Wê doza aktivîsta jin a Behdînî di 14’ê Sibatê de bê dîtin

Doza aktivîsta jin a Behdînî Bêrîvan Eyûb Hesen piştî 16 mehên destgîrkirinê wê di 14’ê Sibatê de li Hewlêrê were dîtin. Aktivîsta jin bi îdiayên têkdana asayîşa nîştimanî hatiye destgîrkirin.

Doza aktivîsta jin a Behdînî Bêrîvan Eyûb Hesen piştî 16 mehên destgîrkirinê wê di 14’ê Sibatê de li Hewlêrê were dîtin. Endamê Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan) Kameran Osman têkildarî mijarê diyar kir ku Berîvan Eyûb Hesen çalakvanek xwepêşandanên sala 2020’an a Dihokê ye û got:“Di 13’yê Cotmeha 2020’an de li Hewlêrê li gorî xala 1 a qanûna hejmara 31 a sala 2003’yan ku taybet bi girêdayî ‘têkdana asayîşa nîştimanî ye’ hatiye destgîrkirin. Heta niha bê ku derkeve dadgehê li Girtîgeha Hewlêrê tê girtin.

Berîvan Eyûb 36 salî ye û dayika 5 zarokane. Ev 16 meh in di girtîgehê de ye û wê di 14’ê Sibatê de doza wê bê dîtin.“

'LI GIRTÎGEHÊ BI NEXWEŞIYÊ KET'

Kameran Osman destnîşan kir ku piştî salek û 4 mehên destgîrkirinê, tenê carekê destûr hatiye dayîn ku Bêrîvan bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne û ev tişt got:“Ji ber binpêkirinên mafê mirovan heta niha Berîvan 6 caran ketiye greva birçîbûnê û li girtîgehê bi nexweşiya şekir ketiye.“

EQÛBATA GELEK KESAN NE DIYARE

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2020’an de Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) zêdetirî 80 aktîvîst û rojnamegerên Behdînan destgîrkirin. Li gelek aktivîstan ceza het birîn û gelek aktivîst heta niha dernektine dadgehê. Her wiha eqûbata gelek aktivîstan jî ne diyar e.