Xalid çû serdana parlementerên di greva birçîbûnê de ne

Endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gelê Filîstînê Leyla Xalid çû serdana parlementerên HDP’ê yên di greva birçîbûnê de ne.

Endam Polîtburoya Eniya Rizgariya Gelê Filîstînê (FHKC) Leyla Xalîd, piştî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ziyaret kir a ku 159 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye û şûn de, parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên di greva birçîbûnê de jî ziyaret kir. Leyla Xalid a li avahiya HDP’ê ya Amedê bi 3 parlementeran re hatin gel hev, sohbet kirin.

Xalîd, anî ziman ku di demên derbas bûyî de jî, çalakiyên grevên birçîbûnê li Tirkiyeyê hebûn û wiha bilêv kir: “Azadî dixwestin. Di heman demê de grevên birçîbûnê banga azadiyê ye. Min Leyla Guven dît. Jinek pir bi hêz bû. Min wisan hîs kir ku li hemberî wê berpirsiyartiyeke min heye. Leyla Guven, ji bo rêhevalên xwe biparêze û vê rewşê şermezar bike, jiyana xwe daniye holê. Bi taybetî vê ji bo Birêz Ocalan dike. Peyama wê li hemû cîhanê belav bûye. Raya giştî piştgiriyê de çalakiyên grevên birçîbûnê û daxwazên wan. Hûn mafdar in û em piştgiriyê didin we. Organîzasyonên cuda yên cîhanê jî piştgiriyê didin we. Tu mirov, van binpêkirinên mafan mirovan qebûl nakin.”

Leyla Xalid, bal kişand ser bêdengiya hikumetê jî û wiha got: “Hûn parlementer in û ez jî parlementer im. Di girtîgehên Îsraîlê de gelek parlementerên me hene. Ji ber vê têkoşîna me hevpar e. Divê em vê têkoşîna xwe dewam bikin. Lê lazim e ku em awayê wê biguherînin. Ez hêvî dikim ku hikumet vî dengî bibihîze. Silava gelê me ji we re hene. Bi birçîbûna xwe, hûn hem bi me re û hem jî bi tevahiya cîhanê re diaxivin. Berî her tiştî hêvî dikim ku tenduristiya we baş be. Hêvîdarim têkoşîna we encam bigire.”

TEMEL: ME HÊZ Û MORAL STEND

Tayip Temel piştî Leyla Xalid axivî û keyfxweşiya xwe ya serdana Leyla Xalid anî ziman.

Temel, diyar kir ku Kurd Leyla Xalid ji nêz ve nas dikin û wiha got: “Em hewldana we ya ji bo azadî û têkoşîna Kurdan baş dizanin. Di gelek aliyan de em heman qederê parve dikin. Serdana we ya ji bo me û Leyla Guven, bêgumen hêz û moral da me. Dengê xwe beşdarî dengê me bikin. Di dîroka Tirkiyeyê de greva birçîbûnê ya herî mezin e. Em xemsariya hikumet û parlamentoyê dizanin, lê em dizanin ku em ê teqez qezenc bikin. Li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û Cîhanê hemû gelên mafdar û meşrû tezenq wê qezenc bikin. Gelê Fîlîstînê jî wê qezenc bike.”

Leyla Xalid û parlementerên di greva birçîbûnê dene piştî sohbetê wenê girtin.