Uysal: DMME mekanîzmaya mafê hêviyê dixwaze

Parêzer Newroz Uysal got DMME dixwaze mekanîzmayeke wiha were avakirin mafê hêviyê yê ku Ocalan û girtiyên ku ceazayê miebetê li wan hatî birîn, nas bike û bi cih bîne.

Yek ji parêzera Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Uysal diyar kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di şertên tecrîda girankirî de tê girtin dosya biriye DMME’yê û hê jî li wir vekiriye û got, ‘’Di rewşeke wiha de ku Tirkiye aşkere dibêje ew ê li gorî biryarên binpêkirinê neçe, em naxwazin ku derî li van manewreyan wer vekirin.’’

Yek ji parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkilî mafê hêviyê, helwesta Tirkiyê ya li bara vê têgihê, serlêdanên ku kirin û biryarên binpêkirinê yên DMME’yê ji ANF’ê re axivî.

Uysal diyar kir têgîna mafê hiqûqî di hiqûqê de tê wê maneyê ji bo kesên ku cezayê miebetê û miebeta girankirî li wan hatî birîn, şertên ku rojekê azad bibin were avakirin. Uysal diyar kir ji bo vê hem divê guherînên fiîlî û yasayî bêne kirin û got, divê têgîna mafê hÊviyê bi rengekî pozîtîf were nirxandin.

EV MAF DIVÊ WERE BICIHANÎN

Uysal wiha domand: ‘’Ev têgîn heta bi Ewropaya salên 1970’yî diçe. Hin welatên endamên Konseya Ewropayê cezayê îdamê rakirin, di wan wan nîqaşan de bê ka ji bo sûcên cezayê giran hewce dike divê înfazeke çawa were danîn, cezayên miebetê û girankirî ku hêviya wan a berdanê namîne, derkete holê. Ev nîqaş cara pêşî li Elmanya derkete holê, têkilî armanca cezakirina mirov ev nîqaş hatin kirin. Mafê hêviyê, têkilî pirsên, ‘’Tolhildana ji mirov an jî ku dema wê hat mirov bi civakê bidin qezenckirin’’ derbasî lîteratûra hiqûqê bû. Ev nîqaş salên 1980’yî li welatên din jî hate kirin. Ji bo vê jî pêşbîniya hin cezayan tê kirin; li gorî vê piştî bi demekê bi rengekî otomatîk girtî were berdan an jî piştî temenekî welatê navborî bi guherînên hiqûqî yên weke efûyê girtî têne berdan. Mafekî wiha ye ku bêyî cihêkarî wee kirin ji bo her girtî divê were bicihanîn.’’

BIRYARA MAFÊ HÊVIYÊ YA DMME’YÊ

Uysal têkilî bê ka rêgeza mafê hêviyê li Tirkiyê çawa tê dîtin got, ‘’Rêzdar Ocalan sala 1999’an piştî ku teslîmî Tirkiyê hate kirin sala 2004’an yasaya cezayê hate guherandin. Li şûna cezayê îdamê yasayên miebetê û miebeta girankirî anîn. Yasaya miebeta girankirî jî hikim li ser dane ku heta mirinê be. Ev jî têkilî înfaza Rêzdar Ocalan, yasayeke wiha bû ku ne li ser hîmên wekhevîxwaz hatibû danî. Mixabin bi hezaran mirov ketin ber bandora vê yasayê. Biryara pêşî ya têkilî binpêkirinê ku DMME’yê bi dijberiya Tirkiyê dayî bi çarçoweya mafê hêviyê bû. Di vê biryarê de ew tespîta hiqûqî hatibû kirin ku standina mafê hêviyê ya ji dest girtiyan li dijî qedexeya êşkenceyê ye.’’

DIVÊ MEWZÛATA HIQÛQÎ BIGUHERE

Parêzer Uysal diyar kir li Tirkiyê yasya ceza û înfazê ne wekhevîxwaz e, cihekar e û got, ‘’Mewzûateke qanûnî ya wiha heye ku guh nade mafê hêviyê, bi rûmeta mirovî re ne li hev e û di înfazê de gelek hikmên newekhevixwaz hene. ‘’

BIRYARA DUYAN A BINPÊKIRINÊ

Uysal bi berdewamî bi bîr xist biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya têkilî serlêdana parêzeran a bi çarçoweya mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan biryara pêşî ye ku bi dijberiya Tirkiyê hatiye standin û got, ‘’Îro bi dijberiya Tirkiyê bi sedan biryar hene. Ev biryarên wiha ne ku bi sernavê xala binpêkirinê têne kontrolkirin. Bi çarçoweya mafê hêviyê dosyaya Rêzdar Ocalan, biryara pêşî ya DMME’yê ye ku derheqê Tirkiyê hatiye standin. Helbet ev biryara duyan komîteyê a têkilî binpêkirinê ya li ser Rêzdar Ocalan e. Ya pêşî, ji ber sedema ku Rêzdar Ocalan bi komployê anîn Tirkiyê, dema dirêj a destgîrkirinê û ji ber sedema ku li dadgeha ne serbixwe hatiye darizandin, sala 2005’an li gorî xala 6’an e ku dibêje, ‘’Bi sedema darizandina dadmend, divê ji nû ve were darizandin.’’

