Xebat Andok: Firsenda dîrokî divê ji dest neyê berdan

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bang li her kesî kir ku di hilbijartinên Stenbolê de li dijî AKP'ê dengê xwe bi kar bînin û got, "Yên ku dixwazin ji AKP'ê rizgar bibin, firsendeke dîrokî ketiye destê wan. Divê vê firsendê bi kar bînin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV û pêngava berxwedana li dijî tecrîd û hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê yên 23'ê Hezîranê nirxand.

Pêngav niha nehatiye bidawîkirin, ango yekser ji bo têkbirina faşîzma hem têkoşîna gelê Kurd û giştî li seranserê Tirkiyê ev tê berdewamkirin. Ji vir û şûn de vê pêngavê hûn çawa şîrove dikin yan jî, ji vir şûn de taybet ji bo demokratîkbûna Tirkiyê ev pêngav divê çawa were rêvebirin?

Destpêkê em şehîdên pêngavê bi rêz û minet bi bîr tînin. Em dîsa sond dixwin, heta ku em bigihijin armanca wan hevalan, heta ku em têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin em ê her têbikoşin.

Pêvajoya pêngavê hê jî didome. Dema ku grevên birçîbûnê û rojiyê mirinê hebûn, di nava civakê de jî heta astekê liv û tevgerek hebû, li gel kêm û kurtasiyên xwe jî. Halê hazir grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi banga Seroktiya me bi dawî bû. Ji ber ku xwe gihande armanca xwe. Seroktiya me bang li çalakgeran kir û bi vê çarçoweyê bi dawî bû. Heke fikreke wiha çêbûbe ku êdî pêngav bi dawî bûye, ev fêhmkirin û têgihiştineke şaş e. Çikû faşîzm halê hazir hê jî didome. Demokratîkbûyinek lazim e. Di dewleta Tirk de guhartineke mezin hewce ye. Gelê Kurd jî di nav de hemû beşên civakî yên li Tirkiyê dijîn, xwedî pirsgirêk in. Mînak pirsgirêka Kurdan a bûneweriyê heye. Hê jî navê Kurd û Kurdistanê nayê qebûlkirin. Hê jî zimanê wan nayê qebûlkirin. Hê jî Kurd nikarin bi çanda xwe hebin. Hê jî Kurd ne xwedî welat û axa xwe ne. Hê jî bênasname ne. Ji bo vê jî pirsgirêka Kurdan a bûneweriyê heye. Rast e, bûneweriyek heye lê kesek vê bûneweriyê bi naveroka xwe, bi haveynê wê nas nake. Ji ber vê jî tine tê hesibandin. Ji ber vê sedemê heta ku di dewletê de guhartineke mezin çênebe, dewleta heta ku neyê ser rêya ku êdî Kurd û Kurdistanê nas bike, heqê gelê Kurd ji serî heta binî bide, ev nakokiya ku bi dewleta dagirker re heye wê bidome. Ji bo vê jî pirsgirêkên Kurdan hene. Lê yên xwedî pirsgirêk ne tenê Kurd in. Li Tirkiyê pirsgirêkên hemû civakan hene. Çikû ne welatekî wiha ye ku azadî, demokrasî, dadmendî lê hebe. Em hemû her roj dişopînin, civakeke pir biêş e. Her roj mirov têne kuştin, yan jî xwe dikujin. Herî dawî dîsa ji ber bêkariyê, ji ber birçîbûnê, ji ber rewşa antîdemokratîk hwd. mirov xwe dikujin. Mirov pirsgirêkên aborî yên pir giran dijî. Mirov ji ber hêzên desthilatdarxwaz pir ji hev dûr ketine. Hema hema bi haveynê mirovan hatiye lîstin. Bi kurt û kurmancî hem li Tirkiyê pirsgirêk hene û hem jî li Kurdistanê pirsgirêk hene. Yên ku van pirsgirêkan bi civakan didin jiyîn jî heman hêz in. Dewleta ku ji hêla AKP-MHP'ê ve tê rêvebirin, ev hêz in. Helbet vê desthilatê ne bi vanan dest pê kir, yên beriya van jî, zêde ne demokratîk bûn. Heke demokratîk bûna jixwe ev pirsgirêk wê bihatana çareserkirin. Ji bo vê jî domiya. Ji bo ku li Tirkiyê demokrasî geş nebû ev pirsgirêk hemû didomin. Halê hazir jî yên li desthilatê AKP-MHP ne. Wekî berdewamiya hêzên dagirker, hêzên desthilat yên beriya xwe ne, lê zêde dikin, dixwazin vê desthilata xwe bidomînin. Ji ber vê jî nerazîbûn ji her aliyan ve, hem ji aliyê Kurdistanê ve û hem jî ji ajiyê Tirkiyê ve li dijî van hêzên desthilatê hene û divê hebe jî. Ji bo vê jî divê ti kesek xwe nexapîne. Yanî ti guhartineke wiha ku haveynê dewletê biguherîne, dewletê li bara demokrasiyê, civakê hestiyar bike, dewlet hinekî tobe bike (hin rayedarên dewletê dibêjin, belî dema pêş, 'em tobe bikin') hê nehatiye wî halî. Tobe bikin ji bo ku ev qasî rantxurt in, ji ber ku ev çend bê edelat in, ji ber ku ev qasî dûrî wekheviyê ne, dûrî exlaq in. Li ser esasê ezezîtiyê, bi çarçoweya berjewendîperestiyê tevdigerin. Zalim in. Ango hê nehatine wî halî ku ji ber van tiştan tobe bikin. Jixwe ku dewleta Tirk ji van aliyan ve tobe kir, wî çaxê mirov dikare bibêje ku faşîzm li holê nemaye. Lê halê hazir ji serî heta binî mirov dikare bibêje, li Tirkiyê faşîzmek heye.

Wê çaxê mirov dikare bibêje tehma demokratîkbûnê hîna li Tirkiyê tine. Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re du hevdîtin çêbûn. Balê dikişîne ser siyaseta demokratîk. Li hemberî faşîzma heyî têkoşîneke gelekî dijwar tê dayin. Kurd pêşengiya vê dikin. Gelek kes, siyasetmedaran, hem li hundir û hem li derve nerînên Rêberê Gelê Kurd pir nirxdar dîtin, ji bo siyaseta demokratîk. Ji vir û şûn de wê rewşeke çawa derkeve holê? Hem wê faşîzm hebe û hem jî Kurd wê siyaseta demokratîk bikin. Di vê pêvajoyê de guhartineke wiha pêkan e?

