Wêneyê Ferhat Tepe hate qedexekirin

Di dema bîranîna Apê Mûsa (Mûsa Anter) de hildana wêneyê rojnamevan Ferhat Tepe hate astengkirin, ku sala 1993'an hatibû revandin û qetilkirin.

Mûsa Anter li kolana 442'an a taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê hate bîranîn. Mûsa Anter (Apê Mûsa) beriya 29 salan li naverastê hatibû kuştin.

Bi sedan kesî berê xwe dan cihê bîranînê, lê belê destûr ji rojnamevanan re nehate dayin.

Vê carê wêneyê rojnamevan Ferhat Tepe bû hedefa polîsan. Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe li Bedlîsê dema ku ji mala xwe derdiket di 28'ê Tîrmeha 1993'an de hatibû revandin û 8'ê Tebaxê li nêzî Gola Hazarê ya Xarpêtê cenazeyê wî hatibû dîtin.

Bi îdîaya ku wêne qedexe ye polîsan xwestin dest daynin ser wêneyê Ferhat Tepe. Rojnamevan li ber vê yekê rabûn û wêne nedan. Li ser vê yekê bîranîn di bin dorpêçiya polîsan de pêk hat.