Warê berxwedan û bedewiyê: Çiyayên Dersimê

Gerîla Dîcle Avaşîn qala Dersimê kir û got, "Serhildêriya çiyayên Dersimê dike ku mirov pê piştrast be. Her kevirekî xwe, dar û ava xwe qala dîrokê dikin."

Tê gotin, ku dîrok ne ya nivîskî ye, ya nenivîskî ye. Yên ku rêveçûna dîroka nehatiye nivîsandin biguherîne jî yên mohra xwe li dîrokê xistine. Şervanên azadiyê ne ku li dijî serdestan, li dijî zaliman û sîstema heyî bi rengekî bêeman têdikoşin. Şervan şer dike, têdikoşe, berdêlan dide û bi ser dikeve. Dîrokî berxwedêran dinivîsîne. Yek ji qadên berxwedana li dijî zilmê Dersim e. Xelkê Dersimê li çiyayên serhildêr li ber xwe dide û serî li ber dijmin natewîne.

Jin, mêr, extiyar, ciwan li vê xakê bi xwebûnê tevdigerin. Gelê me ev berxwedan ji bîr nekir û îro bi têkoşîna PKK'ê bi Tevgera Azadiyê ya Kurd gihîştiye asta herî bilind. Bi şerê şervanên azadiyê yê li çiyayan, tirsa li Kurdistanê hatiye afirandin ji holê hate rakirin. Tola herî mezin a dîrokê li çiyê ji aliyê şervanan ve tê hilanîn. Ji şervanên azadiyê Dîcle Avaşîn qala gerîlatiya li Dersimê kir.

'JI BO BIBIM PARÇEYEK JI DÎROKÊ HATIM ÇIYÊ'

Gerîla Dîcle Avaşîn ji bo pêvajoya li Dersimê wiha axivî: "Dixwazim qala erdnîgariya Dersimê bikim. Dibe ku gotinên min têra vegotina vê bedewiyê nekin, lê belê bi vegotin û nivîsandinê mirov dikarin hin tiştan ji dîrokê re bihêlin. Ez jî ji bo bibim parçeyek ji vê dîrokê hatim vê wargeha têkoşînê, hatim çiyê. Cihê destpêkê ku min lê dest bi kar kir Dersim e. Min berê çiyayên Dersimê bihîstibû, timî jî meraq dikir. Lewma min biryar da ku ji Dersimê tevlî bibim û min berê xwe da Dersimê.

Dema ku min xwe gihand Dersimê bi hestên gelekî cuda ketim, weke ku dîrokê ji nû ve dijîm, weke ku ez timî bi gelê xwe re bûm. Me berê komkujiyên li xelkê Dersimê hatibûn kiribin bihîstibûn, lê belê piştî ku hatim van çiyayan, min êş û berxwedana gelê xwe baştir hîs kir."

SERHILDÊRIYA ÇIYAYÊN DERSIMÊ DIKE KU MIROV PÊ PIŞTRAST BIN

Gerîla herî zêde bi çiyê piştrast e. Dîcle Avaşîn jî têkildarî çiyê wiha got: "Serhildêriya çiyayên Dersimê dike ku mirov pê piştrast be. Her kevirekî xwe, her dar û ava xwe qala dîrokê dike. Li vir şikeftên xwezayî hene. Gerîla her zivistanê ji xwe re stargehên xwe lê biparêzin çêdike. Ji bo bicihbûna dema zivistanê em jî ji xwe re li cihekî digeriyan. Dema ku em li herêmê digeriyan me şikefteke xwezayî dît û ji bo guncaw bikin dest bi kolandina hin deveran kir. Her ku me şikeft dikola mîna ku qîrîna jin û zarokan jê dihat.

Her hevalan ev hîs dikir. Her wiha li geliyê Laçê komkujiyên mezin rû dan, di sala 1938'an de bi komkujiyê re her der veguherî gola xwînê... Qîrîna bi sedan jinên ku li Dersimê ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinaran avêtin li çiyayên Dersimê deng vedide. Dema ku mirov vê dibîne mîna ku dîrokê ji nû ve dijî."