Jixwe bi qasî ku tê xwestin nikarin siyaseta demokratîk bikin. Ji ber ku rojane êrîşê tînin ser Kurdan û hemû civakê. Jixwe gelek kes têne girtin, destgîrkirin, qedexe gelekî hene. Mirovan mecbûr dikin ku koçber bibin, ji Kurdistanê û Tirkiyê biçin. Her kes van nîqaş dike. Mêjiyê Tirkiyê piranî koçber bûne û çûne deverên din. Ji bo vê ev hemû pirsgirêkên demokratîkbûyinê ne. Heke li cihekî demokrasî, aramî, nirxê fikr, fikirên cuda nebe, axaftin nebe, cihekî ku qîmeta mirovan û jiyanê lê nebe, li wî welatî aramî jî wê nebe. Niha halê heyî Tirkiye ji ber vê tim di krîzê de ye. Tişta girîng ev e, gelo ev welat wê ji wan re were hiştin an yên ku dixwazin jiyaneke aram, demokratîk bijîn wê têbikoşin an na. Mesele ev e. Halê heyî divê têbikoşin. Kurd di vê pozîsyonê de ne; qada siyaseta demokratîk jî di nav de, Kurd ji serî heta binî, ne tenê niha, ev ji 200 salî zêdetir e, Kurd ji bo ku hebûna xwe ewle bikin, mîsoger bikin, têdikoşin. Mirov bide ser hev bi milyonan şehîdên Kurdan hene. Ev wiha badilhewa çênabin. An jî vikîvala çênabin, ji bo fantaziyên hinan çênabin. Ji bo ku hebûna gelê Kurd mayinde bibe, çêdibe. Ji ber vê ev têkoşîn didome. Her wiha li Tİrkiyê jî curbecur, beşên civakê yên cuda, têdikoşin. Li vir tişta girîng ev e ku demeke têkoşînê heye. Çimkî di halê heyî de faşîzm heye. Li dijî faşîzmê mirov encex dikare têbikoşe,tiştekî dî yê ku were kirin tine. Çiku faşîzm ji tiştekî dî fêhm nake. Naxwe kî naxwaze bi aramî bijî, kî naxwaze bi pergaleke demokratîk bijî, mirov bikaribin bi rehetî biaxivin. Lê tiştekî wiha tine.

Tecrîda li ser Serokatiya me tê maneya tecrîda li ser her kesî. Ji ber ku ev baş nehate vegotin ji bo vê jî pêngava heyî piranî, tu dibe qey tenê pêngava Kurdan e. Wek ku tenê ji bo hin xwestekan Kurdan be, hate fêhmkirin. A rastî ne wiha bû. Aniha li Tirkiyê tu lê binerî, tecrîdeke bi her hawî li ser hemû kesî heye. Mînak, kes dikare bi rehetî biaxive? Bala xwe bidinê, tecrîdek, dorpêçek li ser axaftinê hatiye danîn. Dorpêçek li ser hîsan heye. Di her milî de ev heye. Kesek nema diwêre biaxive. Mînak rojane em dibînin, ropartajên ku li kuçeyan têne kirin mirov newêrin bibêjin bê ka wê rayên xwe bidine kîjan partiyê. Ev tecrîd e. Tecrîd, dorpêç li ser jinê heye, bi qasî ku di dema AKP'ê de jin hatine kuştin, di ti demê de, di diroka Tirkiyê de ev qas jin nehatine kuştin. Tecawiz ti demê bi qasî dema niha çênebûne. Bi her hawî, dorpêçek li ser jinê, ciwanan, li ser qada demokratîk, siyasetê, li ser siyasetmedaran, li ser karsazan, karmendan, karkeran, bi kurt û kurmancî li ser hemû beşên civakê heye. Ji ber vê dorpêç heye, tecrîd heye. Ev zexteke li ser civakê. Weke hemû faşîstan kirî ew jî dixwazin bi wî şeklî bikin. Dixwazin vîna civakê bişkînin. Dixwazin ku ew çi bibêjin civak li gorî wan be. Dixwazin êşên kî hebin bila nebêjin, bila kesek xwestekên xwe nebêje, fikrên cuda neyên ser zimên, liv û tevgereke cuda hebea bila neyê pêk anîn. Li gorî xwesteka xwe dixwazin rê ve bibin. Li gorî berjewendiyên xwe dixwazin. Ev jî têra xwe derketiye holê. Vê dema dawî rûreşiya AKP'ê pir zêde derkete holê. Çiye, xwedî tovekî çawa ye bi her hawî diyar bû. Ev ên li derdora Erdogan jî hemûyan dev jê berdan û çûn. Davutolu jî di nav de gelek kesan rexneyên pir hişk, cidî li Erdogan dikin. Bi kurtasî hemû di vê niqtê de digihijin hev, dibêjin, tu ji exlaq dûr ketî, tu ji edelatê dûr ketî, tu ji nirxû hîsê mirovbûnê dûr ketî. Tu îslamiyê, hêzê dewletê ji bo wê bi kar tînî, tu hîsên civakê jî ji bo vê bi kar tînî. Bi kurt û kurmancî, yanî mirov ji bo ku bişîbinî, tu bûyî wek Firewnek, weke Nemrûdekî. Rohilata Navîn çanda Firewn û Nemrûdan pir baş nas dike. Çi hatiye serê wan ew jî diyar e. Vêca, ji Erdogan re dibêjin, tu bûyî Firewnek, tu bûyî Nemrûdek. Firewn û Nemrûdan nekarîn ku xwe xilas bikin, tu yê çawa xwe xilas bikî. Ev çend wiha neçe, hinekî were ser hemdê xwe. Tu ji ser hemdê xwe çûyî. Hêza desthilatê, nîmetên dewletê hişê te ji serê te birine, tu bi dirûvê xwe bişîbî mirovan jî, tu ji mirovbûnê dûr ketiye, vegere ser rê. Bi kurtasî her kes vê dibêje lê ji ber ku hinekî bêrêxistinî heye, ji ber ku zalim û zordar e, nahêle her kes biaxive, her kes nerînên xwe bîne ser ziman. Hakimiyeteke nixumandî çêdike. Milet piçekî fersendê bibîne, yanî ew ev qas behsa Geziyê dikin, lê ku civaka Tirkiyê careke dî fersendê bibîne, wê deh carna li Geziyê bîne serê wî

ê koka wî biqele. Heke vê êşa civakê hê nabîne, vê hêrsa civakê hê nabîne, vê xwesteka civakê ya ji bo demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê, edelatê hê jî nabîne, ev yekî fêhmkor e. Hişê wî sekiniye, bi nîmetên deshilatê. Ji bo vê jî, heke mirov bi giştî bîne ser ziman, rewşa wî mîna reşwa Fîrewn e, mîna ya Nemrûd e. Lê ne mîna hêz Firewn û Nemrûdên ku xwedî hêza mitleq in, hêza wî ev qas tine. Demên xwe yên dawî dijîn, li ser lingan jî nikarin bisekinin. Helbet ev jî bi têkoşînê çêbûye, taybet ev têkoşîna dema derbas bûyî weke fînalê bû. Hem encamên hilbijartinên 31'ê Adarê ew kire vî alî, hem jî bi taybet ev greva birçîbûnê, rojiya mirinê, nexasim bi pêşengiya dayikan Kurd ên çarikspî, ev organîzasyoenek cidî bû. Ev ê hîs, kîn û nefreta civakê ya li hemberî zilmê derxiste holê. Hezkirin, exlaqê mirovan derxiste hole. Vê, zexteke pir mezin li hundir û derve li ser van faşîstan kir. Ew jî mecbûr man ku hevdîtinan bi Serokatî re bikin. Tiştên ku digotin qet nabe, bi vî şeklî bû. Hem rûyê faşîzmê bi têkoşînê derkete holê û hem jî faşîzmê ji wê hewaya xwe ya xurt pir tişt winda kir. Ev jî bû berhema têkoşînê, ya berxwedanê. Ti faşîstek, zalimek, zordarek, bi xêra bavê xwe ,yan jî ji ber xwe ji hêza xwe tiştekî kêm nake. Li hemberî wê wexta têkoşîn çêbû, wexta berxwedan çêbû, wexta ku zext li ser bû, ji bo hebûna xwe bidomîne mecbûr dimîne ku xwe biguherîne. Vê dema dawî bayê wan hinekî kêm bûye, wiha xuya dike. Ev jî bi têkoşînê ye. Têkoşînê ev anîne vî halî. Têkoşîn zêdetir rêxistinî û xurt be, wê wan bi erdê ve bike yek.

