Xebata Hevalbendiya Kurdistanî banga têkoşînê kir

Xebata Hevalbendiya Kurdistanî li dijî girtina wekîlên HDP'ê Guven û Farisogullari daxuyanî da, got ev têkçûna demokrasiyê ye û banga têkoşînê kir.

Xebata Hevalbendiya Kurdistanî, derbarê ji wekîltiyê danîna Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji wekîltiyê danîn  wan weke têkçûna demokrasiyê bi nav kir.

 Xebata Hevalbendiya Kurdistanî, derbarê girtin û ji wekîltiyê danîna  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû  daxuyaniyeke nivîskî weşand. Xebatê, destpêka daxuyaniya xwe de pêvajoya ji wekîltiyê danîne wekîlan û girtina wan bi bîr xist û diyar kir ku tişta ku hatiye kirin têkçûna demokrasiyê ye.

Xebatê diyar kir ji wekîltiyê xistina wekîlan a ku gel bi vîna xwe ew hilbijartine desteserkirina vîna gel e.
 
Di berdewamê de Xebatê, zextên ku li ser Kurdan tên meşandin bi bîr xist û derbarê mijarê de ev tişt got: “Rûxandina Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedîrxan a li Sêrtê, li Efrînê derxistina Kurdî ya ji nav bernameya perwerdehiyê, girtina siyasetmedarên Kurd û êrîşên li hember siyaseta demokratîk û sivîl nayê qebûlkirin. Em kirinên antîdemokratîk ku ji rêzê tên dîtin û vê hişmendiyê meşrû nabînin. Têkoşîna li hemberî vê hişmendiyê, tevî Kurdan berpirsiyariya lezgîn û sereke ya muxalefetê ye jî. An bi şirîkatiya hemû mexdûran dê têkoşîn bê kirin, an jî em ê bêdeng bimînin û bi mexdûriyetên giran û mezintir re rû bi rû bimînin.”
 
 Xebatê xwest ku di serî de CHP û hêzên xurt ên siyaseta demokratik dest bidin hev û li hemberî zextên siyasî û zilmê têbikoşin û ev tişt anî ziman: “Riya çareseriya Pirsgirêka Kurd a mayînde, ne siyaseta ewlehiyê ya nîşaneya zilm û têkçûnê ye. Çareserî, bi siyaseta aştiyane û hûmanîst pêkan e. Ji bo ku li vî welatî demokrasî ber xwe bibîne, çareseriyeke demokratik, sivîl û aştiyane divê. Riya hêz û serkeftinê di yekitiyê de ye.”