Vê hefteyê li aqûbeta Kerevan Îrmez ê 25 sal in winda ye pirsîn

Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Kerevan Îrmez ê berî niha 25 salan dema li Silopiyayê hate destgîrkiri û carekî din agahî jê nehate girtin, pirsîn.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya heftiya 624’emîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ser înternetê bi bernameya onlînê lidar xistin. 

Di çalakiya vê heftê de, çîroka Kerevan Îrmezê di 15’ê Cotmeha 1995’an de, hîna nû ji girtîgehê derketibû, li navçeya Silopî ya Şirnexê di serdegirtina malê de ji aliyê hêzên taybet û polîsên sîvîl ve hatibû destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat xwendin û pirsa aqûbeta wî hat kirin. 

Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer çîroka Îrmez ê winda wiha vegot. 

Acer, diyar kir ku li gorî şahidên bûyerê, piştî ku Îrmez tê binçavkirin, wî dibin qereqola leşkerî ya gundê Bêspin a girêdyî navçeya Sîlopiyê. Acar bal kişan ser piştî destgîrkirina Îrmez û got: “Piştî bûyerê, malbata Îrmez serî li Midûriyeta Polîsan a Silopiyê dide. Lê raydarên emniyete dibêjin ku Îrmez ne destgîrkirî ye. Piştî bûyerê, demek kurt, li derdora Geliyê Qesrikê cenazeyekê ser jêkirî tê dîtin. Êşkenceyek pir giran li cenazeyê kesê ser jêkirî hatibû kirin. Bi nêrîna, dibe ku cenaze aîdê Kerevan Îrmez be, agahî ji bo malbatê tê dayîn. Malbata Îrmez, diçe cihê bûyer û dûre derdikeve holê ku cenaze ne yê Kerevan Îrmeze. Lê piştî hewldanên bi salan jî heya roja îro tu agahî ji Îrmez nayê girtin.”

Acer, destnîşan kir ku wan di şert û mercên pandemiyê de jî, lêgerîna xwe ya edaletê ya ji bo windayan bê navber dewam kirin û wiha bi dawî kir: “Em weke parazvanên mafên mirovan, bi israr dixwazin ku bersûcên windayan bên aşkerekirin, darizandin û ceza kirin. Em dixwazin êdî edalet bê bicihanîn.”