Trûmp plana xwe ya 'Aştiya Rojhilata Navîn' eşkere kir

Trûmp di plana xwe ya 'Aştiya Rojhilata Navîn' de got, 'Qûds wê weke paytexta parçenebûyî ya Îsraîlê bimîne'. Ji bo çarseriya bi rengê du dewletan jî pêşniyar kir ku dewleta Filistînê ya ku paytexta wê Qûds a rojhilat e bê avakirin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp plana xwe ya bi navê "Peymana Sedsalê" bi nav kir, di civîna çapemeniyê de ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re eşkere kir.

Çend ji xalên sereke yên daxuyaniya Trûmp wiha ne:

"Îsraîl şewqeke li ser cîhanê. Em ê nehêlin ku serdemên tarî yên dîrokê dubare bibin.

Bi Mahmûd Abbas re li Beytullahîmê rûniştim, fikirîm ku divê jiyaneke baştir, potansiyela wê biafirînin.

Di vegerê de min biryar da ku ji bo çareseriyê bixebitim.

Ev vîzyona me ya aştiyê ji yên berê cudatir e, plana me ya ji 80 rûpelî ku xwe dispêre rastiyê, derbasî dîrokê bûye.

Bi çareseriya rasteqîn a bi rengê du dewletan wê gefa Filistînê ya li ser ewlekariya Îsraîlê kêm bibe.

Îsraîlê yekemcar destûr da ku nexşe bê eşkerekirin, ji ber vê gava bi wêrekî ez spasiya Serokwezîr Netanyahû dikim.

Ji bo nexşeyeke berfireh em ê komîsyonê ava bikin.

Di nava şertên avakirina dewleta Filistînê de redkirina terorê heye.

Qûds wê weke paytexta parçenebûyî ya Îsraîlê bimîne.

Min ji bo Îsraîlê gelek tişt kir, ya herî girîng jî vekişîna ji peymana nukleerê ya nebaş û metirsîdar a bi Îranê re bû.

Hêvîdar im ku ji bo Filistînê jî bibe peymaneke gelekî baş. Ji bo Filistîniyan divê gelek tiştan bikim, naxwe wê adîl nebe.

Wê careke din tîmeke bi vî rengî ya baş nebînin, hem jî çêkerên baş ên peymanê ne, dixwazin ku aliyê din jî bi çêkerî tevbigere.

Ev nexşe wê Filistînê bike du qat, li dewleta Filistînê ya ku paytexta xwe Qûds a rojhilat e wê DYE sefaretxaneya bilind veke.

Gelê Filistînê wê dawiya dawî aram û kêfxweş bibe, bêyî alîkariya derve wê karibe îdareya xwe bikin. Gelekî gelekî serketî ye.

Min ji Birêz Abbas re name şand û jê re got ku xaka ji bo Filistîniyan hatiye destnîşankirin wê jib o wan 4 salan vekirî be.

Bersiva we ya ji bo vê firsenda dîrokî wê nîşanî cîhanê bide ku ji bo dewletbûna Filistînê hûn çawa lîdertiyê dikin.

Rejîma Îranê bi giranî qels bûye. Me terorîstekî sereke yê cîhanê Qasim Silêmanî ji holê rakir. Bi serkêşên Hîzbûllahê re li pey karên baş nebûn. Hewl didan nefreta li Îsraîlê belav bikin, digotin ku ji bo azadkirina Qûdsê divê em li dijî Îsraîlê şer bikin. Digotin ku Îsraîl dijmin e û hewl dide Rojhilata Navîn parçe bike.

Di rastiyê de Qûds azad ê û hatiye rizgarkirin.

Dem hatiye ku cîhana Îslamê şaştiya ku di sala 1948'an de kir, ku li şûna Îsraîlê nas bike êriş kir, dikare sererast bike.

Ez spasiya Bahreyn, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Ûmmanê dikim ji ber ku sefîrên xwe şandin vê derê."