Turfent: Xwestin gel ji nûçeyan bêpar bihêlin

Nûçegihanê Geverê yê DÎHA'yê ya hate girtin Nedîm Turfent, ku 13'ê Gulana 2016'an li Wanê hate girtin û bi daxwaza cezayê 22.5 salan ê girtîgehê tê darizandin, rûniştina 4. a doza wî dest pê kir.

4. rûniştina doza rojnamevan û nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent ê 18 meh in girtî tê darizandin û der barê wî de heta 22 sal û 6 meh ceza tê xwestin li 2. Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê didome. Turfent, di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê bi êşkenceyê hatibû binçavkirin û girtin. 18 mehin girtî tê darizandin. Parêzer Bariş Oflas û Rojnamevan Turfent ji Wanê bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştina dozê bûn. Parêzera din a Turfent Harîka Karataş û rojnamevanên din jî li salona dadgehê amade bûn. Dîsa nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmût Oral, Berdevkê Înisiyatifa Rojnamevanên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî li salonê amade bûn. Piştî heyet amade bû rûniştina dozê dest pê kir. 
 
TURFENT: NE ZEXTÊN RAYA GIŞTÎ BÛNA EZ Ê LI VIR NEBÛMA
 
Di rûniştina dozê de îfadeya 2 şahidan hat xwendin. Turfent têkildarî îfadeyên şahidan diyar kir ku îfadeyên wan derew in û rastiya wan tune ye û wiha got: "Li Geverê dema qedexeya derve hat îlankirin, xwestin Geverê bê agahî bihêlin. Xwestin bi yek rengî nûçe bên weşandin. Ez ji aliyê hesabê JÎTEM'e ve gelek caran rastî gefan hatim. Ger ku ne ji nerazîbûnên raya giştî bûna ez ê îro ne li vir bûma." 
 
ROJNAMEVANÎ NE SÛC E 
 
Turfent ani ziman ku polîsê ew binçav kir jê re got 'Me dosyaya ku em 20 salan de di girtîgehê de bihêlin amade kiriye' û wiha berdewam kir: "Min jî got li vî welatî edalet heye. Bi zorê ifade bi şahidan dan îmzekirin. Hemû şahidên îfade dan ev yek anîn ziman. Polîsan çi daye ber wan ew tişt îmze kirine. Ji ber ku ev bi ser neket niha serî li îfadeya şahidên nepen dane. Kes nikare rojnamevanan wekî terorîst bide nîşandan. Ji ber ku Rojnamevanî ne sûc e." 
 
PRZ. KARATAŞ: DIVÊ ÎFADEYA ŞAHIDAN DI HIZÛRA DADGEHÊ DE BÊ GIRTIN
 
Prz. Karataş jî parastin kir û wiha got: "Şahidên îfade dane temenê wan di bin 18 salî re ye. Îfadeya zarokan li gorî zagona parastina zarokan nehatiye girtin. Divê îfadeya şahidan di hizûra dadgehê de bê stendin."  Heyetê navber da rûniştina dozê. 
 
ŞAHIDÊN ÎFADE DABÛN YEK BI YEK ÎFADEYÊN XWE PAŞVE KIŞANDIN
 
Rojnamevan Turfent ku bi îdîaya “Endamtiyarêxistinê" û “Propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin, ji ber nûçeyên xwe yên li Geverê çêkirine û parvekirinên medya civakî te darizandin. 24 şahidên ku der barê Turfent de îfade dabûn jê 13 kesan îfadeyên xwe paşve kişandin û diyar kiribûn ku wan di bin îşkenceyê de îfade dabû. Ji 11 şahidên din ku yek jê şahidê nepen e jî, 4’ê wan di rûniştina borî de îfadeyên xwe paşve kişandibûn.