Tora Ziman û Çanda Kurdî: Divê Newroza sala 2022’an bibe Newroza zimanê Kurdî

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê got “Ne tenê divê rewşenbir, nivîskar, helbestvan, seyda, hunermend û kesayetiyên cuda di qada Newrozan de li ser pirsa ziman biaxivin.”

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li oteleke li navçeya Sûrê ya Amedê civînek li dar xistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîfyurek, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, Serokê PDK-Bakur Sertaç Bûcak, Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanîfî Turan, nûnerên pêkhatên PZK’ê, pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî, parlamenterên HDP’ê û gelek kes beşdarî civînê bûn. 

‘WERIN EM BI HEV RE ZIMAN GEŞ BIKIN’

Piştî civînê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxuyaniyeke hevpar nexşerêya sala 2022'yan a hevbaş a ji bo zimanê Kurdî amade kiribûn aşkera kirin. Daxuyanî bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî hat xwendin. Daxuyaniya bi Kurmancî ji aliyê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Almaz Kan û daxuyaniya bi Kirmanckî jî ji aliyê Endamê Platforman Zimanê Kurdî Nesîp Gultekîn ve hat xwendin. Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Almaz Kan, diyar kir ew ji platform û tor ji partiyên siyasî daxwaz dikin ku Newroza îsal bikin Newroza zimanê Kurdî û bi hevdu re pirsa zimanê Kurdî geştir bikin.

 Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: "Piştî bi dawîkirina kampanya ya 21 Sibatê divê xebat ji bona mafê zimanê Kurdî her berdewam be. Zimanê me hebûn, nasname û rûmeta me ye. Em divê van nirxan hertim bînin ziman û dubare bikin. Em di wê baweriyê de ne ku rengê siyaset û civaka Kurdî her divê Kurdewar be. Ji ber van sedeman Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi hevdu re biryar dane ku em bi hevdu re kar bikin, karê xwe qoordîne bikin û her sazî di warê xwe de, xebata xwe ji bona mafê ziman Kurdî berfirehtir bike. Divê em bi hevdu re pirsa zimanê Kurdî geştir bikin û pirsa zimanê Kurdî di asteke bilindtir de, di nava civaka Kurdan de, di nava hêzên desthilatdarî û muxalefeta Tirkiyeyê de bixînin rojeva siyasetê.

‘DIVÊ NEWROZA 2022’AN BIBE NEWROZA KURDÎ’

Platforma Ziman û Tora Ziman wê ji siyaseta Kurdan bixwaze ku Newroza sala 2022 bibe Newroza zimanê Kurdî. Ne tenê li bajarekî lê belê li hemû deverên ku Newroz lê werin pîroz kirin, divê xaleke sereke li ser pirsa zimanê Kurdî be. Ne tenê siyasetmedar li ser pirsa ziman axavtinan bikin, lê divê rewşenbir, nivîskar, helbestvan, seyda, hunermend û kesayetiyên cuda di qada Newrozan de li ser pirsa ziman biaxivin. Hemû kesên ku di vê mijarê de bi axivin jî, ji gelê Kurd vê pirse bikin; hûn dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî? Bi dengekî bilind dema ev daxwaz were erêkirin wê bibe weke referandûmek ji bona mafê zimanê Kurdî. Em di vê baweriyê de ne ku em ê bi milyon dengan bidin hevdu.

DI 8’Ê ADARÊ DE JÎ EM VAN DAXWAZAN DUBARE BIKIN 

Dîsa di xebat û çalakıyên roja 8 ê Adarê de emê heman daxwazan dubare bikin. Li vir jî wê jinên Kurd û hevalbendên wan daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî weke referandûmekê bidin dengdanê. Erêkirina vê daxwaze wê di gelek waran de moralê xemxûr û xebatkarên zimanê Kurdî bilind bike.Weke Platform û Tor em dixwazin şax û perên xwe li hemû bajarên Kurdistanê û metropolan berfirehtir bikin. Tevgereke zimanî saz bikin. Divê xebata ziman li her deverê berfireh bibe. Her sazî di warê xwe de xwe tekûztir bike, bi hevdû re alîkar be û xebata xwe bigîhînê derdorên cuda.

Bi medya Kurdî re têkilîyên bi rêkûpêktir saz bike û daxwaz bike ku medya Kurdî giringiyê bide pirsên zimanê Kurdî. Xebata Platform û Torê bi hemû saziyên medya Kurdî re divê di nava hemahengîyeke dostane de derbas bibe. Medya Kurdî di gelek xalan de hertim dibe alikar ji bona ku mafê zimanê Kurdî bikeve rojeva siyaset û civakê.

Heta Roja 15'ê Gulanê, ango roja zimanê Kurdî Platform û Tor bi hevdû re û bi saziyên têkildar re semîner, panel û konferansa li dar bixîne. Bi taybet jî li ser pirsa ziman û jin, ziman û netewe, ziman perwerde, ziman û hiquq, ziman û siyaset û hw çalakiyan li dar bixîne. Zimanê me her di rojevê de be. Li gori şert û mercan jî konserên muzikê bi hunermendan re amade bike. Dîsa bi gelê xwe re, li deverên guncav bi civinên li ser zimanê Kurdî bi dayîk û bavan re, bi ciwanan re gotubêj bike, giringiya zimanê Kurdî derxinê holê û astengiyên di nava gel de çi ne, rê û rêbazan jî bi beşdaran re nîqaş bike."