Xelîl: Divê pêvajoyeke nû ya Cenevreyê dest pê bike

Berdevkê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku pêvajoya Cenevreyê teviziye û ya Astana jî bi operasyona Îdlibê re di pratîkê de bi dawî bûye. Xelîl xwest, pêvajoyeke nû ya Cenevreyê dest pê bike ku Kurd jî di nav de hebe.

Berpirsyarê Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka aDemokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji ANF'ê re axivî, mijarên; dagirkirina Efrînê, gefa DAÎŞ'ê, hewldanên çareseriyê û nêrîna herêma tampon nirxand.

EFRÎN WÊ LI GELÊ XWE VEGERE

Xelîl bal kişand ser dagirkeriya li Efrînê û got, "Dewleta Tirk cografya Efrînê dagir kir, lê ti carî nikare îradeya gel û berxwedêrên Efrînê bi dest bixe. Em piştrast in ku Efrîn wê rizgar bibe. Armanca me, kar û planên me hemû ji bo vê yekê ne."

Xelîl bi bîr xist ku dewleta Tirk li pêş çavên dinyayê demografiya Efrînê diguherîne, li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dike û got, "Tevî sûcê dagirkeriyê niha jî sûcê li dijî mirovahiyê dike. Ji ber vê yekê ji roja destpêkirina êrîşan û vir ve em bi rê û rêbazên cuda li ber xwe didin. Du mehan berxwedaneke leşkerî hate nîşandan. Piştre li Şehbayê gelê me yê Efrînê dest bi berxwedanê kir. Di nava şert û mercên gelekî giran de li ber xwe dide. Em jî ji aliyê siyasî, dîplomatîk, aborî û rêxistinî dixebitin."

Aldar Xelîl berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê bi rêzdarî silav kir û got, "Bi vê berxwedanê û piştgiriya gelê me wê Efrîn azad bibe. Di hevdîtinên dîplomatîk, kar û amadekariyên me hemûyan de yek ji xalên bingehîn rizgariya Efrînê ye. Em ê bi ser bikevin. Dijmin çi dike bila bike, Efrîn wê li gelê xwe vegere."

GEFA DAÎŞ'Ê DIDOME

Der barê hebûna DAÎŞ'ê de Xelîl got, "DAÎŞ ji aliyê mejî ve hîn gefek e. Ji aliyê leşkerî ve hatibe têkbirin jî komên xwe yên veşartî hucreyên xwe yên razayî hene. Ne tenê li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî tevahiya mirovahiyê gefek e. Gefê li tevahiya mirovahiyê dixwe. Lewma têkoşîna hevpar a heyî divê ji bo paqijkirina bermahiyên DAÎŞ'ê be, divê li dijî zîhniyeta DAÎŞ'ê be. Bi vî rengî dawî li DAÎŞ'ê dikare bê anîn. Naxwe wê DAÎŞ karibe xwe ji nû ve bi rêxistin bike."

GIRTIYÊN DAÎŞ'Î BAREKÎ GIRAN E, GEFEK E

Di mijara girtiyên DAÎŞ'î de Aldar Xelîl got, "Barekî giran e ji bo rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hejmara wan gelekî zêde ye û gefê dixwin. Xwedî zîhniyeteke metirsîdar e. Ji ber vê yekê di rojeva her kesî de ne. Welatên wan nehatin, ew nebirin. Ji ber vê yekê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşniyarek kir.

Me pêşniyar li Neteweyên Yekbûyî, li hêzên navneteweyî kir ku dadgehek bê avakirin û DAÎŞ'î lê bên darizandin. Yên piştî dane wan, yên endamên wan e, di asta dewletê de yên piştgirî dane wan divê hemû bên eşkerekirin. DAÎŞ çawa derkete holê, çawa sûc kir, encamên çawa derxist holê, ev hemû divê werin eşkerekirin. Tevî vê yekê divê DAÎŞ'î hesabê sûcên ku kirine bidin."

CENEVRE Û ASTANA BI DAWÎ BÛN, DIVÊ HEVDÎTINÊN NÛ DEST PÊ BIKIN

Aldar Xelîl der barê hevdîtinên Cenevre û Astana de got, "Hevdîtinên Cenevreyê ji xwe tevizîn. Destpêkê mûxalefet li nava Sûriyeyê û li derveyî wê bi bandor bû. Lê niha rewşeke wiha nîne. Hêza xwe hemû winda kirin. Ti bandora xwe li nava Sûriyeyê nema. Ji ber vê yekê rejîm wan cidî nabîne û bi wan re rûnanê. Dewleta Tirk heta deverekê piştgirî dida wan, bajarên di destê wan de bûn diparast. Lê Tirkiyeyê jî ew firot. Destê xwe ji Xûta, Hûms, Hama, Helebê vekişand û herî dawî ji Îdlibê vedikişîne. Bêhêş bûn. Cenevre bi vî rengî tevizî. Astana jî di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de bû. Bi operasyona Îdlibê re ew jî bê bandor bû. Êdî pêvajoya Astana jî nema ye. Her çend Rûsya hevdîtinan pêk bîne jî hevdîtin şeklî ne, di rastiyê de bi dawî bûne.

Me ji destpêkê ve got, wê baş be ku hevdîtin di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de pêk werin. Niha jî jinûve zindîbûna Cenevreyê bi tevlîbûna me dibe. Ji ber ku hêzên din lawaz bûne, em dikarin rewşê bînin ziman."

HEVDÎTINÊN BI REJÎMÊ RE RAWESTIYAN

Der barê hevdîtinên bi rejîmê re Xelîl got, "Weke çareseriyeke din, bi navbeynkariya aliyekî sêyemîn em dikarin bi rejîmê re der barê çareseriyê baixivin. Hin hewldan hebûn. Lê belê rejîma Şamê qebûl nekir. Hevdîtinên heyî jî rawestand. Şert û mercên pêwîst ên ji bo diyalogê ji holê rakirin. Di rewşa heyî de hevdîtin nîne. Lê belê em dixwazin vê bêjin; divê her kes zanibe em amade ne bi aktorên bi bandor ên ku li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî û aştiyane pêşkêş bikin re diyalogê û hevdîtinên ji bo çareseriyê bikin."

FIKRÊ HERÊMA TAMPON ŞÊNBER NEBÛ

Aldar Xelîl der barê fikrê herêma tampon de got, "Herêma bi ewle hate rojevê. Niha jî di rojeva hêzên navneteweyî, Tirkan, Emerîkiyan û hêzên koalîsyonê de ye. Di vê mijarê de hevdîtinan bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dikin. Der barê mijarê de çend civîn pêk hatin. Lê belê hîn encamek jê derneketiye. Rewşeke şênber nîne. Bû rojev, lê li ser çawaniya pêkhatina projeyê tifaqek pêk nehat. Hewldan hîn jî didomin. DYE dixwaze di serî de welatên Ewropayê welatên di nava koalîsyonê de ne bike hevparê vê mijarê. Hewl dide hin tiştan bi Tirkiyeyê bide qebûlkirin. Bi rengê ku wê ne di kontrola Tirkiyeyê de be û bi mûxatabiya navneteweyî be, derdikeve pêş. Şertên me hene ku me pêşkêşî wan kirin; hin mijar bi meseleya Efrînê ve girêdayî ne, hin mijar bi cihnegirtina Tirkan di nava projeyê de girêdayî ne, hinek jî der barê hêzên li ser sînor bin. Lê belê hîn di vê mijarê tifaqek pêk nehatiye. Ji bo şênber bibe pêwîstî bi hîn bêhtir demê heye."