Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê xwest girtiyên nexweş bên berdan

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê li Amedê xwest siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bên berdan.

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê têkildarî siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş, li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan axivî û da zanîn ku teşhîsa nexweşiya demansê bo Aysel Tûglûk hatiye danîn û ev jî ziyaneke mezin dide fonksiyonên wê yên şexsî. Turan diyar kir ku naveroka rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya derheqê Tûglûk de hev nagire û wiha got: “Ev biryara ATK’ê ya hevnegirtî, ne li gorî nirxên tibbê û ne jî li gorî nirxên wijdanî û bijîşktiyê ye.”

Piştre jî Alîkara Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ezgî Demîr axivî û destnîşan kir ku Tûglûk bi nasnameyên xwe ya Kurd, Elewî û jin re têkoşîna siyaseta demokratîk dida. Demîr, da zanîn piştî ku Tûglûk hate girtin, 9 meh şûnda dayika Tûglûk rehmet kiriye û got “Ji ber êrişa nîjadperest a li dijî cenazeyê dayika wê, di Tûglûk de pirsgirêkên tenduristiyê rû dan. Daxwaza berdanê ya ji bo Tûglûk a herî dawî jî hate redkirin. Li şûna ku rewşa tenduristiyê ya Tûglûk bi berfirehî bê vekolandin û rapor bê amadekirin, raya giştî hat xapandin.”

DIVÊ SAZIYEKE TENDURISTIYÊ YA XWESER LÊKOLÎNÊ BIKE

Di berdewamê de jî Demîr anî ziman ku tevî rewşa nebaş a Tûglûk, ji bo mayîna wê ya di girtîgehê de biryar hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Ji bo ku hevnegirtina di navbera raporan de ji holê rabe, hewce ye saziyeke tenduristiyê ya bêalî û xweser lê binêre. Bingeheke zanistî ya rapora ATK’ê nîne. Di hûrgiliyên raporê de qala îdianameyê hatiye kirin. Derheqê Tûglûk de, di raporê de tenê belgeyeke tibbî jî nîne. Ne qeydên tenduristiyê yên girtîgehê û ne jî nêrînên xebatkar û peywirdarên girtîgehê yên alîkariya tibbî didin, di raporê de hene. Her wiha di nava şandeyê de norolog jî nebûn. Ev jî nîşan dide ku rapora behsê xeberê, raporeke bi qisûr e. Ev raporên hatine amadekirin, li ser jiyana girtiyên nexweş xetereyeke mezin e û dibin sedema mirina wan. Banga me ew e ku di serî de Aysel Tûglûk, hemû girtyên nexweş bên berdan.

Parêzer Cemîle Turhalli jî got ku zext li Aysel Tûglûk tê kirin ku di Doza Kobanê de parastina xwe bike û wiha bi dawî kir: “Doza Kobanê, dozeke kompasê ye. Di vê dozê de daxwazên kolektîf tên darizandin. Her wiha darizandina jinan e. Ji 22 girtiyên vê dozê 13 jê jin in. Yek ji wan jî Aysel Tûglûk e. Her du hefteyan carekî danişîna dozê tê dîtin. Hewl didin zextê li kesên tên darizandin bikin da ku parastinê bikin. Rapora derheqê Tûglûk de jî bingeha xwe ji vê digire.”