Tugrul li cihê hatiye dinê hate definkirin

Girtiyê nexweş ê giran Salîh Tugrul ku înfaza wî hatibû rawestandin û li derve dihat dermankirin li şevê din li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê jiyana xwe ji dest da, li cihê ku hatiye dinê hate definkirin.

Girtiyê nexweş ê giran Salîh Tugrul (65) ku di sala 2014’an de ji ber ku fenç derbas kirîbû, înfaza wî hatibû rawestandin û li derve dihat dermankirin li şevê din li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tugrul ji aliyê malbat û TUAY-DER’ê ve ji morga nexweşxaneyê hate girtin.

Cenazeyê Tugrul ji Mêrsînê bi ambûlansê anîn Sêrtê û li goristana Şêx Suleyman hate definkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistina HDP’a Sêrtê, MEBYA-DER û gelek welatî tevlî meresima cenazeyê Tugrul bûn.

Serdanên sersaxiyê wê li mala Tugrul a Mersînê were qebûlkirin.