Waliyê Tirk ê li Wanê ji bo AKP'ê karê hilbijartinê dike

Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû, ji bo dengan ji AKP'ê re peyda bike serdana gund û eşîran dike. Welê lê hatiye ku ji bo xatirê dengan li hespê jî siwar dibe.

Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû, ku di dema êrîşên dagirkirina Efrînê de leşkeran navê wî li ser roketên dihatin avêtin nivîsandibûn û wî jî ev wêne li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kiribû, beriya hilbijartinê mîna Serokê AKP'ê yê Bajarê Wanê dixebite.

Zorlûoglû di nava 10 rojan de serdana çend kesan kir ku îdîa dikin ew eşîrên qedîm ên Wanê Gewdan û Alanan temsîl dikin. Piştre tevlî merasîma vekirinê ya Komeleya Eşîra Brûkî bû û ji bo AKP'ê destek xwest. Waliyê Tirk li Erdîşê jî serdana gundê Ûlûpamîrê kir ku weke gundê qoriciyan tê naskirin. Walî li hespê siwar bû û ji bo AKP'ê deng xwest.

MÎNA SEROKÊN AKP'Ê YÊN BAJARAN E

Parlamenterê Wanê yê HDP'ê Lezgîn Botan li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Qeyûm polîtîkayeke desteserkirinê ye. Waliyên ku weke qeyûm hatine wezîfedarkirin, ji xwe derketine derveyî qanûnan û êdî bêalî nînin. Weke Serokên AKP'ê yên Bajaran siyasetê dikin."

EW NE RÛSPIYÊN EŞÎRAN E

Botan destnîşan kir ku qeyûmên dest danîne ser şaredariyên gel, sûc dikin û got, kesên ku bi navê 'reîsên eşîran' an jî 'rûspiyên eşîran' bi wan re rûniştine, ne ew kes in ku karibin eşîran temsîl bikin. Botan got, "Piraniya kesên bi wan re rûniştiye ew kes in ku ji salên 1990'î û vir ve bi hêzên dewletê re tevdigerin. Ev kes li nava gel teşhîr bûne, bê qîmet in û ti tesîra xwe nîne."