Xebat Marînos ê di Pêngava Gurzên Gelan de şehîd bû li Mexmûrê hate bîranîn

Şervanê QSD’ê Xebat Marînos ê ku di 8’ê Sibatê de li Hesekê şehîd bibû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê hate bîranîn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şehîdên di pêngava Gurzên Gelan de şehîd bibûn eşkere kir. Yek ji wan şervanan Xebat Orhan ê bi nasnav Xebat Marînos bû. Xebat Marînos li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di nava QSD’ê de li gelek herêman fermandar bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şervanê QSD’ê Xebat Marînos bi merasimekê hate bibîranîn.

Merasîm bi beşdarbûna şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên wargehê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara li ser girîngî û wateya şehîdan axivî û got “Em ê heta dawî li pey xeta Rêbertiya xwe, şehîd û şervanên xwe bin.”

Yusuf Kara di kesayeta şehîd Xebat de hemû şervanên şerê li Hesekê de şehîd ketine bi bîr anî û wiha got: “Em soz didin wan yên ku xwîna xwe rijandine, ser vê axa pîroz em li pey doz û têkoşîna wan berxwedana xwe bidomînin. Yên ku dixwestin li Hesekê cardin DAIŞ’ê zindî bikin bi berxwedana Xebatan xeyalên wan di qirika wan de hatin hiştin. Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê îrade, xweserî û hêza berxwedanê hatiye afirandin wê ti caran hêzên dagirker li Rojavayê Kurdistanê negihêjin armanca xwe. Em wek xelkê wergehê dibêjin serê Rêbertî, rêhevalên Xebat, gelê welatparêz û wargehê sax be.”

Piştî axaftina Yusuf Kara li ser navê malbatê bavê şehîd, Ehmed Orhan axîvî:

Ehmed Orhan balkişand li ser pêvajoya ku Şehîd Xebat beşdarî nava têkoşina azadiyê bûyî û wiha got: “Şehîd xebat di heftiya qehrematiyê de beşdarî nava şoreşê bû, bi wî ruhî ji heta dawiya jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê têkoşîn kir û giha asta şehadetê. Em bi kurê xwe şanaz in û em ê wek malbat heta dawî şopdarê rêya şehîd û şervanên xwe bin.”

Merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.