Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Mexmûrê qediyan

Ji bo şehîdên li kampa penaberan a Mexmûrê wê îro merasîmek bê lidarxistin.

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Kampa Mexmûrê) duh êvarê saet di 18:45'an de teqînek çêbû. Tê gotin ku teqîn ji ber êrîşa bi balafiran hatiye kirin. Meclîsa Gel a Mexmûrê ragihadin ku ji ber êrîşê şehîd û birîndar hene.

XEBATÊN LÊGERÎN Û RIZGARKIRINÊ HETA DANÊ SIBEHÊ DEWAM KIRIN

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, êrîş li dijî avahiyeke ku Hêzên Xweperastinê yên Mexmûrê lê bûn hatiye kirin. Di encama êrîşê de avahî bi temamî rûxiya û zerar li malên sivîlan ên li derdorê bû. Şêniyên Mexmûrê ji duh bi şev heta ber destê sibehê li cihê teqînê dest bi lêgerîn û rizgarkirina mirovên di binê xirbe de mabûn kirin.

REWŞA BIRÎNDARAN

Hat ragihandin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li cihê êrîşê qediyane. Lê belê hê nehatiye eşkerekirin wê çend kes ji ber êrîşê şehîd bûne. Tê payin ku li ser mijarê di saetên pêş de daxuyaniyek bê dayin. Mirovên di êrîşê de birîndar bûn li Hewlêrê tên dermankirin. Duh danê êvarê gelek mirov ji bo dayina xwînê çûn nexweşxaneyê, lê belê destûr ji wan re nehat dayin ku bikevin hundirê nexweşxaneyê. Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir. Tê gotin rewşa birîndaran ber bi başiyê ve diçe.

WÊ MERASÎM BÊ KIRIN

Li gorî agahiyên ji rayedarên Meclîsa Gel a Mexmûrê hatin girtin, ji bo mirovên di êrîşê de şehîd bûn wê îro li kampê merasîmeke girseyî bê kirin. Bernameya merasîmê wê di nava rojê de diyar bibe.

ÊRÎŞ JI ALIYÊ KÊ VE HAT KIRIN?

Çavkaniyên herêmî yên li Mexmûrê dan xuyakirin ku beriya êrîşê balafirên keşfê li herêmê firiyane. Herêma ku êrîş lê hate kirin, Qada Hewayî ya Iraqê ye. Meclîsa Gel a Mexmûrê ji ber vê yekê ji rêveberiya Bexdayê xwest ku daxuyaniyekê bide. Hemû işaret, Tirkiyeyê weke berpirsyar nîşan dide. Ji bo ev yek zelal bibe, divê hikumeta Bexdayê daxuyaniyekê bide.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÊDENG E

Wekî din, Neteweyên Yekbûyî jî ku Kampa Penaberan a Mexmûrê di bin sîwana wê de ye, hê li ser mijarê daxuyaniyek nedaye.

Daxuyaniya Meclîsa Gel a Mexmûrê ya li ser êrîşê: