Xabûr: Şoreşa 19'ê Tîrmehê guherîna rengê mirovahiyê ye

Endama Koordînasyona KJK’ê Dicle Xabûr der barê Şoreşa 19 Tîrmehê de got; "Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi pêşengtiya jin pêk hat, hişt ku her kes lê baldar be û ji bo her kesî bûye modela jiyanê."

Endama koordînasyona KJK’ê Dîcle Xabûr, bi wesîleya salvegara Şoreşa 19 Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ji ajansa me re axivî. Di nirxandinê xwe de bal kîşand li ser rola bîngehîn a jinê di destpêkirina şoreşê de û got, "Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi pêşengtiya jin pêk hat, hişt ku her kes lê baldar be û ji bo her kesî bûye modela jiyanê."

Dîcle Xabûr di destpêka axaftinê xwe de Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelan pîroz kir û got; "Di destpekê de Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê li Rêber APO, hemû şehîdên Kurdistanê û yên enternasyonal, gelê Kurd û li mirovahiyê, YPG/YPJ, bi teybet jî li gelê Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Rojhilata Navîn cihê ku mirovahiyê tîrêjên xwe lê avêtiye, ev tîrêj ronahî û germahiya xwe daye her derê cîhanê. Bûye cihê ku hemû şoreşên ji bo mirovahiyê  jiyana xwe li ser berdewam bike, koka xwe ji vir derketiye, ev kok esîl e û tu carî wê taybetmendiyên xwe winda neke, ew taybetmendî ku bi rengê jinê xwe daye civakbûnê, hezkirin, edalet, wekhevî,  demokrasî û her wekî din. Lê, bi hatina zihniyeta desthilatdariyê her tiştê xweşik ku civak xwe bi rêve dibir serûbinê hev kir, xwe li ser kolekirina jinê, dizî, talan, kuştin, şer daye avakirin. Her timî di nava civakan de pirsgirêk dane çêkirin, ji bo bikaribe iqtîdara xwe berdewam bike û heya roja me ya îro jî berdewam dike, ji ber dît ku di kolekirina jinê de wê civak hemû bê kolekirin, di rewşa îro de civak hemû bê îrade hiştiye û bi vê pergala xwe ya koletiyê ve weke ku tiştekî xwezayî bi mirovahiye daye pejirandin."

'BI FIKIR, FELSEFEYA SEROKATÎ Û KEDA JINÊ ŞOREŞA ROJAVA BÛ MODELA JIYANÊ'

Xabûr ji bo bingeh û girîngiya avabûna Şoreşa Rojava wiha dibêje; "Pêngava 19’ ê Tîrmehê tevahî sînorên li Rojhilata Navîn a ku bi pergala dagirkeriyê hatibû avakirin ji bo mirovahiyê bû pêngavek ku ev pergala penceşêrî dawî lê anî û hilweşand, ev jî bi fikir û felsefa Rêber APO ku carek din rih da mirovahiyê, ji xewa mirinê şiyar kir, mêjiye ku mirîbû zindî kir û dile ku qirêj bu paqij kir, yanê bi 19’ê Tîrmehê re îradeya gelan carek din vejiya, mirovahî bi kêliya dîrokê re bi awayekî zanistî li nirxên xwe xwedî derket, ev nirx jî pergala dayîkê ku bi hezaran salan ji dest hatibu desteserkirin, ev jî bi awayekî şênber li Rojavayê Kurdistanê xwe da der. Bi 19’ê Tîrmehê re jin weke gelewêja berbangê bi şewq bû û kir ku her kes lê baldar be. Ji ber vê sedemê îro Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye Şoreşa jinê ku weke  pisûleyekê her kesên ku lêgerîna wan a ji bo azadiyê heye xwe tê de dibîne û di roja me ya îro de bûye modelek ku çavkaniya her kesî ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bi pêşengtiya jinê pêk hat hem qadên jiyanê bi gewde kir (perwerde, aborî, siyaset, huner, diplomasî, rêxistin), ev rêxistina ku bi pêşengtiya jinê tê meşandin li hember pergala modirneteya kapitalist ya ku civak rizandiye, di milê deronî de nexweş xistiye, bûye alternatîf ji pergala neteweya demokratik ku carek din ew civaka ku pergala modirnetaya kapitalist di şexsê jinê de perçekiriye komî seruhev kir. Bi ereb, çerkes, asurê pergala xweyî xweser ava dikin bi pêşengtiya jina Kurd bi îdolojiya ku Rêber APO ji bo jin danî holê, îro ev îdolojî li hemberî modernîteya kapitalist şer dike û têkoşina azadiyê bi awayekî herî xort dide meşandin, ji bona vê jî ewqasî êrîş li ser Rêber APO û jinê tê bi rêvebirin."

