Varto: Konsepta 5'ê Nîsanê tê şikandin

Endamê Komîteya Karê Derve ya KCK'ê Varto got êrîşa AKP-MHP'ê ya li ser gelê Kurd 5'ê Nîsana 2015'an bi tecrîda li ser Ocalan dest pê kiriye, li dawiya 4 salan berxwedana Kurdan li ser piyan e û bi pêngava ku bi grevên birçîbûnê dest pê kiriye.

Endamê Komîteya Karê Derve ya KCK'ê Serhed Varto got encamên hilbijartina herêmî çi dibin bila bibin polîtikayên berdest ên Tirkiyê wê nikaribin werin domandin û rewş xirabtir bibe û domand, ''Lê encamên hilbijartinê dikare rengê polîtîkayan diyar bike. Ji bo vê jî girîng e ku hilbijartin weke qadeke têkoşîna demokratîk were dîtin û desthilata AKP-MHP'ê ji vir were qelskirin''

LI CIHÊ KU DEST PÊ KIRÎ ENCAMÊ TÎNE

Varto got pêvajoya destpêkirina greva birçîbûnê û rengê wê pir diyar e û domand, ''Hikûmeta AKP-MHP'ê êrîşên li ser gelê Kurd 5'ê Nîsana 2015'an li dijî Rêbertî da destpêkirin. Cihê destpêka êrîşên qirker Imralî bû. Piştî vê pir zêde bi ser gerîla, qada civakî û siyaseta demokratîk de hatin. Di van hemû qadan de gelek şerên giran çêbûn û berxwedaniyên mezin. Van hemû berxwedanên li van qadan nîşan da ku polîtîkayên qirker ên tifaqa faşîsta a  AKP-MHP'ê ya li ser Kurdan wê bi ser nekevin. Ev grevên birçîbûnê, di xala dawî de, ango li xala ku sernekeftina wê li qadên din jî nîşan da, encamê tîne cihê ku dijmin dayî destpêkirin. Ev zelal e; bi serkeftina vê berxwedanê, konsepta ku 5'ê Nîsana 2015'an dest pê kirî wê were şikandin. Ev pir zelal e. Ji bo vê jî, ev çalakî bi xwe, bi encamên xwe pir girîng û dîrokî ye.  Bi şikandina tecrîda li ser Rêbertî konsepta qirkirinê wê were şikandin.''

KURD BI BERXWEDANÊ LI SER PIYAN IN

Varto got dewleta Tirk siyaseta xwe ya navxwe û têkiliyên xwe yên derve bi temamî li ser konsepta qirkirina Kurdan ava kiriye; hema hema hemû geşedanên piştî 2014'an bi çarçoweya qirkirina Kurdan in û ev konsept bi ser neketiye. Varto got sernekeftina vê konseptê ji vir tê fêhmkirin: '' Tirkiyê li hundir bi avakirina tifaqên faşîst, li derve bi tifaqên ku Kurdan tasfiye bike dixwest ku Tevgera Kurd bi temamî ji holê rake. Li Rojava jî li Bakur, Başûr jî xwest ku van hemû destkeftiyan ji holê rake. Van 4 salên dawî hemû planên xwe li ser vê ava kiribûn. Ji bo vê jî bi her kesî re hate pêşberî hev. Hemû aboriya xwe, 'îtîbar'a xwe, hêza xwe ya leşkerî danî holê lê di rewşa berdest de, berxwedana Kurd li ser piyan e. Mînak dema ku Tirkiyê ev êrîş dayî destpêkirin Reqa, Dêrazor û Minbic di kontrola DAÎŞ'ê de bû. Têkiliyên Kurdan ên navnetewî, heta Rojava ne ev qasî berfireh bûn. Niha qadeke berfirehtir hatiye kontrolkirin, tifaqên berfirehtir hatine danîn. Li Bakurê Kurdistanê li gel hemû êrîşên dewletê jî Kurd li ser piyan in.''

TIFAQA AKP-MHP'Ê BI ZORÊ LI SER PIYAN DIMÎNE

Varto diyar kir kirinên faşîst li hemû Tirkiyê hatine berbelavkirin, li civaka Tirkiyê ku bi zext û zordarî lê li ser hatiye dayîn, li dijî dewletê helwesteke pir xurt çêbûye, tifaqa AKP-MHP'ê hatiye rewşeke wiha ku tenê bi zor û tundiyê li ser piyan dimîne û ji ber veberhênana li şer aboriya wê li bin xistiye.

ENCAMÊN HILBIJARTINÊ WÊ DIYARKER BIN

Varto got encamên hilbijartina xwecih çi dibin bila bibin polîtîkayên berdest ên Tirkiyê wê nikaribin werin domandin, an jî werin domandin jî rewşa wê, wê kambaxtir bibe û got, '' Lê encamên hilbijartinê dikarin rengê polîtîkayê diyar bikin. Pir girîng e ku ev hilbijartin weke qadeke têkoşîna demokratîk were dîtin û mirov berê xwe bidiyê.'' Varto her wiha got di hilbijatinê de heke desthilata AKP-MHP'ê were paşxistin encamên vê yên girîng wê çêbibin.