Hilbijartinên li Stenbolê berê jî pir hate nîqaşkirin. Girîngiyeke xwe heye. Ev ji bo pêşeroja Tirkiyê, ji bo demokratîkbûna Tirkiyê girîng e. Dixwazim pêşî behsa rola HDP'ê bikim. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di vê demê de xwedî roleke çawa ye? Di heman demê de HDP ne tenê partiyeke Kurd e, partiyeke Tirkiyê ye, lewazî dibe, an jî rol û mîsyona xwe di vê demê de divê mirov çawa binirxîne? Bandora Kurdan di vê hilbijartinê de çiye?

HDP rast hatiye pênasekirin. Jixwe di avabûna wê de fikrên Seroktiya me esas bûn. Fikrên Seroktiya me jî bi çarçoweya fikrên partiyekê de wêdetir in. Seroktiya me li sirûşta mirov dinere, li sirûşta civakê dinere, dibêje, heke amûrek hebe, heke rêxistinek hebe divê li gorî vê be. Ango divê giş sirûştî bin. Dêhna xwe didiyê ku civak pirreng e. Dêhna xwe dide Tirkiyê ku civak rengîn e. Weke ku Erdogan dibêje, ne yek milet e, pir milet hene li Tirkiyê. Ne tenê çandek heye, pir çand hene. Ne tenê zimanek heye pir ziman hene. Ango Xweda Kurdistan û Tirkiye pir rengî çêkiriye. Serokatî li vê sirûşta civakê dinere, dibêje, heke partiyeke bi çarçoweya berjewendiyên vê civakê tevbigere wê çaxê, ne ne bixêra xwe, mecbûr e li gorî vê civakê be. Ji ber vê jî, yê ku HDP ava kirîn, yê ku aniha siyaseta HDP'ê dikin, ew jî helbet vê fikra ku xwe dispêre sirûşta civakê bawer dikin, vê esas digirin, wan jî partiya xwe bi vî şiklî çêkirin. Ji bo vê bi qasî ku em fêhm dikin, HDP partiya hemû Tirkiyê û Kurdistanê ye. Ya Romana ye, ya her kesî ye. Ya Lazan e, ya Çerkezan e, ya Kurd, Tirk, Ereban e. Dewlemendiya Tirkiyê û Kurdistanê mirov nikare bîne ser ziman, ev qasî zêde ye. Ew hemû di nav pergala netew-dewletbûnê de helanin, hewl didin ku bihelînin. Bi kurtasî HDP ya her kesî ye. Lê HDP çi qasî vêya dikare bide naskirin, di vê xalê de pir kêm dimîne. Bi rastî jî mirov carinan şaş dimîne. Yanî partiyeke ku di milê zihnî de ev çend dewlemend be, di heman demê de jî wê di pratîk de jî hemû cureyên çandê vehewîne, hemû gel temsîla wan di nav de hebe, aniha Êzîdî jî, Sûryan jî, Ermen, Ereb jî tê de hene, Tirk jî, Kurd jî tê de hene, hewl dan ku Romanan jî têxinê, bi kurtasî pir berfireh e. Li gorî civakê pir berfireeh e, rengîn e. Lê ev pir rengiya wê zêde dernakeve pêş, an jî nikare xwe zêde vebêje. Gelo sedem çiye? Mînak ez li dewsa HDP'yiyan bûma, ez ê hinekî bifikiriya ma, çima ez ev çend yek reng xuya dikim. Mohra Kurdan heye, helbet, ji bo giştî Tirkiyê de, hinek wiha ye. Çikû hêza katolîzor dibêjin, hêza pêşeng a demokratîkbûyina Tirkiyê ji aliyê Kurdan ve tê kirin. Niha jî civaka herî rêxistinî Kurd in. Nifûsa herî zêde li derveyî Tirkan Kurd in. Bi awayî sirûştî rengê Kurdan helbet wê hinekî li pêş be, ev tiştekî dîtir e. Lê çima tenê weke partiyeke Kurd tê dîtin, divê HDP'yî hinekî ji xwe bipirsin. Helbet hin kes dixwazin bi vî şeklî bikin. Mesela xebatên MÎT'ê hemû bi vê çarçoweyê ne, dixwazin HDP tenê bibe partiya Kurdan. Dewleta dagirker ji serî heta binî dixwaze HDP tenê bibe partiya Kurdan. Dema ku mirovli 7'ê Hezîranê binere, 7'ê Hezîranê haveynê dewleta Tirk guhart. Hetanî wê demê HDP, yan jî kevneşopiya HDP'ê, ew partiyên ku li ser navê Kurdan ketin hilbijartinê, hemûyan ti demê 10 ji 100'î derbas nekir. Lê wexta ku Kurdan xwe kire Tirkiyeyî, bi nerînên Serokatî, wext ku Kurd û Tirk bûn yek, wexta ku Kurd û çandên cuda bûne yek, hemû miletên cuda bûne yek, evê sînerjiyeke çêkir, bû hêzeke mezin. Vê jî 14 ji 100'î deng anî. Me destpêkê behsa faşîzmê kir, ji ber ku her kes bi faşîzmê re nakokiyan dijî, bi pirsgirêk e, faşîstekî ku her kesî têr bike tine. Faşîstekî ku civakê razî bike tine, çikû faşîzm zalim e, zalimekî ku bibe komunal, bibe yê hemû civakê tine. Ser civakê zalimtî tê kirin. Ji bo vê pirsgirêka her kesî bi vê zilmê re heye. Ji ber vê, 7'ê Hezîranê her çendî 14 ji 100'î deng hatibe standin jî, ya rastî potansiyela ku HDP bikaribe dengan bigire pir û pir zêde ye. Aniha mirov bibêje, wê bibêjin, ma ev qas dibe. Ji bo vê em nayînin ser zimên. Naxwe li derveyî faşîstên Tirkiyê hemû kes bi awayekî objektîf dengdêrê HDP'ê ye. Ji bo ku nedin HDP'ê ti sedemek tine. HDP zalim e? Na. HDP ne kurtêlxur, ne rantxur e. Ji serî heta binî dibêje ew hêzeke civakî ye. Ez ya her kesî me, ez ne tenê ya Kurda me, ez ya Laza me, ez ya Çerkeza me. Naxwe derd çiye. Çima tu ev çend teng î? Ji bo vê yekê jî HDP ku tenê di nav sînorên Kurdistanê de bimîne, tam jî wê li gorî dewleta dagirker û li gorî xwesteka MÎT'ê wê tevbigere. Ya rast ew e ku HDP li gorî bernameya xwe be, li gorî zihnîyeta xwe be. Zihnîyeta wî zihnîyeteke demokratîk e. Xwe dispêrê netewaya demokratîk. Neteweya demokratîk xwe naspêre têkiliyên xwînî, xwe dispêre têgihiştine exlaqî û polîtîk a civakê. Civakîbûyinê esas digire. Ji bo vê yekê HDP ya her kesî ye. Weke ku me diyar kirî, nikare propagandaya xwe bike. Nikare baş xwe bide naskirin. Nakeve her derî kar nake, ev hinekî HDP'ê teng dihêle. Ji bo vê jî, li ser kaxezê tevî ku rol û mîsyona wê pir girînge jî ji bo Tirkiyê, tevî ku di milê zihnî de pir berfireh jî lê pratîk ne li gorî zihniyetê ye.

