Welatiyên Kurd ji Tirkkirina Bazara Dîrokî ya Kerkûkê nerazî ne

Xelkê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên nîşanî kargeheke Tirkî ya ku navê Bazara Dîrokî ya Kerkûkê ya bi Kurdî rakirin û li şûna wê Tirkî û Erebî lê danî.

Ji aliyê şirketa Tirkî ve rakirina zimanê Kurdî û danîna zimanê Tirkî li ser tabloya bazara Qeyserî ya dîrokî ya bajarê Kerkûkê û hewildana Tirkkirina bazarê û çend cihên din ên dîroka bajêr, kir ku Kurdên li bajar bibin xwedî helwest.

Ji beriya niha nêzîkî salekê Bazara Qeyserî ya bajarê Kerkûkê di encama bûyerekê de şewitî. Piştî wê bûyerê şirketek Tirkî ku girêdayî hikûmeta Tirkiyê dest bi amedekariya nûjen kirinê, kirin. Lê belê li ser tabloya Qeyseriya Kerkûkê tenê zimanê Erebî û Tirkî hatiye nivîsandin, ev jî kir ku welatiyên Kurd ên li bajar bi sedê sala in li bazarê kirîn û firotinê dikin nerazîb bibin.

‘EV YEK HIŞMENDIYA ŞIRKETA KU BAZARÊ NÛJEN DIKE YE’

Di derbarê rakirina zimanê Kurdî û danîna zimanê Tirkî li ser tabloya bazara Qeyserî ya Kerkûkê, çalakvanê siyasî Heval Dara ji ANF’ê re axivî û got: “Ev Qeyseriya bajarê Kerkûkê beşek ji çanda vî bajarî ye. Ew cih têkililya xwe bi wezareta rewşenbîrî ya Iraqê re jî heye, divê bi hersê zimanê neteweya bajêr bê nivîsandin.”

Her wiha Heval Dara dibêje: “Armanca ne nivîsadina zimanê Kurdî û danîna zimanê Tirkî ne pirsgirêkekî teknîkî ye, belkî girêdan bivê ve heye ku ew zêhniyeta ku vê Qeyseriyê nûjen kirî, dixwaze du peyaman bide xelkê Kerkûkê, ya yekem bajar Tirk kirine ya duyem jî heqaret kirina bi zimanê Kurdiye. Eve jî ji lewaziya hikûmeta Iraqê re ye “

‘DIVÊ GÎRÎNGÎ BI ZIMANÊ KURDÎ BÊ DAYÎN’

Di dawiyê de Heval Dara dibêje: “Zimanê Kurdî zimanekî fermÎ ye li Iraqê, lê belê zimanê Kurdî di vî welatî de girîngî pênayê dayîn. Mixabin endamên Perlemanê û ew kesên ku li navenda rewşenbîriya welat kar dikin, gîrîngiya zimanê Kurdî nizanin. Ji ber ku ew ên ku gîrîngiya zimanê netewî nezane, nezanînê jî hîs nakî.”

‘DIXWAZIN MÎNA OSMANIYAN NIHA JÎ BIXIN DI BIN KONTROLA XWE DE’

Dîrokzan Sitar Cebar Pisporê dîrok li bajarê Kerkûkê di derbarê rakirina zimanê Kurdî û nivîsandina zimanê Tirkî ya li ser tabloya bazara Qeyserî ya Kerkûkê ji axivî û ev go: “Ji niha ve giştî Tirkiye û Erdogan bi taybetî xewnên Osmaniyan jiyan dikin. Dixwazin vê navçeyê wek 500 salên din dîsa bêxin dibin desthiledariya xwe de. Ev jî nayê qebûl kirin. Ji niha ve êrîş dikin li ser çanda bajarê Kerkûk û Kurdistaniyên bajarê Kerkûkê.”

‘EV LEWAZIYA HIKÛMETA IRAQ Û ALIYÊN KURDÎ YE’

Cebar wiha domand: “Ev êrîşa çandî bi dereceyek vedigere li ser lewaziya hikûmeta Iraqê, nabe rê bê dayina ji van cûrê karan re ku rûmeta Iraqê bişkêni. Di pileya duyem de Tirk kirina Qeseriya Kerkûkê vedigere bê helwestbûna aliyên Kurdî û desthilata Kurdî ku hewil nedan Qeyseriyê nûjen bikin. Li cihê wê şirketa girêdayî Tirkiyê hatî li ser daxwaza xwe dest bi nûjen kirina Qeyseriyê dike û dîroka wê diguhere.“

‘QEYSERÎ MILKÊ KURDAN E, NE YÊ TIRKAN E’

Di dawiyê de Sitar Cebar di derbarê dîroka Qeyseriya Kerkûkê de got: “Ev Qeyserî ne milkê Tirkane, milkê Kurdane. Ji ber ku ev Qeyserî ji aliyê Kurdên Yahûdiyan ve hatiye damezirandin. Ji ber wê divê bazirganên Yahûdî agehdarbin ku Qeyserî jî nêzîkî malên wan bûn. Çavê Erdogan jî li ser wan hemû cihên ku Osmaniyan dagir kirbûn ku ji beriya çend rojan Erdogan şerm nedikir ku di got; ‘Lîbya bajarê bav û kalê me ye’ ev jî ji rastiyê dûr e.”

‘HEWLDAN TIRKKIRINA BAZARA KERKÛKÊ YE’

Yek ji welatiyê bajarê Kerkûkê Hawkar Qadir di derbarê rakirina zimanê Kurdî û danîna zimanê Tirkî ya li ser tabeleya bazara Qeyserî got:“Bê guman rakirina zimanê Kurdî û danîna zimanê Tirkî ya li ser tabeleya bazara Qeyseri ya dîroka Kerkûkê, hewildana Tirkkirina bajarê Kerkûkê ya ji aliyê Tirkiyê ve karekî ne mirovî ye belkû Tirkiye bi berdewamî hewil daye dîroka bajarê Kerkûkê vegerîni ser ya Tirkiyê û mohra Kurdewarî ji bajêr rake.”

‘TIRKIYE DIXWAZE KURDBÛNA KERKÛKÊ TINE BIKE’

Her wiha Hawkar Qadir di dirêjahiya axaftinên xwe de dibêje: “Encamdana vî karî dikeve li ser bê helwestiya aliyên Kurdî ku xwedî lê ne derketina li wî cihê dîroka Kurdiye. Berê jî Balyozê Tirkiyê ji Iraqê hat bajarê Kerkûkê û got; ‘Ev bajar bajarê bav û kalên me ye’ ev jî êrîşekî çandî û gotiniye li ser bajarê Kerkûkê. Tirkiye bi giştî hewil daye Kurdewariya bajarê Kerkûkê ji holê rakie”