'JINÊN ROJAVA YÊN RÊXISTINKIRÎ BÛN PÊŞENGÊN ŞOREŞÊ'

Xabûr der barê raperînên ku di Rojhilata Navîn de derketine bandorên bi çi awayî li ser Şoreşa Rojava kiriye got, "Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji ber xwe ve derneket, qirîzên ku li Rojhilata Navîn rû dan, di heman demê de rewşa ku civak nav de dijî û pirsgirêkên heyî her diçe kûr dibe, civak têgihîşt ku ev pergala netewe dewlet ya heyî nabe derman û pirsgirêkên heyî jî çareser nake. Ji ber ku ya pirsgirêkan çêdike û ava dike pergal bi xwe ye. Ji ber wê rabûnekî ya gel ji Tunus, Misir û heya Lîbya û herî dawî jî rabûna gelê li Suriyeyê çêbû. Ev pêla berxwedana civakî ya li hemberî zihniyeta netewe dewlet, bandora xwe li Rojavayê Kurdistanê jî kir, ji ber ku bingeha rabûnekî ya gel li hemberî pergala netewe dewlet sedema xwe ji zanabûyîna gel a li hember birdozî, fikir û felsefa Rêber APO digirt. Serokatî bê navber 20 salan gelê me yê Rojavayê Kurdistanê perwerde kir, zanist kir û ji bo demên bi vê awayî amade kir. Gelê me jî bi vê zanabûyînê valatiya ku hebû bi fikir û felsefa Rêber APO destpêkanîna Şoreşê kir û derfetên ku çêbune ji destê xwe bernedan. Ev çirûsk ji warê Şîlanan û Sadiqan dest pê kir, cihê ku tu kesî nedizanî ku Kobanê li kû derê dikeve, piştre leheng û fedayên Rêber APO li hemberî DAÎŞ'ê  şerekî bê hempa meşandin û navê van leheng û fedaiyan li tevahî cîhanê belav bû. Piştre jî warê berxwedanê Efrînê dest pê kir û belavê hemû Cizîrê û Rojava bû,ev hemû keda Rêber APO ya 20 salan bû. Ji bo vê jî ya ku xwe destpêkê bi rêxistin kir jin bû, ji ber ku xwedî mîrasekê kevin bû. Di milê xwe rêxistinkirinê de, di nava civakê de hêza xwe ya parastinê ava kirin û di heman demê de jî dest bi avakirina saziyên xwe jî kir û bi têkbirina DAÎŞ'ê re xwe li Bakurê Suriyeyê bi rêxistin kir, yanê erka herî sereke ket ser milê jinê, ji ber ku yê herî êş ji pergala netewe dewlet dît jin bû."

'BI BERDÊLÊN GIRAN TÎRÊJÊN 19'Ê TÎRMEHÊ BELAVÎ CÎHANÊ HEMÛYÎ BÛ'

Xabûr ji bo bedelên ku di Şoreşê de hatin dayîn jî got, "Ji bo avakirina civakek exlaqî û polîtîk gelek bedelên giranbiha hatin dayîn. Ev bedelên giranbiha me û civaka me heya roja me ya îro anîn. Wekî din ev Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji ber xwe ve derneket, ev Şoreş bingeha xwe ji çanda berxwedan û têkoşîna 14'ê Tîrmehê ya zindana Amedê wergirtiye. Eger îro Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemberî hemû hêzên dagirker li ber xwe dide ku ketiye sala xwe ya 8. û her ku diçe geştir dibe û tîrêjên xwe li hemû cîhanê belav dike, ev jî bi keda hezaran hevalên şehîd ku di vê oxirê de canê xwe bexşandine, mîna Sakineyan, Zilanan, Bêrîtanan, Delalan, Arînan, Nalînan îro berdewamiya wê berxwedaniya ku li Efrînê hatiye raberkirin li hemberî hemû teknîka ku li tu deveran nehatiye bi kar anîn li berxwedan, heval  Avesta jî mînaka wê ya herî şînber ya vê berxwedaniyê ye, serî netewandin bi vê ruh û baweriyê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku jin pêşengtiya wê dike, wê pergala neteweya demokratik li tevahiya Rojhilata Navin belav bike."

