Wezîrê Tenduristiyê yê Başûrê Kurdistanê ji pirsa li ser çekên kîmyewî aciz bû

Wezîrê Tenduristiyê yê Başûr xwe li pêşberî pirsa li ser bikaranîna çekên kîmyewî kerr kir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî ji bo vekirina nexweşxaneyekê serdana Silêmaniyeyê kir.

Piştî merasîmê, Berzencî ji çapemeniyê re axivî.

Nûçegihanê ajansa Rojnewsê pirsek li ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî lê kir, lê wezîr Berzencî bi israr ji bersivdanê reviya.

Bi gotina "Li ku derê zanyariya me li ser hebe û em werin erkdarkirin, em ê lêkolînê li ser bikin" bersiveke gloverî da û ji pirsên têkildarî mijarê reviya.