TÊKÇÛNA DAÎŞ'Ê, PAŞVEXISTINA AKP'Ê YE

Varto diyar kir di navbeyna DAÎŞ'ê de, ku projeyeke mezin a siyasî ye û AKP'ê de têkiliyek heye û geşbûna DAÎŞ'ê û hevşibên wê û geşbûna AKP'ê ya li Tirkiyê paralelî hev in, ji 2012'an ve Birayên Misilman derketine pêş, ji hêlekê ve jî rêxistinên mîna DAÎŞ û El Nusra, ên selefî derketine holê û karîger bûne. Varto bal kişande ser wê ku di vê pêvajoyê de ji Misrê heta bi Libnan, Sûriyê posterên Erdogan hatine hilidan û got, bi DAÎŞ'ê û rêxistinên radîkal hatiye xwestin ku du tişt werin kirin:

*Li Başûr, Rojava û Bakur tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan.

*Li ser hîmê Osmanîxwaziya nû li Rojhilata Navîn avakirina serweriya AKP'ê.

Varto got li dijî vê jî li Rojava hêzên azadiyê û Tevgera Azadiya Kurd li ber xwe dane, ev têkoşîn di şexsê DAÎŞ'ê de bûye têkoşîna di navbeyna Tevgera Azadiya Kurd û AKP'ê de û got, ''Sedema ku AKP ev qasî êrîşê tîne ev e. Heta şerê Kobanê yê 2014'an li ser navê AKP'ê DAÎŞ'ê şer kir. Li Kobanê piştî ku DAÎŞ şikest Tirkiye êdî rasterast êrîş anî. Paşvexistina DAÎŞ'ê tê wateya paşvexistina AKP'ê û herî dawî li Baxozê DAÎŞ ji hêla leşkerî ve şikest. Niha paralelî vê tê dîtin ku zor li AKP'ê dibe û pir wê bi paş ve dixe. Xilaskirina DAÎŞ'ê tê maneya paşvexistina AKP'ê.''

AKP-MHP WERE ŞIKANDIN DAÎŞ WÊ BI TEMAMÎ BIQEDE

Varto bi domdarî got, ''Heke tifaqa AKP-MHP'ê were şikandin, DAÎŞ tenê ji hêla leşkerî ve wê neşike, ji hêla îdeolojîk, çandî, aborî ve, lingê xwe yê girîng ku eniya wê ya paş e wê ji dest bide û bi esasî ya ku wê derbê li DAÎŞ'ê bixe, ev e. Heke ev bibe têkoşîna dijî DAÎŞ'ê wê serkeftî be.''

DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ WERIN DESTEKKIRIN

Vart bal kişande ser têkiliyên dewletên Rojavayî yên bi van rêxistinan re û got, ''Ên ku DAÎŞ, Nûsra, Îxvan derxistin holê, hevkarên hêzên Rojavayî ne; ango dewletên mîna Tirkiyê û Qetarê ne. Ji bo vê jî ji kûr ve heke destek ji bo hêzên demokrasiyê neyê dayin, zehmet e ku li Rojhilata Navîn ev taloke rabe. Ji bo vê jî dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve were avakirin, desteka li hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn, yek ji şertê girîng ê serkeftina têkoşîna dijî DAÎŞ'ê ye.''

KOALÎSYON, JI DARIZANDINA DAÎŞ'IYAN BERPIRS E

Varto li ser endamên çeteyan ên DAÎŞ'ê yên girtî got, piştî demekê bûye pirseke navnetewî, DAÎŞ ya ku her kes wê mîna rêxistineke terorê ya navnetewî bi nav dike, ne tenê pirsa rêveberiya Sûriyê yan jî rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye û hêzên navnetewî jî parçeyek ji şerê QSD'e ne û ji bo vê jî, divê bibe parçeyek ji encaman jî.

Endamê Komîteya Karê Derve ya KCK'ê Serhed Varto got, ''Rengê vê çawa dibe ev dikare were nîqaşkirin; rêbazek e ku her dewlet welatiyên xwe bibe û darizîne, lê her wiha ev jî rêbazek e ku dadgeheke navnetewî were avakirin û ev werin darizandin. Di encamê de pirseke navnetewî ye û aliyên têkildar, bi taybetî jî Koalîsyona Navnetewî û Neteweyên Yekbûyî divê dest bavêje ser meselê û xwe bide ber berpirsyariyê. Di encamê de ev mirov di dest rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê de ne. Ev ê li kûderê û çawa werin darizandin divê bi rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê re wer nîqaşkirin û bi encamkirin. Sazî û hêzên navnetewî, divê xwe bidin ber berpirsyariya vê ya darayî, ewlehî ,darizandin û hiqûqî.''