Weşanxaneyên li fûara pirtûkan a Amedê ji xwîneran kêfxweş in

Weşanxaneyên tevlî Fûara Pirtûkan a 7'an a Amedê bûn, ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê pêkanîn, ji xwînerên li Amedê kêfxweş in.

Fûara Pirtûkan a 7'an a Amedê ya TUYAP'ê di roja 5'an de didome. Gelek weşanxaneyan standa xwe li fûarê danîn. Her roj bi hezaran Amedî serdana fûarê dikin. Di roja destpêkê de 24 hezar 173 kesî serdana fûarê kirin. Li fûarê der barê mijarên wêje, huner, helbest û siyasî panel û çalakiyên bi heman rengî tên kirin. Fûara ku 28'ê Îlonê dest pê kir wê 6'ê Cotmehê bi dawî bibe. Weşanxaneyên ku li fûarê standa xwe hene der barê beşdaran û weşanên nû ji ANF'ê re axivîn.

Ji weşanxaneya Korê Hakki Zarîç diyar kir ku bi rêya fûarê ew dixwazin têkiliyê bi xwîner, nivîskar û helbestvanan re deynin û pirtûkên nû bi derfetên nû pêşkêşî xwîneran dikin.

Zarîç anî ziman ku fûar pireke di navbera weşanxaneyan û xwîneran û got, "Tevlîbûna li fûarê her tim bandoreke xwe ya erênî heye. Li ber destê me weşanên nû hene ku em dikarin pêşkêşî xwîneran bikin."

Ji weşanên Metîsê Nacî Gurpinar jî kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûna li fûarê anî ziman û got, "Armanc ji fûarê ew e ku xwîner pirtûka ku dixwaze bibîne. Armanca fûarê ew e. Pirtûka ku xwîner normal li deverekê nikare bikire divê karibe li fûarê peyda bike. Ji ber vê yekê karekî esas e ji bo weşanxaneyekê ku pirtûkên di koleksiyonê de hemûyan bîne fûarê."

Ji Weşanên Dîpnotê edîtor Umît Ozger jî anî ziman ku gelek pirtûkên wan hene ku bala Amediyan bikişînin ser xwe û diyar kir, ku tevlîbûna li fûarê îsal zêdetir bû.

Ozger got, "Xwînerên Amedê entelektuel û polîtîk in. Li Amedê xwînerên têgihiştî hene."