Em dikarin wiha bibêjin; wek hin partiyên siyasî, muxalefet, hêza demokrasiyê yan jî li hemberî faşîzmê ku bikaribe berfirehtir têbikoşe, gelo hê li ser psîkolojiya wê zexteke faşîzmê li ser xwe dibîne û ji bo vê berfirehtir nabe?

Di nav hev de ne. Helbet, êrîşa ku faşîzma li ser HDP'ê dike naşibe ya li ser partiyên din. Êrîşeke wiha li ser ti partiyeke din tine. Temam faşîst e, lê faşîzm bi heman şêwazî êrîşê nabe ser her kesî. Mînak êrîşa li ser Kurdistanê naşibe êrîşa li ser deverên din. Ji ber ku biryara ku li ser Kurdan hatiye standin, qirkirin e. Dixwazin Kurdan ji holê rakin. Dixwazin Kurdistanê parçe parçe bikin, dixwazin bi demografiya Kurdistanê bilîzîn. Dixwazin Kurdbûnê ji Kurdan bistînin. Ne êrîşa wan a li ser Kurdistanê dişibe êrîşên cuda, ne jî êrîşa wan a li ser HDP'ê dişibe êrîşên li ser ên din. Çima wiha ye? Ji ber ku ew dizanin ku HDP çiye. Heke bi rastî jî HDP bi çarçoweya ku em behsê dikin, li gorî bernmeya xwe, rêxistiniya xwe bike, wê bi rehetî bikaribe bikeve Behra Reş jî, li Behra Spî jî wê bikaribe rêxistiniya xwe bike. Li Egeyê jî wê bikaribe rêxistiniya xwe bike. Li Anatoliya Navîn jî bikaribe rêxistiniya xwe bike. Li her deverê wê rêxistinê bike. Wexta ku li her deverê rêxistiniya xwe kir, ji ber ku hêzeke civakî ye, hêzeke ku berjewendiyên xwe esas nagire, hebûna xwe ji serî heta binî ji bo civakê ye, di wê niqtê de wê bibe hêza herî mezin. Belkî were bîrê, dema berê AKP'yiyan gotin, HDP 25 ji 100'î deng bistîne wê çawa bibe? 30-40 ji 100'î deng bigire wê çawa bibe? Bifikirin ku dewleta Tirk ji aliyê HDP'ê ve tê rêvebirin. Jixwe ziravê wan ji vî tiştî diqete. Ji ber vê faşîst tevdîra digirin. Ji ber vê jî êrîşên cuda tînin. Lê tenê ne ev e. Mirov tenê vê pozîsyonê di çarçweya êrîşên dewletê de binirxîne ev ê xwexapandin be. Bandora rehetiyê çi qas li ser wan heye. Li Kurdistanê karkirin hinekî rehet e. Tişta hinekî zehmet ketina Tirkiyê ye. Mînak divê bikaribin li Semsûnê kar bikin. Mînak carekê birêz Ahmet Turk çûne Semsûnê êrîş birin ser wan. Wê çawa bikaribin biçin Semsûnê bi rehetî kar bikin? Wê çawa bikaribin li Behra Reş bi giştî ji faşîzmê bigirin. Çima mesela ew der ji aliyê faşîzmê ve were rêvebirin? Li wan deran karkirin hinekî zehmet e, çima naçin. Li Amedê kar hinekî rehet e. Li Wanê karkirin hinekî rehet e, ji ber ku civak bi salan e xwe rêxistinî kiriye, bi civakê re têgihiştinek heye li hemberî faşîzmê bi sekn in, li ser vî esasî ye. Divê hinekî ser vê bandora rehetiyê bisekinin. Têgihiştina yên qada siyaseta demokratîk çi qasî têgihiştina neteweya demokratîk e? Çi qasî xwe ji sînorê netewperestiyê xilas kirine? Xwe ji sînorên tengbûyinên xilas kirine? Çi qasî li gorî sirûşta civakê tevdigerin. Yanî zihniyeta neteweya demokratîk çi qas daqurtandine, ew zihniyet çi qasî bûye zihniyeta wan divê hinekî li ser vê bisekinin. Dîsa sedemên curbecur mirov dikare bide. Sedem ne tenê yek e, sedema wê ne tenê dijmin e jî, êrîşên dijmin jî di navê de lê nexasim, çavkanî şaşiyên nav siyaseta demokratîk e, mirov li wir lê bigere, mirov rexneyê li xwe bike û bikeve nav pêvajoyekê wê zêdetir ev serkeftina ku em dibêjin, siyaseta demokratîk dikare Tirkiyê dest bixîne.

Hilbijartina Stenbolê her kesî eleqedar dike. Hikûmeta AKP'ê bigire heta bi tifaqa xwe ya MHP'ê re, CHP'ê û hemû partiyên din eleqedar dike. Bi nerîna we, di van hilbijartinan de, eniya demokrasiyê wê xwedî roleke çawa be? Di hilbijartinan de wê helwesteke çawa nîşan bide? Kiliçdaroglu got em îradeya gel radestî ti desthilatdaran nakin. Hûn vê hilbijartinê çawa dinirxînin?

Hilbijartin didome, di rewşa normal de 31'ê Adarê diviya biqediya. Lê ji ber bêrêxistiniya muxalefetê, (pir pesnê xwe dan, gotin, hilbijartina ku em bi ser ketine, em ê bernedin, em ê nehêlin hinek dest li ser deynin) lê mixabin wiha nebû. Ne performansa HDP'ê bi vî şeklî derket û ne jî performansa CHP'ê bi wî şeklî derket. HDP'ê li Kurdistanê pir cî girt lê li ser navê BHQ'ê dest danîne ser wan deran û zehf zêde refleksek jî çênebû. Heke mirov li hemberî faşîzmê wiha pir dijwar nebe, têkoşer nebe, tiştê heyî jî wê ji dest bigirin, ev esas e. Heman tişt ji bo Tirkiyê û ji bo Kiliçdaroglu jî çêbû. Ne tenê CHP'ê, bi taybet şerîta ew ê heta bidestxistin, weke tifaqa demokrasiyê. Lê li wir jî sistbûna hêzên muxalîf bû sedem ku faşîzma AKP û MHP'ê xwe hinekî kom bike, nexasim jî hilbijartina Stenbolê betal bike. Niha jî bi hemû hêza xwe hewl didi ku wê derê bistînin, hesêb dikin, ku wê derê bistînin, temenê xwe hinekî bidomînin. Ev atmosfer hinekî çêkirine, rastî jî heke di hilbijartina Stenbolê de AKP û MHP bi ser bikevin wê vê bikev bingeh û heta ku jê were wê faşîzma xwe bidomînin. Helbet dîsa wê pirsgirêkan bibîne. Li navxwe jixwe pirsgirêkên curbecur hene. Civak hemû ji wan dûr ketiye û faşîzm heye. Pirsgirêkên aborî hene. Têkiliyên wan ên dîplomatîk ne baş in, werhasilê, tevî ku ev pirsgirêk dîsa jî wê hebin lê ew ê jî hewl bidin ku vê desthilata xwe bidomînin. Wê dijwartir bibin û zêdetir êrîşkar bibin. Ev hesabê wan e. Divê muxalefet vê bizanibe. Kêmasiyên wan bûne sedem ku vê fersendê bibînin ku hebûna xwe bidomînin. Naxwe ya rastî piştî 31'ê Adarê AKP û MHP têk çûbûn. Niha jî mirov nikare nebêje têk neçûye lê îhtîmal heye ku dîsa xwe komî ser hev bikin. Sedema vê jî ji hev bela bûne muxaletê ye. Encamên 31'ê Adarê pir girîng bûn, AKP û MHP hilweşiya. Li Tirkiyê nifûsa herî zêde winda kirin. Aboriya Tirkiyê winda kirin. Bazirganiya Tirkiyê winda kirin. Sanayiya Tirkiyê winda kirin. Turîzma Tirkiyê winda kirin. Her tiştê Tirkiyê winda kirin. A rastî wiha bû. Kurd jî winda kirin. Jixwe ji bo ku bikaribin hebûna xwe di Tirkiyê bi hêzekê bidomînin Kurd ji te re lazim in û bajarên mezin ji te re lazim in. Kurd jî winda kirin û bajarên mezin jî winda kirin. Lê HDP jî di nav de muxalefetê ev encam bi qasî ku tê xwestin neda ser hev. Di herêmê de îtîfaq hebû, mesela li Edene ev îtîfaq hebû ku ev encam derkete holê. Li Mêrsînê, li Hetay, Entalya, li Izmîr, Stenbolê, li her deverê ji ber ku civak derkete derveyî sînorên partiyan, li hemberî faşîzmê helwesteke civakî danî, ev encam derketin holê. Lê hêzên siyasî li gorî xwesteka vê civakê tevnegeriyan. HDP'ê jî ev tam bi rêk û pêk nekir. Hewl dan lê pir lewaz bûn. Zêde roleke pêşeng nikarîbû bide pêşiya xwe. Wiha weke ku rol û mîsyona ku dikeve ser milê wê tenê dengdayin be. Rastî jî stratejiyeke rast danîn, vê stratejiyê kar jî kir, mirov dikare bibêje, AKP û MHP jî hilweşand. Lê bi rengekî ku vê xurtir bike, hê çalaktir bizanibe ku encamên encamên wê ne, siyaseta vê tiştî bike, nehêle ku muxalfet xwe bi rehetiyê berde, wekî ku pêlek çêbûye, bikeve nava wê pêlê hê zêdetir xurtir bike û wiha biherike ku faşîzmê têk bibe. Ji van aliyan ve ne performansa HDP'ê û ne jî ya hêzên din zêde çênebû. Jixwe yên dinê çênabe jî. Yên dinê mesela hê jî guman pir in. Gelo çi qasî dixwazin ev AKP-MHP têk biçe, li ser vê guman hene. Lê bi esasî ya ku vê rolê bilîze helbet divê siyaseta demokratik be, HDP be lê HDP jî xwe pir teng hişt. Hinekî şibiya encamên 7'ê Hezîranê. 7'ê Hezîranê jî ku were bîra me encameke pir xurt derkete holê. Lê siyaseta vê nehate kirin, ev jî bû sedem ku AKP-MHP şîrîktiyekê bikin, ji wê demê heta niha bi çarçoweya darbeyê dewletê rê ve bibin. Helbet ev di vê astê de nîn e, yanî AKP û MHP wê fersendê nabîne ku qasî piştî 7'ê Hezîranê xwe kom kir ser hev, ev fersend niha tine. Lê hê jî hêviyek bi wan re çêbûye. Bi taybet jî hêviya xwe niha jî ji serî heta binî bi hilbijartinên Stenbolê ve girêdane ji ber vê jî hilbijartinên Stenbolê, herî kêm bi qasî hilbijartinên 31'ê Adarê girîng e. Heke HDP jî di nav de hemû hêzên Tirkiyê dixwazin faşîzma AKP-MHP'ê têk biçe neçar in ku di hilbijartina 23'yê Hezîranê ya Stenbolê de bi ser bikevin. Ji bo vê jî bi seferberî divê kar bikin. Mirov dikare girîngiya hilbijartina Stenbolê bi vî rengî bibêje. Pir û pir girîng e, pir û pir diyarker e. Wê her tişta desthilatê û dewleta Tirk jî diyar bike.

Grevên birçîbûnê dewleta Tirk gelekî tengav kir. Bi dîtina we siyaseta hikumeta AKP'ê ya li dijî Kurdan wê ji niha û pê ve çawa be?

Hilbijartinên Stenbolê bi qasî ku ji bo Kurdan û hêzên demokratîk girîng e, ewqasî ji bo hêzên desthilatdariyê jî girîng e. AKP-MHP eger dixwazin emrê xwe yê desthilatdariya bidomînin, neçar in di hilbijartinên Stenbolê de bi ser bikevin. Eger di hilbijartinên Stenbolê de bi ser nekeve, yanî encamên 31'ê Adarê derkeve, bi dîtina min wê neçar bimînin ku biçin hilbijartinê. Zemîna polîtîkaya ku Erdogan ji bo hundir ji bo derve dike, ji holê rabe. Ji bo karibe polîtîkaya li dijî Kurdan li hundir û derve dimeşîne bidomîne, divê zemîneke xwe ya xurt hebe. Em zemîn bi pêngavê, bi hilbijartinên herêmî pir hejiya, her tiştên wî kete nîqaşê. Êdî alternatîfên cuda ji nava wî derketin, dinya alemê dît ku Tirkiye ne mecbûre ji aliyê Erdogan ve bê birêvebirin. Ji ber vê yekê zemînê Erdogan hejiya ye, niha nikare li ser lingan bisekine. Ji bo karibe polîtîkaya xwe bidomîne mecbûre zemîna xwe hinekî din bişidîne û bi hilbijartinên li Stenbolê dixwaze zemînê xwe bişidîne. Ji bo wan ev pir girîng e. Lewma bi hemû hêza xwe biryareke wiha derxist. Herî kêm bi qasî wan neçariyek ji bo hêzên mûxalefetê jî heye. Di nava hêzên mûxalefetê de jî mecbûriyeta herî mezin bi dîtina min ji bo hêzên demokratîk e. Mebesta me ji hêzên demokratîk ew e; yên ku bi rastî jî dixwazin di çarçoveya rengîniya Tirkiyeyê de û Kurdistanê de bê birêvebirin. CHP çiqasî di nava vê de ye, çiqasî ne di nav de ye ew mijareke cuda ye. Lê belê hêzên ku demokrasiyê dixwazin, hêzên ku edaletê dixwazin, hêzên ku wekheviyê dixwazin li Tirkiyeyê gelek in. Ji bo civakê ev lazim e. Mesela ji bo Kurdan lazim e. Mînak; li Stenbolê Kurd herî zêde dengê xwe didin kîjan partiyê? Dengê xwe didin HDP'ê. Lewma ji wî alî ve HDP partiya Kurdan e. Kurd dikeve vê hilbijartinê. Niha HDP bi namzetê xwe li Stenbolê nakeve hilbijartinê, lê belê derdê Kurdan li dijî faşîzmê heye. Ji bo faşîzm têk biçe, dixwazin dengê xwe bi awayekî stratejîk bi kar bînin. Di 31'ê Adarê de jî ev yek pêk anîn. Ji ber ku dixwazin faşîzm tine bibe, ew astengiya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê ji holê rabe. Ji ber vê yekê dengê xwe bi kar tîne. Lewma bi ya me, li Tirkiyeyê civaka ku herî zêde niha li Stenbolê dikeve hilbijartinê Kurd in. Divê Kurd, weke ku HDP dikeve hilbijartinê û di asta herî jor de jî bi ser bikeve, bi vê ferasetê divê tevlî hilbijartinê bibin. Bêguman yanî Kurd dikevin hilbijartinê. HDP dikeve hilbijartinê, kî dibêje nakevê? Ji ber vê yekê herî kêm bi qasî CHP'ê divê HDP aktîf be. Herî kêm bi qasî MHP'ê divê aktîf bibe. Herî kêm bi qasî AKP'ê divê aktîf be. Hêzên din hemû hêzên desthilatdarparêz in, derdekî wan ê din nîne. Lê belê derdê Kurdan heye. Derdê hêzên civakî hene. Yanî mirov rojane xwe dikujin, rojane birçî ne, yên din ji xwe re li Qesran dijîn, heta sibehê êvarê kêfê dikin. Ew ezez in, derdekî wan ji bo civakê nîne. Bi taybetî dema mijar dibe Kurd; pirsgirêka Kurdan a hebûnê heye. Ji ber vê yekê divê di halê heyî de hilbijartinên Stenbolê di têkbirina faşîzmê de weke firsenda herî dîrokî bê dîtin. Firsendeke pir mezin e. Ew kesên ku dixwazin AKP-MHP têk biçe, êdî Kurd û Kurdistan ji wan xilas bibe, firsenda dîrok niha di destê wan de ye. Bila di hilbijartinên Stenbolê de biçin dengê xwe bi kar bînin. Li hemberî AKP û MHP'ê bi kar bînin. Ji xwe bi kar anîn di 31'ê Adarê de. Wê helwesta xwe biparêzin û koka wan biqelînin. Ciwanên 17-18 salî, yanî 18 sal in Erdogan dibînin, dibe ku niha dibêjin 'ev welat wê timî ji aliyê Erdogan ve bê birêvebirin, Erdogan nebe dewletê tine bibe, Erdogan nebe her tişt wê tine bibe'. Bila carekê xwe ji vî Erdogan û Bahçelî yên rezîl xwe xilas bikin, bila pêşiya civakê hinekî vebe, pêşiya demokrasiyê vebe, pêşiya fikra hinekî vebe, pêşiya axaftinê hinekî vebe. Ew dorpêça li ser civakê ji holê rabe. Kurd jî di nav de hemû hêzên demokrasîxwaz, çepgir, Elewî kî dibe bila bibe; ew kesên ku bi vê faşîzmê re derdê wan heye, ew kesên dixwazin faşîzm têk biçe, kî dibe bila bibe divê bi awayekî seferberî di vê hilbijartinê de biçin ser sindoqan, hem dengê xwe li dijî Erdogan û Bahçelî bi kar bînin, yanî li hemberî Bînalî Yildirim, hem jî xwedî li dengê xwe derkevin. Bi vî rengî vê faşîzmê têk bibin. Firsendeke dîrokî ye. Vê jî bêjim; 31'ê Adarê Stenbol kete destê mûxalefetê, lê belê eger vê carê bikeve destê mûxalefetê wê bandora xwe qat bi qat ji ya 31'ê Adarê cudatir be. Qat be qat wê jê zêdetir be. Ji ber vê yekê, wê êdî birûxin yanî. Wê demê winda kir, lê vê carê wê birûxin. Yanî wê bêjin, 'Te bi hemû hêza dewletê, te hemû hîle kir, te hemû zilm kir, te hemû zordarî kir, te hemû hêza xwe da'. Bi taybetî eger bi çend pûanan zêdetir têk biçe, wê êdî her kes fatîheyekê ji bo Erdogan-Bahçelî bixwîne. Wê bêjin weke 'cêwiyên rezîl bûn'. Pir zirar dan civakê, civak jî êdî çi ji wan re bêje wê piştre ji wan re bêje yanî. Niha Bahçelî dibêje, 'piştî hilbijartinê divê her kes bê dadgehkirin'. Eger ku Stenbol bikeve Erdogan-Bahçelî jî di nav de hevalbendên wan hemû wê bên dadgehkirin. Firsendeke dîrokî ye yanî dixwazim wê bêjim. Lê belê atmosfereke di wê astê de niha xuya nake. Bi taybetî ji bo HDP'ê dibêjim. Ji bo CHP'ê tiştekî nabêjim, xuya ye kar dike, nasekine. Bi rastî jî namzetê wan kar dike. Lê bi qasî ku em dişopînin zêde tiştek xuya nake. Çawa mirov vê firsendê nabîne? Mirov çawa vê tengaviya dijmin nabîne? Ji xwe te bi dest xistiye, te di 31'ê Adarê de te nîşan daye ku tu çiqasî xurt e. Lê yê din jî xwe amade dike, xwe kom dike, ji xwe re tedbîran werdigire, ji xwe re hîleyan dike. Baş e sekna te, performansa te, ruhê ku tu pê kar dike li gorî wê têrê dike yan na. Performansa siyaseta demokratîk a bi pêşengiya HDP'ê di vê demê de pir lawaz e. Li gorî pêvajoyê nîne. Bila her tiştî bidin aliyekî, rojane endamên wan tên girtin. Hevserokên wan hemû girtî ne, şaredarên wan hemû girtî ne, siyasetmedarên wan girtî ne, yanî her tiştî tînin serê wan. Li hemberî vê yekê hêrsa wan heye, berxwedêr in jî. Mirov nikarin bêjin ku dev ji xwe berdane, bêguman li ber xwe didin, eger li ber xwe nedabûna ji xwe koka wan wê biqeliya. Lê belê li ber çavên wan firsendeke dîrokî heye, niha dem jî hatiye dawiyê. Yanî di axaftinê de radîkal in, di çapemeniyê de radîkal axivîn. Gotin, 'Herî kêm em ê du sed hezar dengdêrên xwe zêdetir biçin ser sindoqan'. Ez bi xwe jî bawer nakim ku dengdêrekî HDP'ê biçe dengê xwe bide faşîzma AKP'ê. Ne mumkun e. Lê belê dibe ku neçe ser sindoqan ku ev yek wê bi kêrî AKP-MHP'ê were. Ji ber vê yekê divê her kes biçe ser sindoqan. Wan bi xwe gotin 'em ê du sed hezarî lê zêde bikin'. Lê belê ji bo vê jî kar lazim e. Di axaftinê de peyvên radîkal tên gotin, lê dema ku emel li gorî wê nebe wê encameke rast dernekeve holê. Eger encameke tê xwestin dernekeve, her kes wê vê carê bêje 'Kurdan deng neda, ji ber wê yekê wisa bû'. Wê êdî hem ji dêrê bibin, hem ji mizgeftê bibin. Bi vî rengî jî be nebaş e yanî. Yanî dêr jî ya wan e, mizgeft jî ya wan e, madem rengîn e, divê ya wan be. Bi rastî jî mirov vê sekna sar hinekî fêhm nakin, sekna bêînsiyatîf hiştin, bêbawer nayê fêhmkirin. Hinekî din bêhtir cesaret lazim e, aktîfbûn lazim e. Divê barê pêvajoyê hîn bêhtir bê hildan. Dikin heta astekê lê dixwazim dubare bikim; firsendek e, ev firsend bi destê kesî nakeve. Ji xwe hejiyan e, nikarin li ser lingan bisekinin, raûnta dawî ye yanî piçekî xwe li ser lingan bigirin, dehfekê lêxin wê biçe. Bandora têkçûna wan a 23'ê Hezîranê wê qat bi qat ji ya 31'ê Adarê mezintir be.

Eger Ekrem Îmamoglû qezen biçe ya jî hêzên mûxalefetê qezenç bikin, AKP-MHP têk biçe, mirov dikare bêje ku wê li Tirkiyeyê serdemeke demokrasiyê dest pê bike?

Bêguman hilbijartin hilbijartineke herêmî ye. Hilbijartina Stenbolê ye. Şaredar tê guhertin, ne hikumet tê guhertin. Lê ji bo hikumet jî hikumê xwe bike ji wan re zemîn lazim e. Lewma Şaredarî ji bo hêzên navendî zemîn e. Ew zemîn ji wan diçe, wê demê li jorê dimînin. Rewşeke wiha tiştekî matematîkî, mekanîkî nîne. Li Ewropayê jî wisa dibe, li Yewnanîstanê jî wisa bû, li Elmanyayê jî wisa bû. Li her deverê wisa bû. Berê li Tirkiyeyê jî wisa bûye. Di hilbijartinên herêmî de partiya ku winda kir li ser lingan nikare bisekine. Wê bê wê wateyê ku zîhniyeta wan îflas kir. Zîhniyeta ku dixwest serî li her kesî bitewîne, koka her kesî biqelîne, faşîzmeke mutleq li her deverê deyne ew ê jî îflas bike. Tifaqa wan wê biçe, muhtemelen AKP û MHP wê li hev bikevin. Di nava AKP'ê de wê gelek kes derkevin ku bêjin, 'sedema vê encamê MHP ye'. Ji ber ku MHP dijminê Kurdan e. Qaşo AKP ne wisa bû. Wê bêjin, 'AKP li pey MHP'ê çû, bû MHP'î, ji ber wê yekê jî me Kurd winda kirin, Kurdan jî dev ji me berdan, li ser wî esasî me winda kir'. Ji ber vê yekê tifaqa AKP-MHP'ê eger Stenbol ji dest biçe wê ji holê rabe. Wekî din di nava AKP'ê de bi taybetî bi pêşengiya Davûtoglû sedî sed wê derketinên nû rêk û pêk bibin, wê pêk werin. Yanî eger Stenbol çû AKP jî tam diçe. Divê her kes bi vê baş zanibe. Yên ji AKP'ê aciz in, madem dixwazin AKP biçe, madem dixwaze faşîzm têk biçe bila giraniyê bidin ser hilbijartinên li Stenbolê, bila bixebitin. Bila bi xwe bikeve hilbijartinê, dibêjî qey nakeve hilbijartinê. Dibêjî qey tenê Îmamoglû û Yildirim tevî hilbijartinê bûne. Îmamoglû bi xwe jî dibêje, 'vê yekê sînorê partiyan derbas kir'. Îmamoglû bi xwe dibêje, 'ez têkoşîneke demokratîk didim'. Ji xwe bi dengê CHP'ê, CHP bi tena serê xwe nikare li ti devera Tirkiyeyê bi ser bikeve. Deverên ku wergirtine hemû ji ber ku li dijî faşîzmê helwestek heye, wergirtiye. Bi dengê CHP û IYI Partî kîjan şaredarî dikare bê qezençkirin? Mumkun nîne. Ji ber vê yekê li dijî hêzên demokratîk û Kurdan ewqasî bi hêrs in. Lewma li Stenbolê civak dikeve hilbijartinê. Civaka herî rêxistinbûyî jî Kurd in. Herî zêde divê Kurd li Stenbolê tevlî hilbijartinê bibin. Nêzî du milyon dengdêrên Kurdan hene. Vê dewletê çi nema neaniye serê Kurdan, çi heqaret nema li Kurdan nekir, ji ber vê yekê divê helwesta Kurdan a yekîtiyê û mirovbûnê derkeve pêş û Kurd bi du milyon dengê xwe hemû biçin dengê xwe bidin mûxalefetê. HDP jî di nav de civak dikeve hilbijartinê. Ji ber vê yekê çawa ku HDP'ê li Amedê, Wanê, Batmanê kar kir, giraniya xwe da ser û qezenç kir, divê heman giranî li Stenbolê jî bê dayin û AKP-MHP bê têkbirin. Lê weke min anî ziman di vê nuqteyê de mirov wê atmosferê pir bi wan re nabînin. Em dixwazin Kurdistan azad bibe, Tirkiye demokratîk bibe, em jî têkoşîna xwe sibehê heta êvarê di vê çarçoveyê de dimeşînin. Em jî li dijî dewleta Tirk şer dikin, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê şer dikin, ew jî dikin. Em jî dixwazin Tirkiye demokratîk bibin, lewma weke hêzeke têkoşer û berxwedêr em wan rexne dikin. Performansa wan, sekna wan li gorî ceberetbûna faşîzmê nîne. Derfetên wan zêdetir in. Derfetên wan heta bêjin hene. Bi hemû civakan re dikarin li hev bikin, bidin û bistînin, hêzeke wisa li gorî taybetmendiyên herêman dikare ji hemû nakokiyan sûdê werbigirin. Bernameya wan jî wisa ye. Bi vî rengî bikeve nava pêvajoyê, li her deverê li dijî faşîzmê nerazîbûnê nîşan bidin, wan têk bibin. Sûdwergirtina ji van derfetan pir zehîf e, ev jî hêzên demokrasîxwaz zehîf dike, faşîzmê xurt dike. Ne ku faşîzm pir xurt e, faşîzm zehîf e. Lê belê eger heta niha hebûna xwe didomîne, sedema vê asta têkoşîna li dijî wan e ku bi qasî tê xwestin bi rêk û pêk nîne.

Eger Erdogan di hilbijartinê de têk biçe û helwesta Kurdan a li dijî tecrîdê wê li Kurdistanê atmosfereke çawa biafirîne?

Faşîzm li dijî her kesî ye, êrîşî her kesî dike. Ji ber vê yekê divê her kes li dijî faşîzmê li ber xwe bide. Lê li gorî xwe li ber xwe bide. Şêwaza berxwedana Kurdan wê cuda be, beşên din ên civakê wê cuda be. Ji ber ku faşîzm heye, divê helwest li dijî faşîzmê hebe. Helwest jî divê helwesteke giştî be. Mînak; li Tirkiyeyê di çarçoveya têkbirina faşîzmê û demokratîkbûna Tirkiyeyê de mirov dikarin sloganan biafirînin. Mesela, her roj di çapemeniyê de tê ragihandin destavêtin heye. Ewqas kuştin heye, bi taybetî jin tên kuştin. Ev tiştên giştî ne, kes nikare li hemberî van tiştan bisekine. Yan li dijî destavêtinê her kes dikare serî rake, her kes dikare nerazîbûna xwe nîşan bide. Di vê mijarê de her kes dikare li dijî desthilatdariyê bikeve nava liv û tevgerê. Li dijî kuştina jinê dîsa heman tişt e. Edalet li ti deverê nîne. Kiliçdaroglû bi xwe jî ji bo edaletê meşiya. Bi milyonan kes tevlî meşa wî bûn. Niha pirsgirêk aborî li her deverê tine ye? Heye. Li Kastamonûyê mamosteyeke matematîkê şevê din xwe kuşt, întihar kiriye. Bi vî şeklî mirov xwe dikujin, dişewitînin, bi kurtasî ev hemû nakokî ne. Siyaset ji bo çi ye? Ne ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî serê xwe êşandin û karkirin e? Rol û mîsyona siyaseta demokratîk ev e. Siyaset divê demokratîk be, divê civakî be. Divê ji bo civakê be. Divê pirsgirêkên civakê çareser bike, li derveyî vê siyaset ne siyaset e. Navê wê bi xwe ne siyaset e. Ji xwe hinekan siyaset herimandine. Yên weke Bahçelî, Erdogan li qesran dijî, sibehê heta êvarê bêrîkên xwe tijî dikin, zilmtiyê, zalimtiyê dikin. Paşê jî jê re dibêjin siyaset. Lewma pêngava ku me dest pê kiriye, pêngava demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji xwe heta ku Tirkiye demokratîk nebe pirsgirêka Kurd jî çareser nabe. Di heman demê de heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe Tirkiye jî demokratîk nabe. Mîna goşt û neynûk bi hev ve zeliqandine. Herî kêm hezar sal e rewş bi vî şeklî ye. Ji ber vê yekê divê em du armancan ji xwe re esas bigirin; ya yekemîn, divê Tirkiye demokratîk bibe. Ev kesên ku li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk dikin, HDP jî di nav de, derdê wan e. Wê pirsgirêkên li Tirkiyeyê çawa çareser bikin? Ne tenê pirsgirêka Kurdan wê pirsgirêka Egeyê, pirsgirêka Behra Spî, Behra Reş, Anatoliya Navîn çawa çareser bikin? Divê serê xwe li ser biêşînin. Eger nekin wê demê civak ti qîmetê nade wan. Ya duyemîn, azadiya Kurdistanê ye. Mebesta me ji azadiyê, dewleteke cuda nîne. Ji xwe di paradîgmaya Kurdan de ev tişt çûye. Kurd dixwazin weke xwe bijîn, xwedî nasnameya xwe be, xwedî zimanê xwe be, xwedî welatê xwe be, bêyî ku bi sînorê dewleta Tirk bilîzin, di çarçoveya xweseriya xwe de bijîn. Nêzîkatiya heyî qutqutî ye. Kurdistan ji Tirkiyeyê qut. Dema wisa bibe wê demê tişta dagirker dixwazin ew pêk tê. Ji xwe tecrîda li ser Kurdan bi wî şeklî ye. Yanî qutkirina Kurd û Tirkan ji hev ve tê wê wateyê; desthilatdariya heyî wê bidome, faşîzma heyî wê bidome, partî bên guhertin jî wê bidome, Tirkiye jî demokratîk nabe. Lutkeya vî tiştî Erdogan û Bahçelî dimeşîne. Dîsa em hatin ser hilbijartina Stenbolê. Em zanin, her tiştên xwe, têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi vê ve girêdane. S-400 wekî din polîtîkaya wan a li Sûriyeyê, polîtîkaya wan a der barê Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Sûriyeyê, danûstandinên wan ên bi Emerîka, bi Rûsyayê re. Yanî her kes niha sekiniye û berê xwe daye vê hilbijartinê. Hilbijartina Stenbolê herî kêm bi qasî hilbijartina giştî ya Tirkiyeyê wê bandorê li ser dîplomasiya wan jî bike, bandorê li ser siyaseta herêmê ya hundir û ruhê civakê jî bike. Mesela em bêjin ku li Stenbolê AKP û MHP têk çûne, moraleke çawa wê di nava civakê de biafirîne? Wê bêhempa be. Yên din jî wê kumê xwe deynin ber xwe û wê bicehimin biçin. Wê bi vî şeklî be. Lê eger bi ser bikevin, wê çawa bibe? Wê bêjin, 'min hin dever winda kiribe jî lê Stenbol Tirkiye ye, wê bêjin ji xwe hîle kiribûn'. Sibehê heta êvarê wê vê bêjin. Mîna ku yên hîle dikin ne ew in, yên ku her kesî wezîfedar dikin ne ew in, wê bi vî rengî xwe mexdûr bikin. Wê bêjin hilbijartina rastî ev bû û polîtîkaya xwe ya ji bo Sûriyeyê, ji bo herêmê, ji bo Kurdan, ji bo hunermendan, akademîsyenan, ji bo civakê û li her deverê wê bi vî şeklî bike. Wê ji yê derve re jî bêje, 'rast e hinekî zehîftî rû da, lê dîsa jî li ser linga me'. Ji Ewropayê re wê bêje, 'bi min re bide û bistîne', ji Emerîkayê re wê bêje, 'mûxatabê te ez im', ji Rûsyayê re bêje 'mûxatabê te ez im'. Bi vî şeklî wê hewl bide li ser lingan bisekine. Hilbijartina Stenbolê ewqasî girîng e. Lewma mirov ji niha ve nikare der barê paşeroja Tirkiyeyê de bêjin wê bi vî rengî be. Ya rast pir diyar e, eger di hilbijartina Stenbolê de bi ser bikeve wê bixwaze pêvajoyê di çarçoveya faşîzma xwe de bidomîne. Eger têk biçe, wê pêşî li pêvajoyeke nû ji serî heta binî vebe. Wê çawa bibe? Dewletê wê ji nişka ve hemû tiştên xwe biguherîne? Na. Lê dewletê fêhm bike ku bi AKP û MHP'ê heta vê deverê anî, xwest tiştekî bi ser bixe, lê nekarî bi ser bixe, ji ber ku civakê helwest nîşan da. Wê bêje, 'ji vir û pê ve divê bi rê û rêbazên cuda hebûna xwe bidomîne'. Wê demê ev ê ispart bibe; 'hêza civakê xurt e'. Civak dikare faşîzmê têk bibe, divê mirov li gorî daxwazên civakê biçîmekî bide xwe. Di wê nuqteyê de bi ihtimalekek bingehîn wê guhertinên bingehîn di sîstema dewletê de pêk werin. Ji ber vê yekê hilbijartinên li Stenbolê heta hûn bêjin girîng e, dîrokî ye, firsend jî heye. Anket jî wisa nîşan didin, her kes jî wisa tîne ziman. Ji ber ku ew rezîl in, ew derewker in, ew zalim in. Ev têra xwe hatiye dîtin. Bi hîleyan, bi zordariyê belkî karibin wî tiştî bikin, lê eger civak xwe bi rêxistin bike, hêza civakê yekgirtî be û siyaseta demokratîk jî roleke diyarker bilîze, çiqasî hîlebaz jî bin wê winda bikin. Bi windakirina wan re wê gelek tişt bên guhertin, pêvajoyeke jî wê dest pê bike.