'Wê di sala 2022’an de jî derbên giran li faşîzma dewleta Tirk were xistin'

Gerîlayê HPG’ê Dilgeş Farqîn û gerîlaya YJA Starê Avînar Mîrkan bal kişandin ser berxwedan gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê û diyar kirin wê di sala 2022’an de jî berxwedana gerîla bênavber bidome.

Gerîlayê HPG’ê Dilgeş Farqîn û gerîlaya  YJA Starê Avînar Mîrkan bal kişandin ser berxwedan gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê û diyar kirin wê di sala 2020’an de jî berxwedana gerîla bênavber bidome. Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin wê di sala 2022’an de jî derbên giran li faşîzma dewleta Tirk were xistin.

Gerîlaya YJA-STARê Avînar Mîrkan: Di sala 2021’an de têkoşîneke bêhempa hate meşandin. Vê têkoşînê mohra xwe li dîrokê da û ji bo hemû cîhanê bû bingeh ku hemû cîhan berê xwe bide têkoşînê. Têkoşîna gerîla ya li ser xeta fikr û felsefeya Rêber Apo, şerê ku gerîlayên HPG û YJA Starê di tunelan de dane meşandin,  di heman demê de tîmên li eraziyê şer kirine bû sedem ku hemû cîhan berê xwe bide berxwedana ku gerîla dide meşandin. Gerîla ev hêza xwe ji ku girtiye. Em hemû dizanin ku, çavkaniya me fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Him ji bo dijmin û him jî ji bo hemû cîhanê bû dersek.  Tu metod nemaye ku li hemberî gerîla dane meşandin. Bi vê re dibêjin ‘Bila gerîla teslîm bibin, çekên xwe deynin.’ Lê şer û berxwedana gerîlayan diyar kir ku gerîla tu carî teslîm nabe. Çiya warê me ye. Heta ku em Kurdistaneke azad, demokrasiya gelan û neteweya demokratîk ava bikin wê têkoşîna me bidome.  Em ê li ser vê fikrê têkoşînê bidin meşandin û roj bi roj têkoşîna xwe bidomînin. Bi dehan hevalên me şehîd ketin lê wateya ku em tune bûne û êdî em nikarin şer bikin, tiştekî wisa tune. Heke îro hevalek şehîd dikeve, roja dîtir bi dehan ciwanên Kurd, Ereb û Tirk û ciwanên Rojhilata Navîn tevlî têkoşînê dibin. Dizanin ku heke rizgariyek hebe bi rêya gerîla bi rêya çiyayan wê pêk were.  Heke em dixwazin Rojhilata Navîn a demokratîk bidin avakirin , bêyî hêza gerîla, bêyî fikr û felsefeya Rêber Apo û PKK’ê nabe. 

Di vê berxwedanê de yek ji hêza ku roleke sereke bi cih anî, hêzên YJA Starê bû, hevalên jin bûn. Bi awayekî çalak di nav vî şerî de cihê xwe girtin. Bi tenê em rahêlin çekê şer bikin, bi tenê li ser wî esasî nabe. Rêbertiya me dibêje ‘Yên ku şer dikin azad dibin, yên ku azad dibin bedew dibin û dema ku bedew dibin jî tên hezkirin’ Şerê ku em didin meşandin ji bo hedef û armanceke gelekî bilind e. Hedef û armanca me ne bi tenê kuştin e. Hedef û armanca me ev e ku em hebûna jinan rast pênase bikin, ji hemû cîhanê re bibin bersiv. Jinên PKK’yî dema ku şer dikin, ne bi tenê radihêlin çekê û şer dikin.  Ji bo hedef û armancekê şer dikin. Hevalên jin bi awayekî çalak û pispor tevlî berxwedana ku di serê salê de li Garê û piştre Berxwedana Cenga Xabûrê û her wiha şerê li Avaşînê bûn. Ji taktîkên sabotajê bigire heta sekvantiyê û heta çekên navîn tevlî nav berxwedanê bûn. Bi rol û mîsyona ku diket serê milê wan bi wê heyecan, moral û berpirsyartiyê tevlê bûn û xwestin erka xwe ya dîrokî ya li hemberî gel û welatê xwe bi cih bîne. 

