Cenazeyê Varli li Qendîlê hate veşartin

Hecî Nûrî Varli ku li Kampa Şehîd Rustem 13'ê Cotmehê bi krîza dil şehîd bûbû li Qendîlê li Goristana Şehîd Mehmet Karasûngûr bi merasîmekê hate veşartin.

Hecî Nûrî Varlik ku li Kampa Şehîd Rustem bi krîza dil şehîd bûbû li Qendîlê hate veşartin.
Di merasîmê de endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren û gelê ku ji Kampa Şehîd Rustem hatibûn, hazir bûn.

Eren di merasîmê de axivî, got gelek keda Varli di têkoşîna azadiya Kurd de heye û diyar kir, ''Bi keda şehîdan têkoşîn heta bi roja me ya niha hatiye''.

Piştî axaftinan cenazeyê Varli bi dirûşmên 'şehîd namirin' li Goristana Şehîd Mehmet Karasûngûr hate veşartin.