Xelîl: Heke DAIŞ li Reqayê têk biçe êdî nikare bimîne

Fermandarê QSD’ê Xelîl bal kişande ser girîngiya pêngava Reqayê û got: ‘’Kî Reqayê azad bike di siyaseta pêş de wê bibe xwedî gotineke mezin.

Fermandarê QSD’ê Xelîl bal kişande ser girîngiya pêngava Reqayê û got: ‘’Kî Reqayê azad bike di siyaseta pêş de wê bibe xwedî gotineke mezin. Xelîl bal kişande ser polîtîkayên dewleta Tirk ku dixwaze bobelatê bi serê gelên Sûriyê de bîne û got: ‘’Çi hêz dibe bila bibe, ji kû ve jî were parastina me esas e û ev hêz wê bê bersiv nemînin.’’

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Loqman Xelîl li ser pêşveçûna pêngava rizgarkirina Reqayê û karîgeriya wê ya li ser qada navdewletî û herêmî ji ANF’ê re axivî.

 ‘ME  BAWERIYA DAIŞ’Ê ŞIKAND’

Ev 72 roj in pêngava rizgarkirina Reqayê didome. Pêngav ji roja destpêkê ve çawa diçe, niha rewş çiye?

Dema ku pêngava rizgarkirina Reqayê dest pê kir û heta niha di qada navdewletî û herêmî de li hin qadan bi rêya çapemeniyê hate gotin QSD û YPG û çeteyên DAIŞ’ê li hev kirine û wê Reqayê radestî QSD’ê bikin. Me destpêkê got ev nêzîkatî nexwestina azadkirina Reqayê yan jî derengxistina wê ye.

72 rojan li Reqayê têkoşîneke mezin hate dayin û lehengiyên mezin hate jiyîn. Gelek hevalên me yên qedirbilind û fermandar di ber azadkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dan. Layiqî navê Reqa, bost bi bost têkoşîn tê dayin, tê azadkirin û bi vê maneyê navê Cenga Mezin lê hate kirin. Berdêlên mezin çêbûn. Yek ji van jî  Fermandarê Eniya Rojhilat hevalê me Çiya bû. Ev jî nîşan dide ku li Reqayê şerê mezin tê dayin. Hêza me ev 72 roj in li Reqayê bi moral, daxwaz û planeke mezin şer dike. Belê, DAIŞ’ê ji bo Reqayê haziriyeke mezin kiribû, bi cih bûbû û bawer dikir ku hêza bikeve Reqayê wê têk biçe û vekişe.DAIŞ’ê di ser çapemeniya xwe re propagandaya ve jî dikir jixwe. Lê bi bawerî û israra şervanên YPG û QSD’ê ev baweriya DAIŞ’ê ya li Reqayê tê şikandin. Ji ber ku, bi şêwaza pêşveçûna şervanên me ti derfeta ku DAIŞ bireve nîn e. DAIŞ li Reqayê wê biqede û were tinekirin. Di van 72 rojan de nîvê bajêr di dest me de ye.

Em dixwazin çend rojên pêşiya me em Reqaya Berê ango Sûrê biqedînin. Niha em pêngavê li ser vê dikin. Em dixwazin vê qonaxa pêngavê biaqedînin û pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Bi qedandina bajarê berê em dikarin bibêjin pêvajoyeke dî wê were ragihandin. Jixwe ji bo çeteyan a giring nav Sûrê ye. Ji ber ku nav Sûrê hinekî berteng e. DAIŞ li wir çêtir dikare xwe veşêre. Hemû mal bi hev ve ne. Ji bo vê jî DAIŞ zêdetir dikare manewrayan bike. Em dixwazin bi giştî vî beşê bajêr kontrol bikin. Hêza li ser vî esasî ye. Di van kêlîkan de hêza me bi pêş ve diçe. Di van 72 rojan de baskên me yên rojhilat û rojava, li hêla avê, li xeta başûr gihaştin hev. Em vê jî weke serkeftineke mezin dibînin. Ji ber ku berê tenê bajêr di xelekê bû, niha di nav bajêr de xelek tê çêkirin. Ev li aliyên başûr, rojava û rojhilat xelek berteng dibe. DAIŞ her ku diçe di nav bajêr de asê dibe.

