Welatiyên Kerkûkê daxwazên dikanên xwe kirin

Bazara Girtî ya Kerkûkê ku piştî bi awayekî guman hate şewitîn û beşek mezin ê wê hate rûxandin û şûnde ji aliyê kampanyayeke Tirkî ve hate nûjenkirin. Piştî hate nûjenkirin navê Kurdî li ser bazarê hate rakirin û dikan nedane xwediyên wan.

Beriya niha bi salek û 3 mehan Bazara Girtî ya Kerkûkê ku bi awayekî guman hatibû şewitîn û rûxandin ji aliyê kampanyayeke Tirkî bi navê Tîkey ku girêdayî hikûmeta Tirkiyeyê ve ye hate nûjenkirin. Di dema nûjenkirina vê sûkê de gelek caran bi rêbazên cuda yên mîmarî xwestin vê sûkê weke sûka Osmaniyan bidin nîşandan. Gava yekem a vê hewlê jî navê Kurdî yên sûkê hate rakirin, bi zimanê Tirkî, Erebî hatin nivîsîn. Ev yek rê li ber nerazîbûna welatiyên Kerkûkê û bi taybet dikandarên Kurd vekir.

Piştî nûjenkirinê li bendê bû di navbera 45 rojan de xwediyên dikandaran bikaribûna bikevin dikanên xwe û dest bi karên xwe bikira, lê ev salek û 3 meh derbas bû dikan hê ji bo xwediyên wan nehatiye dayîn.

Welatiyên Kerkûkê û bi taybet xwediyên dikandaran li ser vê yekê li pêşiya sûkê kom bûn û bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşandan. Dikandarê bi navê Rizgar Cûme li ser navê dikandaran daxuyanî da û got: “1400 kes ji vê sûkê mala xwe xwedî dikin û debara xwe dikin. Ji bo wê ye banga me ew e ku rayedar û parêzgarê Kerkûkê di demeke zû de vê pirsgirêkê çareser bike. Ev malbat ji roja yekem a şewitîna bazarê heta niha nikarin debara xwe bikin.”

Cûme destnîşan kir ku zêdetirî 4 meh in bazar hatiye nûkirin jî lê heta niha dikanên wan radestî wan nekirine.Cûme bang li rayedarên Kerkûkê, Iraqê kirin ku tavilê dikanên wan radestî wan bikin.

Dikandarê bi navê Îhsan Xeyab jî nerazîbûn nîşanda û got: “Sedemê radestnekirina dikanên me li gorî agahiyên kampanyayê heta sefîrê Tirk bê bazarê bi merasîmekê veke. Em xwediyên dikanan nikarin debara xwe bikin. Heta niha nedana dikanên me sedemek girîng li pişt heye.

Xayab bibîr xist ku eger dikanên wan demeke kin radestî an nekin wê deriyê bazarê bişkînin û biçin dikanên xwe vekin ji bo em bikarin debara xwe bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên ewlekariyê rê nedan ku rojnamevan bûyerê bişopînin. Ev yek jî kir ku di nava hêzên ewlekariyê û rojnamevanan de nakokî derkevin.