Xaniyên kevir û kevnar ên Çelê xera dikin

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, xaniyên ji kevir li gorî taybetmendî û xemla xwe nehatin restorekirin. 14 xanî jî ji hilweşandinê re hatin hiştin.

Keleha Çelê û xaniyên kevir ên dîrokî li ser girekî li ser navenda navçeya Çelê ye. Karên restorekirina kelehê û xaniyên ji kevir, tenê bi 7 xaniyan sînorkirî man. Li 7 xaniyan di bin navê otela bûtîk û restoranê de restorasyon hate kirin, lê taybetmendiya wan a dîrokî ji holê hate rakirin. Xaniyên mayî jî hilweşiyane. 

Li Çelê ku xweza û dîrok di nava hev de ne, gelek avahiyên dîrokî heta vê serdemê li ser piyan man. Yek ji van avahiyên dîrokî xaniyên ji kevir ên li quntara keleha li navenda bajarê Çelê ye. Piraniya van xaniyan ji du qatî pêk tên; li qatê jorê cihê rûnişt û razanê hene. Qatê jêrê jî ji kîler, banyo û lavaboyê pêk tê.

Ji bo xaniyên dîrokî li gorî taybetmendiya xwe ya dîrokî bê restorekirin, sala 2010'an Şaredariya Çelê ya HDP'î ya wê demê kete nava hewldanan, lê belê Wezareta Çand û Tûrîzmê li pêşiya van hewldanan bû asteng. Bi gotina, wê otela bûtîk, cafe û restoran lê bêne çêkirin, ji 21 xaniyan 7 jê hatin restorekirin. Lê belê restorekirinê taybetmendiya xaniyan a dîrokî ji holê rakir. 14 xaniyên mayî jî li ber tunebûnê ne.

Hevserokê HDP'ê yê navçeya Çelê Îsmaîl Akkaya diyar kir ku restorekirin li gorî taybetmendiyên dîrokî nehatiye kirin û got, "Tenê 7 ji xaniyan restore kir. Ji xwe eger armanca wan parastina avahiyên dîrokî bûya wê temamiya xaniyan li gorî taybetmendiyên wan ên dîrokî restore bikira û pêşkêşî xizmeta xelkê :Çelê bikira. Niha 14 xanî bi temamî hilweşiyane."