Walîtiyê Kerkûkê li pey ‘mîrasê’ Seddam digere!

Walîtiyê Kerkûkê, xwe amade dike ku li bajêr lojmanên di demê Seddan Huseyîn ê ji bo leşkeran li ser xakên Kurdan avakiribû û piştî sala 2003’an gel lê bi cih bûne, bi îdîaya ku ‘Avahiyên qacax in’ dixwaze vala bike.

Walîtiyê Kerkûkê, xwe amade dike ku li bajêr lojmanên di demê Seddan Huseyîn ê ji bo leşkeran hatibû avakirin û piştî sala 2003’an gel lê bi cih bûne bi îdîaya ku ‘Avahiyên qacax in’ dixwaze valak bike.

Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd ê nivîseke fermî ji bo malbatên li lojmanên li Kolana Westî û Taxa Kurdistan a Kerkûkê dimînin şand û diyar kir ku avahiyên mijara gotinê “Malên hikûmetê” ne û divê vala bikin.

Di fermana ji bo hemû malên li taxê hatî şandin de ku îmzaya Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd li ser heye, daxwaz hatiye kirin ku di nava hefteyekê de vala bikin.

Têkildarî mijarê parlementerê Kerkûkê yê Parlementoya Iraqê Mihemed Hecî Osman têkildarî mijarê Ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku piştî bihîstina bûyerê bi waliyê Kerkûkê re hevdîtin kiriye, diyar kiriye ku vê yekê qebûl nakin.

Osman, destnîşan kir ku ji bo ev ferman pêk neyê bi Polîsên Kerkûkê re jî hevdîtin pêk aniye diyar kir ku Midûrê Polîsên Kerkûkê jî aniye ziman ku ji bo vekişandina biryarê jî ketine nava hewldanan.

Lojmanên mijara gotinê di dema Seddam Huseyîn de li ser xakên ji destê Kurdan bi zorî hatîn standin ji bo rayedarên leşkerî hatibûn avakirin. Lê piştî sala 2003’an hilweşandina rejîma Seddam Huseyîn û şûnde Kurdên vegerayîn bajêr li van lojmanan bi cih bibûn.

Piştî ku heyeteke ji îstixbarata Tirk di rojên borî de serdan Kerkûkê kir û li Walîtiya Kerkûkê bi endamên Meclîsa Tirkmen û Ereban re hevdîtin kirin û şûnde zextên li ser Kurdan zêdetir bûne.

Di rojên borî de dîsa Walîtiya Kerkûkê bi nivîseke ji bo keyayên li bajêr şadibû û daxwaz kiribû ku “Navên malbatên ku têkiliya wan bi PKK’ê re hene diyar bikin”