Wan bi Deklarasyona Demokrasiyê ya HDP'ê re ye

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û pîşesaz Şemsettîn Bozkûrt ên li Wanê diyar kirin ku deklarasyona HDP'ê di 27'ê Îlonê de eşkere kir ji bo Tirkiyeyê girîng e û ji bo bicihanîna vê deklarasyonê jî banga piştevaniyê kirin.

'Deklarasyona Banga ji bo Demokrasiyê' ya ji 11 xalan, ku 27'ê Îlona 2021'ê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate eşkerekirin, li Wanê di civînekê de ya bi beşdariya parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl hate nirxandin.

Nûnerên saziyên civakî yên sivîl, sendîkavan û pîşesazan ên tevlî civînê bûn, diyar kirin ku ew deklarasyonê erênî dibînin û bal kişandin ser girîngiya HDP'ê ya li qada siyasetê.

ÇEV-DER: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DEM DEMA YEKÎTIYA HÊZÊ YE

Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik destnîşan kir ku 'Deklarasyona ji bo demokrasiyê' ya HDP'ê, ji bo Tirkiyeyê nebe nabe.

Kalçik bal kişand ser girîngiya avakirina têkoşîna hevpar û yekîtiya hêzê ya li dijî faşîzmê û got, "5 salên dawî li Wanê çalakî û xwepêşandan qedexe ye ku ev yek bi temamî faşîzm e. Rêxistinên civakî yên sivîl li Wanê nikarin daxuyaniyekê jî bidin. Li dijî vê faşîzmê ku di dîrokê de nehatiye dîtin, HDP ji bo enî û hêza demokratîk ez piştgiriyê didim deklerasyona HDP'ê."

'WEKE ENIYA KEDÊ EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN DEKLARASYONÊ'

Serokê Egîtîm-Senê yê Wanê Mûrat Atabay jî destnîşan kir ku deklarasyona HDP'ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê gelekî girîng e û got, "Deklarasyona HDP'ê pêşniyarên me jî destnîşan dike. Bicihanîna vê deklarasyonê ne tenê karê partiyeke siyasî ye. Ji bo vê divê hêzên ked û demokrasiyê bi berpirsyarî rabin. Berpirsyariyên me jî hene. Ji ber vê yekê hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo mafên mirovan weke hêzên kedê em bi deklarasyonê re ne, hem jî ji bo bicihanîna wê çi ji destê me bê em ê bikin."

PÎŞESAZ BOZKÛRT: HELWESTA HDP'Ê GELEKÎ GIRÎNG E

Pîşesaz û karsaz Şemsettîn Bozkûrt jî têkildarî deklarasyonê got, "Min di weşana zindî de li deklarasyona HDP'ê temaşe kir û çend caran xwendin. Ji bo pespektîfa Tirkiyeyê deklarasyoneke girîng e. di hilbijartinên beriya niha de ji bo Enqere, Stenbol, Mersîn û Antalya ji destê AKP'ê biçe, partiya HDP bi roleke diyarker rabû. Daxuyaniya ku destnîşan kir ku wê bê şert û bê merc piştgiriyê nede gelekî girîng e. Bi dîtina min HDP wê li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigere û piştgiriyê didim deklarasyonê."