Sala 2022’an a ku em dikevinê, ne bi tenê wê bibe sala serfiraziyê. Me serkeftin bi dest xistiye. Di vê salê de divê dijmin êdî li xwe mikur were ku têk çûye.  Di sala 2022’an de wê têkoşîna HPG û YJA Starê bilindtir bibe.  Wê ev têkoşîn di asta berxwedanê de nemîne. Wê bigihêje asteke ku him serkeftinê bi dest bixe û him jî ji hemû cîhanê re bibe nimûneya azadiyê.

Gerîlayê HPG’ê Dilgeş Farqîn: Di sala 2021’an  de bi pêşengtiya lehengên Siyanê û şehîd Şoreş, asta berxwedana gerîla nîşanî dagirkeriyê dan. Ji bo ku gerîla di sala 2021’an de têkoşînê geş bike, Siyanê bû perspektîf, tarz û moralek. Ji Siyanê diyar bû, ji êrişên li ser Siyanê diyar bû. Êriş bi pêşengtiya heval Şoreş Beytuşebab de hate pûçkirin, ev ji bo gerîla bû moral û şîarek da ku konsepta faşîzma dewleta Tirk pûç bikin. Dewleta Tirk têkçûna xwe qebûl nekir, ji bo ku Herêmên Parastinê yê Gerîla dagir bike û Biryargeha Navendî ya Gerîla tune bike, li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. Ev konsepta wan li Siyanê têk çûbû. Berxwedana li Zap, Metîna, Avaşîn, li Girên Mam Reşo, Aris Faris, li Cîloya Biçûk, Şehîd Serdar û Zendûra heta asteke mezin planên dewleta Tirk pûç kir. Gerîlayên modernîteya demokratîk ali ser felsefeya Rêber Apo, bi tarz û taktîkên nû li gor, li gorî pêvajo û serdemê, bi taktîk û metodên nû êrişên dewleta Tirk dan sekinandin. Him li eraziyê, him di tunelên şer de, bi tîmên pispor ên gerîla konsepta faşîzmê ya dewleta Tirk hate pûçkirin. Bi pêşengtiya hevalên Zendûra, Metîna , li Herêma Koordîne , Deravê û li herêmên dîtir, bi pêşengiya heval Kûrtay û Azad bi tarza tîmên pispor li hemberî dewleta Tirk şer hate kirin. Li Avaşînê bi pêşengtiya şehîd Serhat Giravî li Mam Reşo berxwedaneke mezin hate kirin. Bi pêşengtiya heval Cûmalî û Çavrê li Werxelê berxwedaneke mezin hate kirin. Planên dewleta Tirk ên ji bo sala 2021’an hate pûçkirin. Ji ber ku van hevalan bi hêrsa serkeftinê li hemberî êrişên dewleta Tirk a faşîst şer kirin. Derbên giran li dijmin xistin, çek ji ser dijmin rakirin. Leşkerên bi pereyan leşkertî dikirin ên ku tevlî operasyonan dibûn, ji ber ku psîkolojiya wan xera bûbû ji operasyonê direviyan. Nedixwestin li hemberî gerîla şer bikin. Pratîka vî tiştî li Zapê derket holê. Leşkerî ku dixwest teslîmî gerîlayan bibe, ji aliyê dewleta Tirk hate kuştin. Ev jî diyar dike di asteke mezin de planên faşîzma AKP’ê hatiye şikandin. 

Bi têkoşîna gerîla û berxwedana gelê me yê li Ewropa, Konseya Ewropayê ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me kom bû. Ev jî diyar dike li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê heta astekê têkoşîneke mezin hatiye kirin, gerîla li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê bi ser ketiye. Ji bo tecrîda li ser Rêbertî were şikandin bi perspektîfa bi navê ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku KCK’ê dabû destpêkirin, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat têkoşîneke mezin hate meşandin. 

Bi perspektîfa ‘Dem dema azadiyê ye’ gerîla di sala 2021’an de pêngav da destpêkirin û bi ser ket. Di sala 2022’an de wê têkoşîn û berxwedana gerîla, li gorî par wê di asteke mezin de bidome û serkeftinên ji sala 2021’an zêdetir bi dest bixe. Bi armanca em ê Rêbertî azad bikin, Kurdistanê rizgar bikin û faşîzmê têk bibin wê gerîla têkoşîneke mezin bide meşandin.