Wekîlê HDP’ê Omer Ocalan, serdana malbata Şenyaşar kir

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ê serdana malbata Şenyaşar ên li pêşiya Edliyeya Rihayê di nobeda ‘Edaletê’ de ne, kir got: “Zilm û bêheqiyeke mezin heye. Yên îro zilmê li vê malbatê dikin,

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, bi hevserokê HDP’ê yê Bajar ê Rihayê Muslum Arslan re serdana Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku 49 roj in li ber Edliyaya Rihayê di lêgerîna edaletê de ne kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, têkildarî çalakiya xwe Ocalan agahdar kirin. 

Piştî serdana xwe Ocalan têkildarî serdanê axivî û diyar kir ku rayedar ji daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar re ker, kor û lal bûne. Ocalan, destnîşan kir ku zilmeke mezin li malbatê tê kirin û ev tişt gotin: “Ji malbatekê 3 kes hatin qetilkirin. Di ser de jî kesekî girtin. Malbata ku têkoşîna xwe didomîne bi rojan e li ber edliyeyê li edaletê diğerin. Zilm û neheqeiyeke mezin heye, edalet tuneye. Îro van kesên ku zilmê li malbatê dikin wê sibê bên darizandin. Gelek derdor li malbatê xwedî derketin. Ji vê xwedîderketinê jî aciz dibin. Em tiştên ku hatine serê vê malbatê nelet dikin. Li tevahiya civakê zilm tê kirin. Ji miroveke ku malbata wê hatiye tunekirin re dibêjin ku biçe li malma xwe rûnê. Ev nayê qebûlkirin.  Şenyaşar li pey edlaet û heqîqetê ne. Em ê jî heta dawiyê li cem Malbata Şenyaşar bin.”