Viyan Rojhilat: Em vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Endama HPJ'ê Viyan Rojhilat diyar kir ku hêzên sîstema kapîtalîst bi rêya komployê êrişî gelê Kurd û nirxên mirovahiyê kirine; li dijî vê yekê divê xwedî li Rêberê Gelê Kurd bê derketin.

Endama Hêzên Parastina Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Viyan Rojhilat bi wesîleya salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ji ANF'ê re axivî.

Viyan Rojhilat diyar kir ku hêzên komploger bi vê komployê xwestin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê zindanî bikin û got, "Em jî weke ciwanek Kurd, gerîlayek jin vê komployê şermezar dikin. Bi taybetî jî wekî jinên Kurd em ê bi têkoşînek xurt xwedî li Rêber Apo derbikevin. "

Viyan Rojhilat destnîşan kir ku divê tevahiya jinên Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojava xwedî li Rêberê Gelê Kurd derkevin û got, "Serokatî ne tenê Serokê gelê Kurd e; Serokê tevahî gelên bindest e. Serokatî xwedî li nirxên mirovahiyê, nirxên jinan derket. Yê ku îro hiştiye ku jin li ser piyan bisekinin, Serokatî ango Rêber Apo ye. Xwestin di şexsê Rêber Apo de tevahî jinan tune bikin, bixînin nava çar dîwaran. Ji bo vê jî wekî jinên ciwan, wekî jinên Rojhilatê Kurdistanê lazim e em bi xurtî xwedî lê derkevin. Wekî ku destpêkê jî, çawa ciwanên Rojhilatê Kurdistanê xwedî li Serokatî derketin divê di  vê salê de jî xwedî li Rêber Apo derbikevin û vê salê bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo."

Endama HPJ'ê Viyan Rojhilat anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî zêde di mijara jinan de têkoşiya ye û wiha dewam kir, "Tevî ku li nava çar dîwaran jî bû, di vê mijarê de têkoşîneke mezin meşand. Ji bo vê jî bi taybetî jinên Rojhilatê Kurdistanê pêwîste bi xurtî xwedî lê derkevin. Bangawaziya me ji bo tevahî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ku xwedî li Rêber Apo derbikevin. Xwedîderketinek welê bike ku xwe hê zêde bi rêxistin bikin, ji pergala Îranê birêvin, beşdariyek xurt li nava refên gerîla, li nava PJAK’ê çêbikin. Ya ku wan azad bike, vê fikra azadiyê bide wan ev tevlîbûn e. Ya ku derbê li pergalê bide, derbê li pergala ku Serokê me dîl girtiye bide; ev tevlîbûn e. Ji bo vê jî beşdariyeke wiha ji gelên Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê tê xwestin. Ji ber ku Serokatî xwedî tevahî mirovahiyê, tevahî nirxên mirovahiyê derket. Îro em wek gel, wek gerîla deyndarê Rêber Apo ne, divê em deynê xwe razî bikin. Dîsa divê em di rojek wiha de xwedî li Serokatî derbikevin."