Uren: Kujer hêzê ji desthilatdariyê digirin

Endama Meclîsa DBP'ê û aktîvîsta TJA'yê Zeynep Uren bi bîr xist, ku ji roja Peymana Stenbolê ketiye rojevê û vir ve rojane herî kêm jinek hatiye kuştin û got, kujerên jinan hêzê ji desthilatdariyê werdigirin.

Li Tirkiyeyê tundiya li jinê her zêde dibe. Hikumet dixwaze peymana Stenbulê betal bike. Ji ber vê hewldana hikumetê, nerazîbûnên jinan jî zêde dibin. Rêxistinên jinan, parazvanên mafên mirovan Tirkiye û hikumetê hişyar dikin ku eger ev peyman bê betalkirin wê talûke mezintir bibe. Jin destnîşan dikin ku hikumet bi vê yekê dijminantiya li jinê dike û dixwaze komkujiya jinan zêde bikin. Endama Meclîsa DBP'ê û aktivîsta TJA'yê Zeynep Uren der barê tundiya li jinan û betalkirina Peymana Stenbolê de axivî.

'ÊRÎŞÊN LI DIJÎ JINÊ POLÎTÎK E'

Uren anî ziman ku ji ber hikumet û rayedarên ewlehiyê Peymana Stenbulê naxin meriyetê tundiya mêr a li dijî jinê didome. Uren da zanîn ku desthilatdarî bi her awayî têkoşîna jinan û jin kiriye hedefa xwe û wiha axivî: "Hemû êrîşên li dijî jinê polîtîk e. Li Tirkiyeyê di roja îro de dewlet bi ti awayî jinê naparêze û hemû derfetên ku jin bikare xwe biparêze ji dest digre. Mêrên ku jinan dikujin hêzê ji desthilatdariyê werdigirin û desthilatdarî mêran diparêze. Deshilatdarî bi êrîşa li dijî jinê temenê xwe dirêj dike. Her wiha bi zagonên xwe dixwaze di her alî de jinê hewcedarî mêr û dewletê bike. Di hindirê malê de jî mêr weke dewleta malê ye û bi vî awayî dewlet ketiye hindirê malê."
 
'LI DIJÎ ÊRÎŞAN DIVÊ JIN XWE BIRÊXISTIN BIKE'

Uren destnîşan kir ku li ku derê têkoşîn û desketiyên jinê hebin deshilatdarî êrîşî wir dike û wiha pê de çû: "Li hemberî vê yekê eger jin xwe bi hêz neke wê her dem bi vê tundiyê re rû bi rû bimîne. Ji bo vê yekê dewlet bi zanebûn vê stratejiyê dimeşîne. Dema em jêre dibêjin, hişmendiya dewletê ya zilam, em behsa qirkirineke polîtîk dikin. Lewra dema em dibêjin komkujiyên li hember jinan ên di vê demê de çima polîtîk in, tu bikî nekî mirov rabihuriyê bi bîr tîne. Ji dîrokê heta roja îro bi vê hişmendiyê êrîşî jinê tê kirin û her timî jinê dike hedef. Dema em dibêjin hişmendiya dewletê ya mêr em diyar dikin ku qirkirina jinan ji vê hişmendiyê serbixwe nîne, ji aliyê hişmendiya dewletê ya mêr ve tê organîzekirin. Bi polîtîkaya dewlet dimeşîne li hember jinan, qirkirin, şîdet, destdirêjiya li zarokan her civakî bû. Aqlê dewletê niha mîna aqlê civakê ye tê meşandin."

'DESTAVÊTIN WEKE AMÛREKE ŞER TÊ BIKARANÎN'

Uren bilêv kir ku çawa ji devê wezîran an jî wekîlekê desthilatdariyê peyveke neyînî dertê, ev yek di civakê de jî dibe sedema bandoreke neyînî û got: "Ji roja ku Peymana Stenbolê ketiye rojevê hema bibêje her roj jineke tê kuştin an jî bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Tacîz û tecawiz her diçe zêde dibin, stratejiyeke şerê taybet a çanda desthilatdariyê ye. Êrîş û tundiya li dijî jinê xwe dispêre polîtîkayên dewletê. Bi salan e tecawiz wekE amûreke şer tê bikaranîn. Em mînakên wê yên li Tirkiyeyê dibînin. Herî dawî em li Şirnex û Êlihê bûn şahid. Bi rojane mirov dengê xwe bilind dikin lê gava kiryar xebatkarê dewletê be hincet tên nîşandan. Gava bi unîforma be pêşiya hemû mekanîzmayan tê girtin. Ji xwe gava jin ji aliyê kesên ku hêza dewletê ne li pişt wan e tên îstîsmarkirin, tacizkirin û bi tundiyê re rû bi rû dimînin hemû derî li ser wan tên girtin."

'DERDÊ DESTHILATDARIYÊ JIN IN'
 
Uren, bal kişand li ser hedefgirtina Peymana Stenbolê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji xwe derdê desthilatdariyê ne parastina jinê ye. Ji xwe îdiayeke wan a ku pergalake wekhev ava bikin tineye. Tim û tim bi malbatê ve girê didin. Peymana Stenbolê bi awayekî fiîlî pêk nehatiye û niha jî bi awayekî fermî tê xwestin ji holê bê rakirin. Peymana Stenbolê ji mijareke qanûnî wêdetir mijara bîrdoziyê ye. Hikumet û dewlet bîrdoziya xwe birêxistin dike. Dixwaze bendên li ber bîrdoziya xwe hemûyan hilweşîne. Yek ji van jî Peymana Stenbolê ye. Ji bo vê yekê jî dixwazin peymanê hilweşînin û li gorî zagon û hişmendiya xwe tevbigerin."