Traktora karkerên fistiqan qeza kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Nîzîp a Dîlokê, traktora ku karkerên fistiqan tê de bûn qeza kir. Di encama qezayê de 2 karker jiyana xwe ji dest da, 7 jî birîndar bûn.

Qeza serê sibehê li gundê Zergil ê navçeya Nîzîp ya Dîlokê, pêk hat. Traktora ku karkerên fistiqan tê de bûn wergeriya şerampolê. Di qezayê de Arîf Kuçuk (30) û kesekî nasnameya wî hêj nehatiye diyarkirin jiyana xwe ji dest dan. Ahmet Kuçuk (76), Alî Kuçuk (42) û 5 kesên hêj nasnameya wan nehatine diyarkirin birîndar bûn. Hate hînbûn ku ji 7 birîndaran 2’yan rewşa wan giran e.

Tîmên tenduristiyê ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, birîndar ji bo derman bikin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nîzîpê.
 
Li aliyê din duh bi şev li ser reya bêjahiyê ya Riha û Bêrecûkê de di encama du TIR’an li hev dan de di qezayê de 3 kes birîndar bûn. 

Di 20’ê Tebaxê de li ser rêya Dîlok-Nîzîpê otobusek, wesayîta agirkujiyê, ambûlans û wesayîtek weşana zindî li hev ketin û qezaya trafîkê rû da û di encama qezayê de 16 kes jiyana xwe ji dest dabû.

Heman rojê li Dêrika navçeya Mêrdînê jî ji ber qezaya TIR, 20 kesan jiyana xwe ji dest dabû.