyerê, di heman rojê de 4 ciwanên Êzidî ku temenê wan di bin 20 saliyê de ye, ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve bi îdîaya kuştina 2 ciwanên eşîra Şemir hatibûn girtin.

Dadgehê Ceza ya Musilê di 21’ê Nîsana 2021’an de derbarê 4 ciwanên Êzidî de biryara bidarvekirinê da.

Ji bo bicîhanîna biryarê, pêwîste Serokomarê Iraqê Berhem Salih erê bike. Eger Serokomar biryarê erê neke, wê pêk neyê.