DAIŞ şêwaza xwe ya şer guherand. Heta niha êrîşên xwekuj zêde nedikir. Em ji tecrûbeyên berê vê dibêjin, ji ber ku li Minbic,Tebqa û li pêngavên dî wiha bû. DAIŞ’ê kengî dest bi êrîşên xwekuj kiribe ev nîşan dide ku neçar maye. Ji ber ku rêyeke ku ji bajêr derkeve nemaye. Hêzên ku pê re alîkar bin jî nemane. Ferqa Reqayê ji deverên dî yên ku hatine rizgarkirin ev e. Li Minbic û Tebqa derî vekirîbûn dikarîbûn birevin. Lê li Reqayê derî hemû li wan hatine girtin. DAIŞ niha li Reqayê pir asê bûye. Em li cîhazên wan guhdar dikin. Ji hêla manewî ve têk çûne, baweriya wan bi hev nemaye. Wan jî fêhm kirine ku êdî ew ê li bajêr têk biçin. Gelek jê êdî hewl didin ku tenê xwe xilas bikin. Ji bo vê gelek ji wan direvin. Bi rengekî dixwazin xwe xilas bikin. Cilên xwe diguherin, hin radestî me dibin, hin dema ku direvin têne kuştin ji hêla me û hin jê jî DAIŞ wan înfaz dike. Li gorî agahiyên ku ketine ber destê me 300 endamên çeteyên DAIŞ’ê di dest DAIŞ’ê de hatine girtin. Ev dema ku reviyane hatine girtin.

 ‘BI TIRKIYÊ RE TÊKILIYA WAN A MANEWÎ HEYE’

Li Reqayê çeteyên ku li dij we şer dikin bi giştî ji Sûriyê ne an ji welatê dî jî hene?

Di nav DAIŞ’ê de yên ji Sûriyê pir kêm in. Piraniya van a teslîm bûn an jî reviyan. Em jî li Reqayê bi rêya Şêx me xwe gihand malbatan û me xwest ku zarên xwe ji nav wan derxin. Ji ber ku heta ku bi DAIŞ’ê re bin wê mirin li ber wan bûna.

Li gorî ku em ji cîhazê dişopînin û cenazeyên ku dikevin destê me piraniya wan biyanî ne, Rûs, Çeçen, Ereb hene. Siûdî, Iraqî û Misrî hene. Her wiha Tirk hen. DAIŞ berê bi Tirkan bawer bû. Berê em bûne şahid, DAIŞ gelek endamên xwe ji xeta Tirkiyê derbas dikirin. Ji bo vê jî nirxekî manewî dide têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re. Niha jî endamên DAIŞ’ê yên Tirk hene. Di ser cîhazê re dengê wan tê. Di destê me de cenaze û girtiyên wan hene. Delîlên me hene. Em wiha belesebep nabêjin.

Li dijî hêzên we kîjan taktîkan dikin?

DAIŞ’ê bi çalakiyên xwekuj çend caran hewl da ku xelekê bişkîne lê bi ser neket. Berevajî derb xwar û şikest. Jixwe dema ku derbê dixwin hevalên me di ser cihêz re guhdar dikin. Digotin ji wan weye ku wê xelekê bişkînin lê bi ser nektine, heke xelek bişkendana wê rêyeke revê bidîtina. Bi vî awayî êrîş dikin. Nema dikarin xwe biparêzin jî.

‘GAVA KU WÊ LI REQAYÊ WERE AVÊTIN WÊ ÇARENÛSA SÛRIYÊ DIYAR BIKE’

Hûn Hêzên Sûriyeya Demokratîk ketin Reqayê, heke em qonaxa berdest bifikrin, bandora vê ya li qada navdewletî û herêmê çiye?

Beriya ku şerê Reqayê dest pê bike pir nîqaş hebûn bê ka wî wê bikeviyê,dawiyê QSD, YPG, YPJ û gelek pêkhateyên QSD’ê tevlê bûn. Ji destpêkê ve têkoşînek dijî DAIŞ’ê hebû niha jî di şer de heman hêz heye. Ji bo ku ev hêz bi serê xwe nekevinê gelek hewldan hebûn. Sedema wê ew bû ku ev hêz bi serê xwe nekeviyê, ev hêz xurt nebe. Ji ber ku hêza ku wê Reqayê azad bike û lê bi cih bibe wê her wiha di avakirina  Sûriyê de bi misyoneke girîng be. Ji ber ku weke parçeyê herî mezin tê dîtin. Ango em wiha bibêjin; hêza ku wê Reqayê azad bike di siyaseta pêş de wê bibe xwedî gotineke mezin. Wateya ku hêzên me li Reqayê ne ev e; Reqa ji bo Sûriyê wê bibe deriyê jiyana demokratîk, weke mînaka Minbicê. Ji ji nû ve avakirinê ta bi artêşê ev ê bibe artêşa Sûriyê. Wê bikaribe qad û bajarên Sûriyê biparêze. Ev jî tê maneya Sûriyeyeke nû. Niha ku DAIŞ li paytexta xwe bişike êdî wê nikaribe li ber xwe bide û xwe ragire. DAIŞ li deverên dî jî ku şikest ji neçarî diviya ji xwe re cihekî dî bidîta. Lê ku li paytexta xwe bişike, êdî devereke ku biçiyê wê nemîne û pêvajoyeke dî wê dest pê bike. Ev ji bo hemû Sûriyê baş e.