'JI BO PARASTIN Û BERFIREHKIRINA DESTKETIYAN DIVÊ JIN BIBIN YEK'

Xabûr destnîşan kir ku mijareke sereke jî rêxistinbûna jinan e û got, "Pêwîste hemû jinên Rojava û Bakurê Sûriyê yekbûna xwe zêdetir bi hêz bike. Ev Şoreş ya jinê ye, ji bo em xwedî li Şoreşa xwe derkevin û domdarî kirina wê bi hêz bikin. Berpirsiyartiya ku ji jinan jî tê xwestin ew e ku avakirina pergala neteweya demokratîk bi hemû rehendên wê rêxistin bikin û yekîtiya hemû jinên ku li Sûriyê û Bakurê Sûriyê ava bikin. Perspektîfên Rêber APO ku di hevdîtinên xwe de anîn ser ziman carek din ji bo me xwe rêxistinkirinê ferz dike û bi taybet jî dema Rêber APO dipirse ku ew 8 rehend çi jê hatin, ew 8 rehend jî rehendên neteweya demokratîk in. Ji ber ku di roja îro de ewqasî modernîteya kapîtalîst wisa li cavakê kiriye ku bi hezaran pirsgirêkên ku nehatine çareser kirin li benda çareseriyê ne, mînak pirsgirêkên mîna şîdet, kuştin, zewaca bi temenê biçûk û berdan, ji bona çareserkirina van pirsgirêkan pêwîste jin pergala xwe ava bike. Yekane rêya çareseriyê avakirina van heşt rehendên Serokatî dabû diyar kirine. Di roja îro de ku Şereşa 19’ê Tîrmehê ketiye 8 saliya xwe ku roj bi roj desketiyên mezin bi dest dixe, tê de kedekî bê hempa heye. Ev destketiyên mezin li Bakurê Suriyê jiyan dike. Ya herê girîng jî jin xwe di felsefe û îdelojiya Rêber APO de dibîne, perwerde dike û di wê baweriyê de ye ku wê bi fikir û ramanên Rêber APO xilas bibin. Di roja me ya îro de Kongra STAR dît ku di aliyê rêxistinkirina jinan de têrê nake ji bo wê bi fikir û ramanên Rêber APO rêxistina bi navê meclîsa demokratîk yên jinên Surî ya ku tevahî jin xwe nava wê de dibînin û dibin vê banê de xwe rêxistin dikin, pergala xwe ya xweser avadikin ji bo jin pêngavek gelek girîng û erênî ye. bêguman bi vê pêngavê re erk û berpirsiyartiya jinan jî girantir û berfirehtir dibe. Pêwîste rêxistinkirina jinan belavê tevahî Surî û Rojhilata Navîn bibe. Ji wê jî derbasî avakirina konfederalîzma demoratîk a jinên Rojhilata Navîn bibin, ev modela jiyana alternatîf a herî sereke ya li hember zîhniyeta modernîteya kapîtalîst ku bedena xwe de neteweya dewlet ava kiriye. Ji bona vê jî weke KJK’ê hemla ku hatibû dest pêkirin di bin navê “Emê pergala Îmraliyê bişkînin û bi Rêber APO re azad bijîn” di bin banê vê hemlê de hevala Leyla bidest girevên birçîbûnê kir. Bi vê re bi hezaran hevalên jin li zîndanan tevlê bê çalakiyê bûn û belavê tevahî Kurdistan û cîhanê bû. Her wiha bi tevgera dayîkên laçik spî re pişte 8 sal şûn de parêzêrên Rêber APO pêre hevdîtin pêkanîn. Ev di encama berxwedaniya jinê de pêk hat,gihîşt armanca xwe û me darbeyek li wê tecrîda girankirî a li ser Serokatî da. Ji bona wê em hemû di wê bawariyê de ne ku hîna tecrîd ranebûye û me faşîzmê jî ne hilweşandiye. Ji bo wê pêwîst em berxwedan û tekoşîna xwe bi hêztir domdarî bikin."

