Welat di krîzê de ye, AKP li pey dagirkeriyê ye

Esnafên Amedê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên hikumetê di krîzê de ne û bal kişandin ser vî tiştî ku AKP di dema krîzê de jî hewl dide axên din dagir bike.

Esnafên Amedî bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê dan û diyar kirin ku ji ber polîtikayên hikûmetê qeyrana aborî dijîn û êdî ji sermayeya xwe xerç dikin. Esnafan anîn ziman ku qeyranê koka esnafan qeland û gotin: “Ji ber zerar dikin êdî dê dikanên xwe bigirin û biçin mala xwe.”

Li Kurdistan û Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe, şert û mercên debarê yên welatiyan girantir dibe. Heta niha bi sed hezaran mirov betal in, bi hezaran karker, dikan û fabrîqe hatin girtin. Esnafên dikanên xwe vedikin jî zerar dikin û diyar dikin ku wê dikanên xwe bigirin.

‘EM NIKARIN NAN BIBIN MALA XWE’

Sadun Ozdemîr ku 20 sal e esnaftiyê dike, diyar kir ku ji ber qeyranê welat li ber têkçûnê ye û wiha got: “Mirov mexdûr û çilmisandî ne. Em nizanin ku çi bikin û bi ku ve biçin. Berê mirovan bi pereyên xwe hemû pêwîstiyên xwe bi cih dianîn û alîkariya heval û hogirê xwe dikirin. Lê niha her kes ketiye derê nanê xwe. Em nikarin nan bibin mala xwe. Qeyranê koka me esnafan anî û em ji kûrahiyê dilê xwe hîs dikin. Ti kes nayê dikanê û tiştekî nakire, ji ber ku ti kes tiştekî nakire em jî li ber îflasê ne. Ji ber qeyranê pere li gel welatiyan nîne, eger welatî pereyê wan hebe wê werin tiştan bikirin. Qeyrana aborî çar sal e berdewam dike. Belê bandora şewbê jî heye lê berî şewbê jî qeyran hebû. Hikûmeta AKP'ê tenê ji bo dewlemendan dixebite û sedema qeyrana aborî û aloziyê hikûmeta AKP’ê ye.”

‘WELATÎ JI BIRÇÎNA DIMIRIN, EW WEKE QIRALAN DIJÎN’

Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide, destnîşan kir ku ji ber qeyranê perîşan bûne û wiha axivî: “Em malbatekî qelebalix in û bi mûçeyê xwişka min a astengdar debara xwe dikin. Mitbexa me vale ye û ti carê tijî nabe. Deynan mala me xera kiriye. Welat di rewşeke kambax de ye. Vîrûsê pişt li me şikandiye. Dewlet di vê mijarê de alîkariya xelkê nake. Di rewşek wiha de berê xwe da ye xaka herêmek din û xaka welatên din dagir dike. Hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên şer pişta welat şikand. Perê vî gelî hemû li ber şer de didin. Welatiyên Tirkiyê ji birçîna dimirin ew di qesran de weke qiralan dijîn. Ma ev edalete, xwedê heqê me ji Erdogan û vê hikûmetê re nehêle.”

‘JI BER QEYRANÊ WELAT FETISIYE’

Jina bi navê Îlknûr Kiliç̧ ku mamoste ye û heta niha tayîna wê çênebûye, anî ziman ku li Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe û şert û mercên debarê yên welatiyan girantir dibe. Kiliç da destnîşan kir ku di hemû aliyên jiyanê de bandora qeyrana aborî xwe dide der û ev tişt got: “Esnaf ji ber qeyranê nikarin kar bikin û welatî jî ji ber ku pereyên wan tineye nikarin tiştekî bikirin. Her wiha welatî nikarin qeyda zarokên xwe li dibistanan çêbikin û amûrên wan bistînin. Karker bê kar in û nikarin kar peyda bikin. Mirov dikare bibêje ku qeyrana aboriyê welat fetisandiye.”

‘EM Ê DIKANÊN XWE BIGIRIN Û BIÇIN MALA XWE'

Suleyman Hacioglu ku 14 sal in esnafiyê dike jî anî ziman ku lêçûna wî ji hatina wî zêdetir e û got: “Her diçe rewşa aborî bêtir xera dibe. Esnaf her diçe karê xwe biçûk dikin. Li vê bazarê zêdetirî 12 esnafan ji ber qeyranê derabeyên xwe anîn xwarê û çûn malê. Ji ber kar tineye ji sibê heta êvarî li cihê kargeriyê rûdinên. Wisa bidome em ê dikanan bigirin. Esnaf êdî nikarin krêdî jî bistînin. Hemû tiştên ku em distînin li ser dolar em distînin. Her diçe TL qîmetê xwe li ber dolar winda dike. Dema ku hikûmet kesên ji aboriyê fêm neke bînin li ser kar wê rewşa aboriya Tirkiyeyê jî wiha be. Dema em dikanê xwe vedikin jî em zirarê dikin. Wiha bidome em ê dikanên xwe bigrin baştire.”

‘ESNAF NIKARIN KAR BIKIN’

Esnafê bi navê Omer Akyildiz jî diyar kir ku 4 sal in qeyran gelek kûr bûye û wiha got: "Sedema vê yekê jî pêvajoya şer û pevçûnan e. Em nikarin kar bikin. Ji ber ku bi mirovan re pere tineye, tiştên ku em bi deyn didine wan pereyê me nadin. Em ditirsin ku bi deyn tiştan bidin. Ji ber vê sedemê em êdî tiştan bi deyn nadin. Ji ber ku pere bi gel re tineye hêza kirînê jî kêm bûye. Ev 15 roj e min tiştek nefirotiye. Dikanên li kêleka min gişt dikanên xwe girtin. Rewşa me esnafan gelek xirab e û ti kes li rewşa me napirse. "