Li ser hewldanên hêzên navdewletî û herêmî ku naxwazin hûn li Reqayê bi pêş ve biçin çi dibêjî?

Beriya ku em bikevin Reqayê hinan nedixwestin niha jî hin ev didome. Bi taybetî herêmên ku nêzî siyasta Tirkiyê ne, ev dibe ku welatê rojava jî bi, hin hêzên herêmê û welat dibin, dîsa serkêşê van Tirkiye ye. Çawa ku Tirkiye ji bo Rojava statûyê, destkeftiyê qebûl nake, ji bo Sûriye jî wiha dike. Jixwe ti projeya çareseriyê ya Tirkiyê ji bo Sûriyê nîn e. Projeya wan a ji bo Tirkiyê dagirkirina wê ye. Çawa ku bi hêza xwe ketin Cerablûs, Bab û Ezazê dixwazin vê li Reqayê jî bikin. Belkî hêza wê têrî vê nekir lê niha dixwaze bi rêbazên cuda vê bike. Helbet bi rejîma Sûriyê re dibe ku têkiliyên wan hebin. Ji ber ku li hin qadên Reqayê dixwazin bi rejîma Sûriyê re bi pêş ve biçşin. Dixwazin tevlîheviyekê bikin. Dixwazin di navber Kurd, Ereb, Çerkez, Sûryaniyan de tevlîheviyê bikin. Niha hewl didin, dixwazin hêzeke alternatîfa QSD’ê çêbikin. Di qada navdweletî de dixwazeke hêzeke temsîla gelên Sûriyê, Ereban çêbikin. Ev ji bo Kurdan jî wiha ye. Bi salan hewl dan ku hêzeke temsîla Kurdan çêbikin, heta niha bi ser neketin. Ji bo Ereban jî bi ser nakevin. Çima? Ji ber ku te xwîna xwe rijandibe tu yê lê xwedî derbikevî. Ev ji bo Ereb û Kurdan jî wiha ye.

Li ser bêdengiya dewletên navtewî yên li ser siyasta rejîma Esad û Tirkiyê çi dibêjî?

Li qada navnetewî ti destek ji bo siyaseta rejîma Tirkiyê û Esad xuya nake  lê bêdengmayin jî tê maneya destekdayinê. Ji ber ku qada navnetewî ji her demê zêdetir divê bi hêzên ku bi pêş ve diçin alîkar bin. Diviya hêza leşkerî, siyasî û di her qadê de nas bikirana û destek bidanê. Ji ber ku tê xwestin ku welatek nû were avakirin, ji çetayan pak, azad û Ereb, Kurd, Sûryan, Çerkez bi vîna xwe dixwazin lê bijîn. Bêdengiya wan destekdayina wan e, em wiha pênase dikin.

 ‘TI GEF WÊ BÊ BERSIV NEMÎNE’

Li ser Sûriyê dagirkeriyek heye. Ev bi taybetî Tirkiye dike. Li dijî vê dagirkeriyê QSD wê çi bike?

Li ser Sûriyê wiha bibêjim; ev Cerablûs, Bab be, an jî Eza..niha gef li ser hene. Tirkiye hêza xwe geş dike, bi navên dî dixwaze artêşê ava bike, dixwaze bobelatê bi ser Sûriyê de bîne. Ji mêj ve dixwaze vê bike. Peywira hêzên me parastina gelên vê xakê ye. Kîjan hêz dibe, ji kû jî were, parastina me esas e û ev hêz wê bê bersiv nemînin. Niha em li Reqayê ne lê çi taloke çêbibe hêzên me wê li dij wan bin. Li dijî êrîşên li ser gelên van xakan hêzên me bêdeng namînin.

Piştî pêngava Reqa QSD wê pêşveçûna xwe bidomîne?

Ji mêj ve nîqaşa vê tê kirin. Ji bo me li ser xaka Sûriyê sînor nîn e. Kî dibe bila bibe, ji bo her gelê ku di talokeyê de ye peywira meya pêşî ya însanî em wan biparêzin, ev eynê me yê însanî û deynê me yê li gel e. Bi parastina gel û xakê em dikarin deynê xwe bidin. Li kû be jî li her devera ku DAIŞ hebe em ê li wir bin. Hin dever cihê nîqaşê ne, ji bo hin deveran niha naxwazim nav bidim, lê li kû talokeya DAIŞ’ê hebe em ê hebin, piştî Reqayê têkoşîna me li dijî DAIŞ’ê bi geştir wê bidome.