Deriyê Sînor ê Xabûrê ji çûna Bexdayê re vekiriye - NÛBÛ

Dewleta Tirk Deriyê Sînor ê Xabûrê li ser Hewlêrê girt lê li ser Bexdayê vekirî hişt.

Tirkiye li ser paşvegavneavêtina referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Federal a Iraqê, Deriyê Sînor yê Xabûrê bi awayekî yek alî girt.

Ji deriyê sînor destûr tenê ji bo çûna Bexdayê heye.

Li hêla dî Wezareta Karê Derve yê Tirk bang li civaka navnetewî kir ku encaman nas nake.

Her wiha Wezîrê Gumrik û  Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Bulent Tûfekçî têkildarî îdîayên bi awayekî yekalî girtina Deriyê Sînor ê Xabûr daxuyaniyek da û ragihand ku niha derî nehatiye girtin, bes kontroleke zêde heye.

Rejîma Îranê ya ku duh qada xwe ya hewayî girtî jî, îro Deriyê Sînor ê Perwêzxanê girt.