‘MANEWRAYÊN HIQÛQÎ YÊN TIRKIYÊ'

Uysal bal kişande ser ku dosyaya Ocalan di navbeyna DMME’yê û Tirkiyê de li ser maseyê hatiye danîn, Tirkiye hevdîtinên dîplomatîk dike û got, ‘’Refleksên bilez dide û pêvajoyê rê ve dibe. Ji ber ku piştî binpêkirina pêşî ya sala 2005’an de diviya Rêzdar Ocalan li dadgeheke bêalî û serbixwe, bêyî hebûna endamê leşkerî, bi parêzerên xwe re têra xwe hev bidita û li Tirkiyê wiha bihata darizandin. Ev pêvajo li Tirkiyê nehate xebitandin. Ev jî bi verastikirrina yasayî ya sala 2003’an a li Tirkiyê hate astengkirin; beriya sala 2003’an ên ku biryara DMME’yê li ser wan teqez bûyî û piştî 2003’an yên ku serlêdan kirin, hikmê ku ji nû ve darizînin hate standin. Bi vê re Rêzdar Ocalan ji mafê ku dîsa bê darizandin bêpar hate hiştin. Di vê pêvajoyê de vê bandor li ser gelek kesan kir. Manewraya duyan jî pakêta darazê ya ku sala 2013’an derketî û bi vê re qanûne hate guherandin û sînor hate danîn; piştî Hezîrana 2012’an esas hate dîtin, serlêdanên li ber komîteyê û biryarên komîteyê hate nirxandin. Ji bo 220 kesan rêya ji nû ve darizandinê hate vekirin û Rêzdar Ocalan ji vê hate mehrûmkirin. Ji ber ku biryara Rêzdar Ocalan sala 2012’an hatibû standin. Ev manewra jî ji hêla komîteyê ve hate qebûlkirin û ser dosyayê hate girtin. Ji bo ku Rêzdar Ocalan dîsa were darizandin tiştek nehate kirin.’’

MEKANÎZMAYA KU MAFÊ HIQÎQÊ NAS BIKE

Uysal got wan dosya birine DMME’yê û hê jî vekiriye û wiha domand: ‘’Di rewşeke wiha de ku Tirkiye aşkere dibêje wê li gorî van biryarên binpêkirinê neçe, em naxwazin komîte rê li van manewrayan veke. Di wan biryaran de ku tenê Rêzdar Ocalan li derve hatî hiştin û bi cih anî jî komîteyê deng ji xwe neanî. Vê hem kir ku baweriya me bişike û hem jî ew pirs bi me re çêkir bê ka komîte dikare çi bike û çi neke. Ji ber vê manewrayên Tirkiyê yên li ser dosyayên Demîrtaş û Kavala ne cara pêşî ye. Gotina, ‘’Me dosyaya Ocalan çawa girtibe em ê ya Demîrtaş jî wiha bigirin’’, pê bi rengekî aşkere li xwe mikurt tên ku çawa manewre kirine. Rengê girtina dosyaya Rêzdar Ocalan zêde nayê nîqaşkirin. Ji ber vê, giringiya verastikirina înfazê ya têkilî Rêzdar Ocalan, hem ji bo me parêzeran, gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk, divê verastkirineke wiha be ku şertên azadiya hiqûqî bi cih bîne. Di biryara DMME’yê de tê gotin, ‘’Divê tu verastkirina di qanûna înfazê de biguherînî. Dema ku vê biguherînî jî, divê ji hêla girtiyan ve hêviya ku rojekê derkevin bidî vehewandin. Ji ber vê jî divê tememekî an jî sînorekî dî diyar bikî.’ Di encamê de dixwaze ku mekanîzmayeke wiha were danîn ku mafê hêviyê were naskirin.’’

SERLÊADANÊN ME DIDOMIN

Parêzer Uysal diyar kir wan parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran serlêdnan kirine û wiha lê zêde kir: ‘’Pirsgirêka tecrîdê tenê dema ku têkilî Rêzdar Ocalan tê rojevê refleksek çênabe. Tecrid û gelek binpêkirina mafan ku di şexsê Rêzdar Ocalan de heta niha hatin rojevê, dema ku li ser hin kesên din jî tê bicihanîn û berfireh dibe ji nû refleksek çêdibe. Helbet ev reflekseke derengmayî ye. Piştî ku binpêkirinên wiha li Tirkiyê gelek caran têne jiyîn, dadgehên navnetewî û saziyên din, dibêjin ev rûdan ne wekhevîxwaz in, polîtîkayên cihekar in û ew ê pêvajoyê bişopînin. Di vê pêvajoyê de serlêdanên me jî dom kirin. Komîteyê piştî bi 7 mehan, di civîna 30’ê Mijdara 2021’an de serlêdana me anî rjevê. 3’yê Kanûnê biryar li ser da. Di vê biryarê de hate gotin Tirkiyê agahiya rast nedaye, di yasaya înfazê de êdî mecbûriye ku guhartin bêne kirin, nîqaş efûyê yan jî giştî têrê nake û bi kirinên cihêkar pêvajoyê rê ve dibe. Hate gotin têkilî van ji bo ku guherîna qanûnê bi cih wer divê tevdîr bêne standin.’’