'ÇAWA KU DAÎŞ BI HÊZA JINÊ TÊK ÇÛ WÊ FAŞÎZM JÎ TÊK BIÇE'

Endama koordînasyona KJK’ê Dîcle Xabûr di dawiya axaftinên xwe da li ser têkçûna DAÎŞ'ê ya bi hêza jin rawestiya û dibêje wê faşîzm jî bi hêza jin têk biçe. Dîcle Xabûr; "Rêber APO di hevdîtinên xwe de dabû diyar kirin ku pêwîste hemû pirsgirêkên civakî ku di serî de jin bandor dibe bêne çareser kirin, mînaka wê jî dide û dibêje, zewaca keçikên biçûk dibe sedem ku mirov 10 Şoreşan çêbike. Ji bo wê jî tê xwestin ku jin li Rojavayê Kurdîstanê rêxistina xwe ya neteweya demoratîk bi hemu rehendinê wê ava bikin. Ji ber ku em dibêjin Şoreşa Rojava Şoreşa jinê ye, a ku van deskeftiyan biparêze û bibe serkeftinê jî wê rêxistina jin li Rojava pêşengtiya wê bike, ev jî tenê bi hêza jinê ya rêxistin kirî bê ava kirin. Bi taybet jî pergala xwe avakirin bi hemû rehendên wê ve, parastin, aborî, perwerde û hemû rehendinê din, ya din jî ew e ku jin pêwîste zagonên xwe bi xwe ava bike. Yanî di çarçoveya pergala xwe de zagonên pêwîst çi ne binivîsîne,ji bo parastina destkeftiyên xwe bi çêkirina zagonên xwe yên bingehîn ava bike. Pêwîste ev zagonên jin yê bingehîn di çerçoveya neteweya demokratîk de bê bicîh kirin. Heta em vê nekin wê her timî li beramberî xeteriyan û têk çûyînê rû bi rû bin, ji bo vê em dibêjin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê Şoreşa jinê ye. Bi vê ferasetê bi çûndina xwe rêxistinkirine girînge û jê dev veger nîne. Ji ber ku hîna xeterî li ser Şoreşê hene, her deqe jî li beramberî êrîşên hêzên hegomonîk û yên herêmî ne, wek tê zanîn her roj gefên dîktatorê faşîst ê Erdogan li ser Şoreşê çêdibe. Mirov rêxistina xwe ji jêr de ava bike, niha astekî ya xwe avakirinê heye lê hina baş bi beden nebuye. Ji bo vê tê xwestin ku jin 24 saetan kar bike ji bo azadiya xwe û vegera li koka xwe, ji ber ku dagirkerî her ku diçe dixwaze ku hemû Kurdistanê dagir bike ji Efrînê û di roja îro de Başûrê Kurdistanê gav bi gav dixwaze dagir bike. Ya ku vê têk bibe hêza rêxistinkirina jinê ye, çawa bi avakirina hêza xwe ya parastinê karîbû DAÎŞ'ê têk bibe, wê di heman demê de jî bi rêxistinkirina hêza civakî wê bikaribe rejîma dîktatorê faşîst Erdogan jî têk bibe. Ji ber  ku eger DAÎŞ ji milê hêza jinê ve hate têkbirin wê  Erdogan jî têk bibe, ji ber ku jin xwe di asteke pir xurt a rêxistinî heye. Ji bo wê wek ku me li jor jî daye diyar kirin pêwîste ku jin pergala xwe ya neteweya demokratîk ava bike, ji ber ku çeka herî xurt e li hemberî pergala  dewlet, ew îmkan û derfet di destê me de hene. Ji bo vê me got ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê Şoreşa jinê ye, wê serketin jî ya jinê be û wê bi serdema ku rengê mirovahiyê bê guhirtin û wê bi rengê jinê bê xemlandin."